|
Dewleta Tirk di meseleya
Kurd de durû ye lê beyî gav avêtinê jî tu riya wî nemaye
KURDISTAN-NETEW
Weþandin:24 Gulan, 2009


AMED --
Raya giþtî ya Tirkiyê gotinên Serokkomarê Tirkiyê Ebdullah Gul niqaþ dike.
Wek tê zanîn piþtî daxuyaniyên Serkomarê Tirk Ebdullah Gul derbarê
çareseriya pirsgirêka kurd de, mesele li Tirkiye ji nû ve bû rojeve sereke.
Di medyaya Tirkan de rojeva serke daxûyaniyên Ebdullah Gul û riyên
çareseriya pirsgirêka Kurd e.
Daxûyaniyên ku ji hemû aliyên tê hêviya çareseriyê jî zêdetir dike.
Ev hefteyekêye di hemû medyaya Tirkî de xala sereke pirsgirêka Kurd e.
Dewleta Tirk ku li hemberî realiteye Kurdan neçar ma dest bi mixatab girtina
serok û dezgehên Kurdan kir.
Ev 3 hefteye di hemû medyaya Tirkî de
xala sereke pirsgirêka Kurd e. Dewleta Tirk ku li hemberî realiteye Kurdan
neçar ma dest bi mixatab girtina serok û dezgehên Kurdan kir.
Îxtîmala provakasyonan jî zêde dibe
Di her pêvajoya ku çareseriya pirsgirêka kurd derdikeve pêþ hêzên tarî dest
bi provakasyonan dikin riya diyalogê ji holê radikin. Dîsa îxtîmala vê yekê
heye.
Dewleta Tirk piþtî têkçûna hilbijartinan li Kurdistanê dest bi provakosyonan
kir.
Piþtî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Ebdullah Gul, derhaqê wî de dozek
hate vekirin û her wiha di rojên dawî de êrîþên lînç kirinê ser Kurdan jî
zêde dibe.
Provokasyon û tahrîkên ku bi pêþengiya nijadperestan ve tên kirin, beþên
ewlekariya dewletê li dijî van êrîþan bêdeng dimînin.
Pêþketina Kurdan li Kurdistana azad û bi dest xistina hin mafên biçûk li
bakûrê Kurdistanê hêzên nijadperest,arteþa Tirk,dijminên Kurdan,kemalîstên
faþîst, çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên
xwe winda dikin xiste nava livûtevgerê.
Di hedefa wan hêzan de herî pêþî gelê Kurd heye lê planên xwe bi lawaz
kirina hêza AKPyê dixwazin cêbecebikin. Ji ber ku bi desthilatdarîya AKPyê
statukoya wan hatibû rûxanidin û AKP bi tirsonekî be jî hin gavên cidî avêti
bû.
Niha her hêz bi planakê hev beþ dixwazin li gor xwe berjewendîyek bi dest
bixin. Kemalîst û dijmînê Kurdan CHP jî dixwaze ji vê planê para xwe
bistîne.
Lîncên ser Kurdan di bajarên Tirkan
de zêde dibe
Li bajarên tirkan de êrîþên ser Kurdan ji nû ve zêde dibe.
Li Tirkîye êrîþên dijberên Kurdan ser gelê Kurd dîsa gurtir dibe. Li
Sakaryayê careke din ser Kurdan êrîþ hatin pêk anîn.
Li Navçeya Akyazi ya Sakaryayê piþtî êrîþa li hemberî ciwanên kurd ku di
encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû, xizmên malbatan
û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl daxuyanî dan û bal kuþandin ku
kampanyaya lîncê ya li dijî kurdan didome û dan zanîn di bûyerên hatine
jiyîn de binpêkirina tedbîrên ewlekariyê heye.
Hêzên tarî Tirkan dijminkariya hember Kurdan fît dikin
Dewleta Tirk bi taybetî bajarên Tirkan ku xwedî nifuseke zêde ya Kurdan in ,
êrîþ û zextên Tirkên faþîst jî bi hevlariya medyaya Tirkî zêde bûn.
Dewleta Tirk ku bi dehan salan di þereke ne mafdar ya dijî têkoþîn a azadiyê
ya Kurdan dimeþîne û di pêvajoya dawî de jî li beramberî yekreziya Kurdan di
warê dîplomatîk û rastiya kurd û Kurdistanê de careke din kete tengasiyê
niha tirkên ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi dehan salin bi înkara gelê kurd
hatine xepandin bi hestên þovenî êrÎþ û talana gelê kurd dikin.
Di meseleya kurd de hemû aliyên dewleta Tirk li hev nekirine
Dewleta Tirk ku di çareser kirina pirsgirêka Kurd de bi avayekî dûrû
tevdigere û hemû aliyên dewletê ne yek fikrekê de ye û piþtî gavên baþ her
tim gavên êrîþkirinê ser kurdan davêje.
Serokomarê dewleta Tirk ku demek berê gotibû dê di pirgirêka kurd de tiþtên
baþ çêbibin û piþtre operasyonanên ser saziyên Kurdan û operasyonên artêþa
Tirk destpêkiribû.
Dewleta Tirk naxwaze Kurd pêþkevin. Her çiqas dewleta Tirk di çareser kirina
pirsgirêka kurd de hin agav davêje be jî dewleta Tirk naxwaze kurd pêþkevin
û li gor Tirkan divê Kurd neyine tune kirin jî divê bêne kontrol kirin.
Ji ber vê yekê divê hemû rexistinên kurdan di vê mijarê de hiþyar bin.
Derdikeve holê ku AKP li þûna êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj
kirina pêvajoyê dixwaze pirsgirêka Kurd ji holê rake..
Ebdullah Gul: Em ê pirsgirêkan bi
însîyatîfa xwe çereser bikin
Serokomarê Tirkiyeyê Ebdullah Gul, berî ku serdana Sûriyeyê bike, li
balafirxaneyê derbarê pirsgirêka kurd de daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar
kir ku ew ê pirsgirêkên heyî bi însiyatîfa xwe çareser bikin.
Li gor ku ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê ve hat belavkirin, Serokomarê
Tirkiyeyê Ebdullah Gul, berî ku serdana Sûriyeyê bike, li balafirxaneyê
derbarê pirsgirêka kurd ku di rojeva hikumetê de ye û li ser dixebitin de,
daxuyaniyek da çapemeniyê. Gul, diyar kir ku hikumet, bi niyeteke pak
xebatên xwe yên li ser pirsgirêkên heyî didomîne. Gul, herweha diyar kir ku
ev pirsgirêk, pirsên navxweyî ne û ew ê bi derfet û însiyatîfa xwe çareser
bikin.
Akin Birdal: Daxuyaniya Gul gaveke baþ e lê pêkanîn pêwîst e
Parlamenterê DTP yê Diyarbekirê û serokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan
(IHD) Akin Birdal, li Almanya bajarê Konlê konferanseke rojnamevanî li
darxist.
Birdal got, “di hevdîtina xwe de ya ligel seorkê DTP Ahmet Turk, serokê
Tirkiyê Abdullah Gul gotibû, divê ji pirsa kurdî re çareseriyek were dîtin,
ev helwesteke baþ e, lê belê ne bes e, divê ew were pêkanîn…”
Akin Birdal berdewam kir û got: “Abdullah Gul di derbarê çareserkirina pirsa
kurdî de daxuyaniyeke baþ da, lê belê heta niha serokwezîrê Tirkiyê hevdîtin
bi serokê Partiya me birêz Ahmet Tirk re çênekirye û bi destê wî negirtiye…”
Di konferansa çapemeniyê de ku (Aknews) jî beþdar bû, Akin Birdal got, “li
aliyekî dibêjin ewê pirsa kurdî çareser bikin li aliyê din jî êrîþan tînin
ser partiya me, ev ne siyaseteke durust e…”
Akin Birdal diyar kir ku dozgerî dixwaze bi zora polîsan îfadeya 5
parlamenterên partiya wî bigire.
Birdal wiha berdewam kir. “Serokê Meclîsê jî biryar daye ku 5 parlamenterên
me, heya ku îfadeya xwe nedin, wê derbasî nava avahiya meclîsê nebin. Dema
ku hate xwestin jî polîs dikarin wan bi zorê bibin…“ Akin Birdal diyar kir
ku li Tirkiyê edalet cihê xwe nabîne û bi vî awahî dozgerî ew îradeya milet
li erdê dixîne. Birdal di dawiya civîna çapemeniyê de bal kiþande ser wê
yekê, ku medyaya Tirk helwestek li hember wan standiye û sansur daniye ser
çalakî û xebatên DTP
Îhsan Arslan: "Pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê kiriye"
Parlamenterê Amedê yê bi ser AKPê Îhsan Arslan, bi daxuyaniyek ragihand ku
dê di çarçoveya çareserkirina pirsgrêka kurd de hin pêngavên giring bên
avêtin. Arslan, diyar kir ku êdî li vî welatî tahammûla tû kesî bedeldayînê
nemaye.
Parlamenterê Amedê yê bi ser AKPê Îhsan Arslan, piþtî civîna wan ya veþartî
ya bi hin rayedarên saziyên dewletê, akademîsyen, parlamenter û rojnamevanan
re daxuyaniyek belav kir û ragihand ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd
dest pê kiriye û dê di vê çarçoveyê de hin pêngavên giring bên avêtin.
Arslan, bal kiþand li ser gengeþiyên di vî derbarî de û weha got: “Pêvajoya
çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kiriye. Divê bê zanîn ku êdî li vî welatî
tahammûla tû kesî ya bedeldayînê nemaye. Ji ber vê yekê jî, dê serî li
çareyên ku heta nuha nehatine ceribandin, bê dayîn. Hemû sazî û dezgehên me
di pêvajoya heyî de, gihîþtine qeneteke hevmuþterek û li ser tedbîrên nû
disekinin. Ev mûtabaqat jî; rê û olaxên ku heta niha nehatine ceribandin, dê
bên ceribandin.”
Parlamenterê kurd yê bi ser AKPê Îhsan Arslan, hin ji pêþniyarên xwe yên di
vî derbarî de weha desnîþan dike;
Divê hin sloganên wek “Dilþad ew kes e ku bêje ez tirk im-Ne Mutlu Türküm
Diyene” li dever û çiyayên herêmê hatine nivîsandin, di çarçoveya tedbîrên
civakî de bên rakirin. Ev slogan, wextê xwe de bi fermana berbazek leþkerî
hatine nivisandin û îro jî bi fermana berbazek dikarin bên rakirin.
Navên gundan yên kurdî ku hatine guhertin, bêyî ku di zagonan de gûhertin bê
çêkirin, bi talîmata rayedarê bajêr, dikare çareser bibe.
Di televizyonên taybet de, kurdî dikare serbest bê berdan. Em daxwaz dikin
ku sîstema cerdevaniyê bê îslahkirin; beþek ji wan bên bêçekkirin, beþek din
bên teqawudkirin û yên mayî jî, dikarin di dezgehên din de bên bicîhkirin.
Mehkûmên nû wê li cem Abdullah Ocalan bên bicîhkirin. Pilanekî di vî derbarî
de jixwe ji berê ve heye. Dê, li Girava Îmraliyê jimara mehkûman bê
zêdekirin. Bi Partiya Civaka Demokratîk-DTPê re mûtabaqatek zimnî þert e. Bi
zordayîna yekalî tû pêþveçûn pêknayên. Ger hebûna DTPê li ber çav neyê
girtin, tû pêþkeftinek çênabe. Heta ji aliyê DTPê ve neyê qebûlkirin, tesîra
tu pêngavek li ser aliyê din çênabe.
Ew kesên ku ji hemwelatiyê hatine dûrxistin û tevlî bûyereke xwînê nebûbin,
divê ji bo van kesan rê bê vekirin daku vegerin welatê xwe. Ev yek dîtinên
min yên þexsî ne.
Îhsan Arslan, di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîþan kir ku dê pêngavên
nû bên avêtin û weha got: “Herçendî ji bo avêtina van pêngavan nuha teqwîmek
nîne jî, lê tê gotin ku fersendeke baþ heye. Tiþtên ku ez dibêjim, wê li
piþt deriyên girtî bên niqaþekirin û gav bi gav wê bi vî awayî mesafe bê
girtin.”
Ji peyamên Gul dest pê kir
Serokomarê Dewleta Tirk Abdullah Gul beriya hilbijartinê dema diçû Tehranê
di sohbeta xwe ya bi rojnamegeran re anî bû ziman ku ‘dê di warê pirsgirêka
kurd de tiþtên baþ pêk bên’. Gul piþtî vegera ji Tehranê çûbû Bexdayê jî û
dîsa di balafirê de peyva ‘Kurdistanê bi kar anî bû’. Ji ber bertekên çûbûn,
piþtî vegeriya Enqereyê gotina xwe înkar kirin.
Gul herî dawî hefteya borî dema ji Pragê vedigeriya got: “Divê di warê
pirsgirêka kurd de tiþtên baþ pêk bên. Jidestdayîna vê pêvajoyê baþ nabe.”
Hiþê Erdogan tevlihev e
Piþtî van gotinan Serokwezîrê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê
bi Gerînendeyê Giþtî yê Rojnameya Radîkalê Îsmet Berkan û qunciknûsê wê Akîf
Bekî re sohbeteke berfireh pêk anî. Îsmet Berkan sohbeta bi Erdogan re
kiriye duh weþand. Û ev hiþyarî kir: Ji ber ku em bi awayekî hevpeyvînê
neaxivîn hevokên ku ez ê saz bikim aydê min in.
Li gorî agahiyên ku Berkan ragihandine, Erdogan bi berfirehî li ser
hevpeyvîna Hasan Cemal a bi Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê
Murat Karayilan re rawestiyaye. Der barê mijarê de Berkan wiha nivîsiye:
“Min hîs kir ku Serokwezîr ji bo pirgirêka kurd bi îhtiyad e lê xweþbîn e.
Hevpeyvîna Hasan Cemal a bi rêveberî sereke yê PKK’ê Murat Karayilan re
kiriye bi baldarî xwendiye. Lê encameke tekûz jê dernexistiye. Ji ber ku li
ser gelek parametreyan hûr dibe... Baweriya min ew e ku dê Hasan Cemal
vexwîne û rû bi rû nêrînên wî guhdarî bike.”
Berkan di dewama nivîsa xwe de aniye ziman ku çavlirêye hikûmet hin gavên
sembolîk bavêje. Navên wargehên kurdan ên hatine guhertin dê bêne
sererastkirin. Di weþanên televîzyonên herêmî de sînorkirinên ji bo weþana
kurdî di ber çavan de bêne derbaskirin. Her wiha beþên kurdî yên di
zanîngehan de bêne vekirin jî hene. Di vî warî de lezgîniyek çêbibe divê
mirov þaþ nebe.
Ji bo çareserkirina pirsa Kurdî
‘Modêla Almanya’
Li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gül û Serokwezîr Erdogan yên ku
dibêjin "Wê di pirsa Kurdî de gav bêne avêtin" û "Fersendên tarîxî ji bo
çareserkirina vê pirsê hene" di kewalîsan de tê gotin ku desthilata Tirkiyê
ji bo çareserkirinê behsa "Modêla Almanya" dike.
Li gora nûçeyeke ku di rojnameya Sabah de belav bûye, Serokkomar û
Serokwezîrê Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî piþta xwe dane Modêla
Almanyayê.
Li gora nûçeyê, rayedarekî payebilind yê ku hinek caran tevlî civînên Saziya
Ewlekariya Millî (MGK) jî dibe gotiye, “Wê di demeke nêzîk de hinek gav bêne
avêtin. Em ji bo Tirkên li Ewropayê çi dixwazin, emê wan mafan ji bo kurdên
Tirkiyê jî bixwazin. Weke nimûne, Tirkên li wir dikarin bi kêfa xwe nav li
zarokên xwe bikin, wan fêrî zimanê ku ew dixwazin bikin, bi kultûr û adetên
xwe dijîn. Mafên di destê Tirkên Almanya û Austuryayê de çi bin, divê em wan
mafan bidin hemwelatiyên xwe yên Kurd”.
Li gora nûçeya rojnameya Sabah, “Modêla Almanya” û tiþtên ku wê li Tirkiyê
werin kirin, bi kurtayî ev in:
Nav: Tirkên li Ewropayê dikarin navên ku ew dixwazin li zarokên xwe bikin,
lê Kurdên Tirkiyê nikarin navên ku tîpên "q, w, x" tê de hebin, li zarokên
xwe bikin.
Ziman: Mafên Tirkên li Ewropa heye ku ew fêrî zimanê xwe bibin. Li kêleka
zimanê Almanî ew dikarin li hinek dibistanan dersên Tirkî jî wergirin. Bi vî
rengî wê li Tirkiyê jî bihêlin ku zimanê Kurdî li dibistanan weke derseke
bijarte were xwendin.
Dîn: Li Almanya azadiya dînî ya Tirkên li wir heye. Ew dikarin bi riya
saziyên weke Karûbarên Diyanetê yan jî Yekîtiya Tirk Îslamê ibadeta xwe bi
awayekî rêkûpêk bikin.
Xwebirêkxistin: Mafên Tirkên li Ewropa heye ku xwe birêk bixin. Ew dikarin
bibin endamên komeleya ku ew dixwazin û bi zimanê xwe pankartan hilgirin. Wê
ev maf ji bo Kurdên Tirkiyê jî were dayîn.
TV: Li Almanya û welatên Yekîtiya Ewropa gelek rojname, televizyon û
radyoyên bi zimanê Tirkî hene. Wê bi heman þêwazê, kelemên li pêþiya weþana
bi zimanê Kurdî werin rakirin.
Dewleta Tirk di meseleya Kurd de durû ye
Dewleta Tirk ku di çareser kirina pirsgirêka Kurd de bi avayekî dûrû
tevdigere û piþtî gavên baþ her tim gavên êrîþkirinê ser kurdan davêje.
Serokomarê dewleta Tirk ku demek berê gotibû dê di pirgirêka kurd de tiþtên
baþ çêbibin û piþtre operasyonanên ser saziyên Kurdan û operasyonên artêþa
Tirk destpêkiribû.
Dewleta Tirk naxwaze Kurd pêþkevin. Her çiqas dewleta Tirk di çareser kirina
pirsgirêka kurd de hin agav davêje be jî dewleta Tirk naxwaze kurd pêþkevin
û li gor Tirkan divê Kurd neyine tune kirin jî divê bêne kontrol kirin.
Ji ber vê yekê divê hemû rexistinên kurdan di vê mijarê de hiþyar bin.
Derdikeve holê ku AKP li þûna êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj
kirina pêvajoyê dixwaze pirsgirêka Kurd ji holê rake..
(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|