|
Kurdan bi yekdengî
gotin; "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê"
KURDISTAN-NETEW
Weþandin:20 Gulan, 2009


AMED --
Li gelek cihan çalakiyên pîrozbahîyê hatin li dar xistin.
Bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajar û navçeyên wekî Wan,
Erdîþ, Qelqelî, Colemêrg, Gever, Êlih, Semsûr, Qers, Gihadîn, Bazîd, Îzmîr û
Mêrsînê daxuyaniyên girseyî hatin dayîn û hate xwestin ku kurdî bibe zimanê
fermî yê duyemîn.
Di daxuyaniyên bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li navçeyên Çinar, Erxen, Hezro,
Wêranþar û Silopiyê hatin dayîn de, hate xwestin ku kurdî li Tirkiyeyê bibe
zimanê fermî yê duyemîn.
Wek tê zanîn roja derketina yekem hejmara kovara 'HAWAR' wek cejna zimanê
Kurdî hate qebûl kirin.
Saziyên Kurdan: Bila zimanê kurdî fermî bibe
Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Kurdî Der û TZPKurdî, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê
Kurdî li hemû kurdan pîroz kir. Ji hemû partî, sazî, siyasetmedar, rewþenbîr
û nivîskaran hate xwestin ku zimanê kurdî bikin zimanê dil û mêjiyê xwe.
Li ser navê saziyên kurdan Sekretera Giþtî ya Kurdî Der’ê Mekiye Ormancý, li
ber avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapameniyê.
Ormanci, bal kiþand ku digel her tiþtî hê zimanê kurdî li Tirkiyeyê serbest
nebûye û ji dewletê xwest ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bike 2’emîn zimanê
fermî û ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.
Ormanci, bang li hemû siyasetmedarên kurd kir ku polîtîkaya xwe bi zimanê
kurdî bikin û wiha got: “Zimanê kurdî zimanekî xweþ û þêrîn e; di serî de
partî, sazî, siyasetmedar, rewþenbîr, nivîskar, hunermend, em bang li hemû
gelê xwe dikin ku li her derê li hemberî asîmîlasyonê helwesteke neteweyî
nîþan bidin, rûmetê bidin zimanê xwe, li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê
xwe bikin zimanê dil û mêjiyê xwe.” Ormanci, diyar kir ku wan dirûþma “Jiyan
bi kurdî, kurdî jî bi azadiyê xweþ e” ji xwe re esas girtine û wiha axivî:
“Kurdî beyta Ehmedê Xanî, Hawara Celadet Bedirxan, deng û awaza Hosan
Serhat, Delîla ye.” Di daxuyaniyê de 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li
hemû kurdan hate pîrozkirin.
Piþtî daxuyaniyê li kuçe û kolanên Amedê belavokên bi zaravayê kurmancî û
zazakî hatin belavkirin. Di belavokê de bang li hemû kurdan tê kirin ku li
zimanê xwe xwedî derkevin û beþdarî her cure çalakiyên ziman bibin û her
çalakiyê jî bi zimanê xwe bixemilînin.
Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
Li Tirkiyeyê daxwaza zimanê zikmakî bi taybetî jî daxwaza zimanê kurdî
hertim bû sedema pêkutî û êrîþan.
Di qampanyayê ku beriya niha ji bo kurdî hatin meþandin de hezaran xwendekar
ji dibistanan hatin avêtin, malbat hatin binçavkirin û niha jî di qampanyayê
de nivîskarê kurd tên girtin.
Niyeta AKP'ê ya xapandina kurdan di pratîka wê ya demên dawî de jî bi
awayekî zelal derketîye holê. Ji aliyekê ve bi navê TRT 6 kanaleke qaþo bi
kurdî vedike, ji aliyê din ve jî her roj doz li zimanê kurdî vedike. Li
girtîgehan girtîyên ku bi malbatên xwe re bi kurdî diaxivin ceza dike,
rojname û kovarên kurdî digire û li Meclîsê axaftinên kurdî wekî 'zimanê
nayê zanîn' dide qeyd kirin. Ev hemû jî rewþa polîkayên AKP'ê radixe ber
çavan. Ji bo AKP samîmî be divê zimanê kurdî bigihîne ewlehiya Makezagonî û
wekî zimanê fermî qebûl bike.
Li gel ku dewleta Tirk di gelek qadan de zimanê Kurdî qedexe dike jî kurd
pêy hev çalakî û kampanyên xurt bo zimanê Kurdî pêk tînin.
Wek tê zanîn dewleta Tirk li hemberî rastiya zimanê Kurdî, rastiyên roja me
û têkoþîna kurdan neçar ma ku di televiyona dewleta Tirk a TRT de kenalake
taybet bi zimanê kurdî veke
Lê aliyê din de jî qedexe û zextên ser zimanê kurdî didome û ev yek jî dibe
sedema gavên dewleta Tirk wek gavê xapînok were dîtin.
Kurd dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û navên cîh waran ên bi
kurdî þûnve bêne vegerandin û dîsa bibin Kurdî. Ji bo navên gund, bajar,
deþt, dol, gelî, rûbar û erdnîgariya kurdan ên hatine guhartin cardin bên
îade kirin di zûtirîn demê de di zagonan de sererastkirin bên pêk anîn
(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|