|
Sîstema cerdevanî
(koricitî) bûye belaya serê Kurdan
KURDISTAN-NETEW
Weþandin:13 Gulan, 2009


AMED --
Piþtî qetliama li Mêrdînê sîstema Koricitiyê rojeva raya giþtÎyê dagir kir.
Wek tê zanîn þevê duþemê li Mêrdînê di êrîþeke dervey mirovayetî de 45 kes
jiyana xwe ji dest dan û derket holê êrîþ ji aliyê cerdevanan ve bi sîlehên
koriciyan hatiye pêk anîn.
Cerdevanên hejmara wan digihîje 90 hezaran ji 1987'an ve di dema Hikûmeta
ANAP'ê ya di bin Serokatiya Turgut Ozal de dest pê kiribû. Cerdevanên li
herêmê di gelek karên kirêt de hatin bikaranîn, lingek girîng ê pirsgirêkên
herêmê ye.
Cerdevanên di pevçûn û operasyonan de wekî eniya pêþiyê hatin bikaranîn, her
tim wekî, 'xayin' hatin binavkirin. Dewleta ku li aliyekî cerdevan li
hemberî PKK'ê û gelê herêmê bi kar anîn, li aliyê din jî li hemberî cîhanê
bi gotina, 'Vaye 90 hezar kurd bi dildarî çek hildane û li hemberî PKK'ê
dibêje ez nûnerê kurdan im þer dike" ew bi kar anîn.
Cerdevanên berî salên 1999'an bi awayekî çalak li hemberî PKK'ê hatin
bikaranîn, piþtî sala 2004'an nexwestin cerdevaniyê bikin.
Di pêvajoya cerdevankirinê de û piþtî berfirehbûna cerdevaniyê PKK'ê þert û
mercên cerdevanan her tim li ber çavan girtin. Ji bo vê yekê gelek caran bi
gotina, "Lazim e dev ji hevkariyê berdin û çekên xwe deynin” banga efûyê li
cerdevanan kir. Ev bangewaziyên PKK'ê gelek caran bandoreke mezin li ser
cerdevanan kir û gelek cerdevanan dest ji çekan berdabû.
Wek tê zanîn Kurd koriciyan ku îxanetê li gelê xwe dikin wekî "cehþ" binav
dikin.
Ji parlementeran ji bo pergala cerdevaniyê nirxandinên cuda
Derbarê pergala cerdevaniyê ku piþtî komkujiya li Mêrdînê cardin hate rojevê
de nirxandinên cuda tên kirin. AKP nîqaþên wekî, "Bila cerdevanî bê rakirin"
an jî "Bila bê sererastkirin" dike û CHP jî diyar dike ku lazim e hikûmeta
biryar bide û xebatekê bike.
DTP diyar dike ku ji bo rakirina cerdevaniyê biryara Wezareta Karên Hundir
bes e. Parlementerê ODP'ê Ufus Uras jî daxuyand ku yên pergala cerdevaniyê
biparêzin dibin nîvekarê komkujiyan.
'Xwestin komkujiya 1994'an dubare bikin'
Îdîayên derbarê komkujiya Gundê Zangirtê de bi dawî nabin. Kemal Acun ê li
gundê nêzîk dijî îdîa kir ku sedema daxwaza nehiþtine delîlan ew ku bûyerê
bavên ser PKK'ê. Acun wiha got: "Yên komkujî kirîn di sala 1994'an de jî ji
heman malbatê 8 kes kuþtibûn û bûyer avêtin ser PKK'ê.
Malbata Çelebî ku ji bo nebe cerdevan ji gund koç kir, piþtî vê bûyerê
cardin vegeriya gund û bû cerdevan. Bi vê komkujiyê cardin xwestin heman
tiþtî bikin. Lê vê carê serneketin."
AKP koriciyan diparêze
.AKP ku li bakurê Kurdistanê rêxistinbûyîna xwe bi taybetî bi riya serokeþîr
û sercerdevanan pêk tîne û di hilbijartinên borî de jî bi tevahî xwe sparte
wan niha behsa rakirina vê sîstemê dike. Ev yek jî pirsa, ‘gelo AKP çiqasî
cidî ye an dîsa takiyeyê dike” tîne hiþê mirovan. Wezîr Cemîl Çîçek bi giþtî
sîstema cerdevaniyê parast û bi van gotinan xwest bandora vê sîstemê ya li
ser pêkhatinên xeter yên li herêmê bincil bike: “Dibe ku di nava sîstemê de
yên xeletiyan dikin hebin. Lê belê divê bi þêwezekî ser piyan mirov
nerazîbûnan nîþan nede û nirxandinan neke. Ne rast e ku hemû cerdevan di bin
zanê de bên hiþtin. Nêzî 50 hezar cerdevanên gundan ji bo parastin û asayiþê
xabatê dikin. Wê ne rast be ku hemû wekî hev bên nîþandan.”
Berdevkê hikûmeta AKP’ê ku li bakurê Kurdistanê rêxistinbûna xwe spartiye
sercerdevanan, tevî xwedîderketinê jî got ji bo çareseriya pirsgirêkan ew
dikarin bikevin nava hewldanan. Çîçek wiha axivî: “Aliyên sîstemê yên werin
guftûgokirin hene, lê reþkirina tevan ne rast e. Dikare were islahkirin,
dikare were rakirin. Lê divê ev tev bi yekhestî neyên kirin. Divê saziyên
dewletê di navbera xwe de guftûgo bikin û biryarê bidin.”
‘Cerdevanî pergalek þaþ e
Piþtî ku li gundê Zankirta girêdayî navçeya Þemrexa Mêrdînê ji aliyê
cerdevanan ve 44 kes hatin kuþtin pergala cerdevaniyê dîsa kete rojevê. Li
ser mijarê pispore Beþa Zanistiya Civakî yê Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê û
Serokê Beþê Prof. Dr. Mehmet Ruhî Kose, diyar kir ku komkujiya li Mêrdînê
pêk hat ji aliyê zîhniyeta feodal ku hêza dewletê bi kar aniye ve pêk
hatiye. Kose, xwest ku pergala cerdevaniyê bê rakirin û wiha got: “Divê
çekên giran ên mirovan dikujin ji destê van mirovan bên girtin. Divê kesên
di nava pergala cerdevaniyê de cih digirin bi taybetî jî zilam, tevî
malbatên xwe bên rehabîlîtekirin û piþtre tevî civakê bibin.”
Kose, derbirî ku ji ber pirsgirêkên li herêmê dewlet polîtîkayên þaþ pêk
tîne û wiha got: “Pêvajoya siyasî ya li herêmê ji nîvê salên 80’î ve dest pê
kir, rê li ber leþkeriyê, pevçûnên bi pilankirinî, þîdet û polîtîkayên þaþ
ên dewletê vekir. Polîtîkaya þaþ a dewletê pergala cerdevaniyê ye. Yanî
dewletê berpirsyariya xwe ya siyasî, leþkerî û sivîl a têkoþîna li hemberî
rêxistina li hemberî xwe spart eþîrên xwedî taybetiyên feodal û girtî. Divê
ev pêkanîn li welatekî demokratîk nehata pêþxistin.”
Cerdevanên çek danîn: Cerdevanî bûye bela serê herêmê
Cerdevanê piþtî komkujiya li Gundê Kertê yê Þemrexa Mêrdînê bi armanca
protestokirinê çek danî yê bi navê Haydar Kara diyar kir ku piþtî komkujiyê
ji xwe þerm kirine û wiha got: "Ji ber vê me çek danî. Leþkeran çek
negirtin. Ji ber vê me çek danîn hewþa qereolê. Bila pergala cerdevaniyê êdî
bê rakirin. Cerdevanî bûye bela serê herêmê."
Dengvedana komkujiya li Gundê Kertê bû sedema kuþtina 44 kesan berdewam
dike. Piþtî komkujiyê li Gundê Heretîsê yê Navçeya Elbaka Wanê 26 cerdevanan
bi armanca protestokirina vê komkujiyê çekên xwe danîn. Cerdevan ji bo çek
berdanê çûn Qereqola Kêlegomê. Leþkerên çek negirtin, xwestin cerdevanan
îkna bikin. Lê cerdevanên çek danîn hewþa qereqolê, ji qereqolê dûr ketin.
Piþtî vê heyetek leþkerî ya serhengek (bînbaþi) jî di nav de heyî gazî
cerdevanan kir. Cerdevanan du kes wekî nûner hilbijartin û þandin qereqolê.
Cerdevanan bi riya van nûnerên xwe diyarkirin ku bi tu awayî çekan nagirin û
ev yek ji leþkeran re ragihandin.
'Cardin em çekan nagirin'
Hevdîtina 2 cerdevanan a bi leþkeran re berdewam dike. Ji cerdevanên çek
berdayîn Haydar Kara diyar kir ku cerdevanî ji bo herêmê hatiye rewþa
belayek mezin û wiha axivî: "Em cardin çekan hilnadin. Bila pergala
cerdevaniyê bê rakirin. Bila rayedar jî êdî bela xwe ji me vekin û nebêjin
çekan hildin. Komkujiya li Mêrdînê jî ji xwe bû bûyera herî dawiyê. Piþtî vê
komkujiyê xew nekete çavên me. Em hatin rewþek wisa, em ji xwe þerm dikin.
Ligel vê yekê leþkerî demên dawî zordariyek mezin li me dike. Serê sibê em
hatin cem hev û me biryar da ku em çekan danên. Lê çekên me hilnedan. Me jî
çekên wan danîn hewþa qereqolê em veqetiyan ji wir. Em cardin çekan nagirin.
Banga me li hemû cerdevanan heye ku çekên xwe danên. Cerdevanî hatiye rewþek
wisa mirov birayê xwe dikujin. Bila ev bi dawî bibe."
Kara diyar kir ku lijneyek leþkerî hatiye û bang li wan kiriye. Kara derbirî
ku 2 kesên hilibjartîn þandine qereqolê û dê ji rayedaran re bêjin ku bi tu
awayî çekan nagirin. Kara xwest ku ev cerdevahiya bûye bela serê herêmê bê
rakirin.
Cerdevan bûne þebeka sûc kirinê
Bi tevkujiya li Þemrexê re, sîstema cerdevaniyê disa kete rojevê. Di þerê
qirêj ê dewleta Tirk 30 sale li Kurdistanê dimeþîne de, cerdevan bi her
awayî weke makîneyên suc û kuþtinê hatin bikaranîn.
Sîstema Cerdevantiyê, di 1985'an de, li dijî Tevgera Azadiya Kurd hate
avakirin û dewletê hima bigre ji 15 saliyan heta 60 saliyan çek dan herkesî.
Kesên çek negirtin jî an hatin qetilkirin an jî koçberkirin.
Kesên ev çek girtin jî, ji xwe ji bilî bikaranîna wan bi kêrî ti tiþtî
nedihatin. Û qaþo ji bo ewlehiyê bû lê ji bo gel bû yek ji xetereyên herî
mezin. Di vê pêvajoyê de gelek cerdevan tevlî sucên weke narqotîk, tecawuz,
çete, kuþtin û serdegertinê bûn. Her çiqas derbarê cerdevanên ku veguherîne
makineyên suc û kuþtinan de çend doz hatin vekirin jî, kes ji wezifeyê nehat
girtin û ti ceza li wan nehat birrîn.
Hin ji van sucên cerdevanan wiha ne:
19 Îlona 2007'an de, li nêzî gundê Hemkan ê ser bi navçeya Þirnexê Bêþebabê
ve, 12 kes di wesayîtek de, ji aliyê cerdevanan ve hatin gulebarankirin û
qetilkirin. Li navçeya Amedê Ferqînê, di navbera malbatên cerdevan de pevçûn
derket û zarokekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
8'ê Îlona 2008'an de, li gundê Alican ê ser bi navçeya Idirê Karakoyunê ve
girêdayî, cerdevanê bi navê Deniz Tutka berê bav, bira û bûka xwe kuþt,
piþtre jî xwe kuþt. (HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|