|
Dewleta Tirk terora xwe
bi raporan nikare veþêre
K-NETEW
Weþandin:14 Kewçêr, 2009


AMED (DIYARBEKÎR)
-- Wek tê zanîn deh roj berê dewletê Tirk zarokeke biçûka binavê
Ceylan Onkol qetl kir.
Doh rapora krîmînal a der barê qetilkirina Ceylan Onkol ku di teqîna 28’ê
îlonê li Mezraya Doleka Gundê Þenlîka Licê pêk hatî de jiyana xwe ji dest
dayî temam bû.
Balkêþê di raporê de li þûna bê daxuyandin teqîn bi çi çêbûye hate
diyarkirin ku teqîn bi hawanê çênebûye.
Skandalên der barê qetilkirina Ceylanê de ne tenê ev e.
Ligel îfadeyên þahidên bûyerê û rapora ku ji aliyê ÎHD’ê ve hatibû
amadekirin b erê jî ji Wazareta Dadê û heta Artêþa Tirk bi biryar û
daxuyaniyan li peyhev skandal qewimî bûn.
Li meraya Doleka gundê Þenlîka Licê ya Amedê di 28’ê îlonê de teqînek pêk
hatibû. Di encama teqînê de Ceylan Onkol a 12 salî hatibû qetilkirin.
Þahidên bûyerê diyar kiribûn ku Ceylan bi hewan an jî roketek ji Tabûra
Cendirmeyan a Tapantepeyê hatiye avêtin, hatiye qetilkirin. Di rapora
krîmînala a qetilkirina Onkol de jî li þûna sedema teqînê bê diyarkirin,
parastiya, “Teqîn ji ber hawanê pêk nehatiye” hate kirin. Rapor ji Dozgeriya
Komarê ya Amedê re hate þandin. Piþtî ev rapor di çapemeniyê de hate
weþandin dozgeriyê rapor înkar kir. Dozgeriyê daxuyand ku rapor negîhîþtiye
ber destên wan. heke rapor bê jî ji ber ku biryara nepenîtiyê heye aþkera
nakin. Rapor Emniyeta Amedê daye çapemeniyê.
Ji wezaretê biryara skandal
Wezareta Dadê der barê qetilkirina Ceylan Onkolê (12) de biryareke skandal
dabû. Wazereta Dadê der barê Dozgerê Komarê yê Licê Mustafa Kamîl Çolak ê
piþtî 3 rojan çûbû cihê bûyerê de pêwîstî bi lêpirsînê nedîbû. Dîsa Dozgerê
Komarê yê Lîcê Çolak jî der barê bûyera qetilkirina Ceylanê de biryara
nepenîtiyê dabû.
Derewa serfermandariyê
Skandalên der barê qetilkirina Ceylanê de tenê bi vê yekê dawî nebûn.
Serfermandariya Giþtî ya Artêþa Tirk daxuyaniyek der barê qetilkirina Ceylan
Onkol de dabû . Di daxuyaniya li ser navê Serokê Daîreya Ragihandina
Serfermandariyê Metîn Gurak de hatibû îdiakirin ku kuþtina Ceylan Onkolê li
hemberî Artêþa Tirk wekî hêmayekê antîpropogandayê tê bikaranîn. Fermandarî
þûna der barê qatilên Ceylanê de agahî bide îdia kiribû ku bi vê bûyerê li
hemberî Artêþa Tirk þerekî asîmetrîk û bi organîze tê meþandin.
Ceylan kirin ‘terorîst’
Der barê qetilkirina Ceylanê de skandaleke din a dozger jî derketibû holê.
Dozgerê Komarê yê Licê Mustafa Kamîl Çolak ê ku piþtî 3 rojan çûbe cihê
bûyere, lêpirsîna der barê qetilkirina Ceylan Onkolê di çarçoveya “sûcê
terorê” de nirxandibû. Dozger qetilkirina Ceylan Onkolê wekî “têkoþîna
leþkeran a li hemberî PKK’ê” an jî “çalakiya PKK’ê” nirxandibû. Her wiha der
barê dosyayê de biryara nepenîtiyê dabû.
ÎHD’ê rapor amadekiribû
Heyeta ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), MAZLUMDER’a Amedê, Baroya Amedê û
Odeya Tabîban a Amedê der barê qetilkirina Ceylan Onkolê de rapor
amadekiribû û bal kiþandibû li ser îhmalkariya dewletê. Sekreterê ÎHD’a
Amedê Burhan Zorooglu rapor ev tiþt gotibûn: “Li gorî agahiyên gundiyan
dayîn di encama hewana leþkeran de Onkol jiyana xwe ji dest daye. Di
hevdîtinan de gundiyan diyar kiriye ku saet di 11.30’an de pêþiyek dengek
bihîstine û piþtre teqîn çêbûye. Gundiyan gotine ku piþtî teqînê çûne cihê
bûyerê. Birê Onkol, Rifat Onkol ku pêþiyê çûye wir, diyar kir ku bi cesedê
xwîþka xwe yê parçe bûyî, dîtiye. Parçeyên canê Onkol û kincên wê li cihek
150 metre li derdorê belav bûne.”
Zooroglu, bal kiþandibû li ser neçûyîna Serdozgerê Komarê jî wiha axivîbû:
“Piþtî teqînê ji rayedarên dewletê kes neçûne cihê bûyerê, di wateya bi kar
anîna hiqûqê û hurmeta ji bo mafên mirovan de, xemsariyek mezin e. Dîsa li
cihê rayedarên camaweriyê, meleyê gund þandina cihê bûyerê û dawaza dîmen û
wêneyan kiþandinê jî, wekî rewþek nayê fêmkirin e.
Her wiha heyetê di rapora xwe de xwatibûn ev pirs jî bên bersivandin:
“Heteya me di wê baweriyê de ye ku pêwiste hin pirsên jêrîn ji aliyê
rayedarên îdarî ve bêne zelal kirin: Cûreyê çeka ku hatiye bikar anîn çiye?
Divê bê tespîtkirin ku cûreyê teqemeniyê çiye. Çima rayedar di heman rojê de
neçûn cihê bûyerê? Ger ku pirsgirêka ewlehiyê hebe çima dozgeriyê melayê
gund peyvirdar kiriye û þandiye cihê bûyerê. Ev çiqasî li gorî hiqûqê rast
e? Çima otopsî li cihê bûyerê nehatiye kirin û birine qereqolê kirine?” Prz.
Ongor, diyar kir ku Dozgeriya Komarê ya Lîceyê bûyer paþguh kiriye û wiha
got: “Dozgeriyê li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî tevnegiriya ye. Hiqûq
hatiye binpêkirin. Divê rayedarên îdarî û dadî lêpirsînek fireh bidin
meþandin û faîl zelal bikin. Her wiha divê hikûmet û Komîsyona Mafên Mirovan
a TBMM’ê li ser mijarê rawestin.”
(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|