|
Dewleta Tirk gavek pêþ
de piþtre jî du gav paþde davêje
KURDISTAN-NETEW
Weþandin:12 Gulan, 2009


AMED --
Serokomarê Tirk Abdullah Gul heta niha peyva Kurd jî bikarnedianî demek berê
li ser pirsgirêka kurd goti bû:”Di mesela kurd de wê tiþtên gelekî baþ
çêbibin.”
Ebdullah Gul, doh jî li ser vegera ji Prag, di balafirê de ligel
rojnemevanan sohbet kir û got: “Dixwazî bila pirsa terorê be, dixwazî bila
pirsa baþûrê rojava be, yan jî jêre bibêjin pirsa kurdî, lê belê ev
pirsgirêkeke girîng ya Tirkiyê ye û divê were çareserkirin.”
Gul wiha got: “Hûn çi nav lê bikin ferq nake.
Dixwazin bêjin ‘teror’, dixwazin bêjin pirsgirêka Baþûrêrojhilat, dixwazin
bêjin pirsgirêka kurd. Ev meseleya sereke ya Tirkiyeyê yê. Teqez divê bê
çareserkirin.” Gul anî ziman ku ev pirsgirêk di nava dewletê de ji berê
vekirîtir tê axaftin û wiha got: “Divê pêþveçûnên baþ çêbin. Her kesî
acîliyeta pirsgirêkê ferq kiriye. Di mercên wiha de tiþtên baþ çêdibin. Divê
ev fersend neyê pûçkirin.”
Li aliyekî din de jî gotinên Cemîl Çîçek
Wexta ku Ebdullah gul wan gotinan dikir berdevkê Hikûmeta AKP’ê û Cîgirê
Serokwezîr Cemil Çiçek bi awayekî neyarane axivî û dijminatiya xwe ya li
dijî kurdan careke din nîþan da. Cemîl Çîçek bi van gotinan beþdarî nîqaþa
ji bo rakirina pergala cerdevaniyê bû; ‘Gotina DTP’ê ya ku bila cerdavanî bê
rakirin jî bi tenê sedem e ku cerdevanî neyê rakirin.’
Çîçek êrîþî DTP’ê kir û wiha got: “Gotina DTP’iyan a ‘bila cerdevanî bê
rakirin’ bi tena serê xwe sedema herî bingehîn e ku cerdevanî ranebe. Dibe
ku Pergela cerdevaniyê bê islahkirin. Xebatên Wezareta Hundirîn hene. Divê
mirov hemû cerdevanan wekî hev nenirxîne.”
Dewleta Tirk di meseleya Kurd de durû ye
Dewleta Tirk ku di çareser kirina pirsgirêka Kurd de bi avayekî dûrû
tevdigere û piþtî gavên baþ her tim gavên êrîþkirinê ser kurdan davêje.
Serokomarê dewleta Tirk ku demek berê gotibû dê di pirgirêka kurd de tiþtên
baþ çêbibin û piþtre operasyonanên ser saziyên Kurdan û operasyonên artêþa
Tirk destpêkiribû.
Dewleta Tirk naxwaze Kurd pêþkevin. Her çiqas dewleta Tirk di çareser kirina
pirsgirêka kurd de hin agav davêje be jî dewleta Tirk naxwaze kurd pêþkevin
û li gor Tirkan divê Kurd neyine tune kirin jî divê bêne kontrol kirin.
Ji ber vê yekê divê hemû rexistinên kurdan di vê mijarê de hiþyar bin.
Derdikeve holê ku AKP li þûna êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj
kirina pêvajoyê dixwaze pirsgirêka Kurd ji holê rake.. (çavkanî: HAWAR
NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|