|
Kurd nexþeriya xwe
eþkere dikin - 5
K-NETEW
Weþandin:09 Kewçêr, 2009


AMED (DIYARBEKÎR)
-- Em nêrîn û pêþniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û
pêþketina Kurdistanê ji rewþenbîrên Kurd pirsîn û gellek rewþenbîr, nivîskar
û sîyasetmedarên Kurd pêþniyarên xwe ji HAWAR NETê re eþkere kirin.
Bi rêze-dosyeya "Kurd nexþerêya pêþaroja xwe eþkere dikin" a di derbarê
çareseriya pirsgirêka Kurd de rewþenbîrên Kurd nêrîn û pêþniyar û daxwazên
xwe digihînin raya giþtî ya Kurdistanî.
Mûrad
Ciwan; 'Divê kurd yekîtiyeka sivîl a eþkere û berfireh ava bikin'
DMûrad Ciwan derbarê yekîtÎya Kurdan de dibêje; "Divê kurd yekîtiyeka sivîl
a eþkere ya bi wî awayî ava bikin ku partî, rêxistin, komale, rêxistinên
civakî, aborî meslekî û grûbên kurd ên din, kesayetiyên ronakbîr û siyasî
yên ên Kurdistanî pêk tê."
Nexþeriya Mûrad Ciwan wiha ye;
Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li bakûrê Kurdistanê di
dema nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan bavêje?
Di dewra nêzîk û navîn de dewlet lazim e van bike:
- Divê destûr bê guhertin ; tê de li gel hebûna tirkan hebûna gelê kurd û
kêmneteweyên li welêt bê qebûl kirin. Yan jî ji wan maddeyên ku neteweyê
tirk derbas dibe hemû peyvên tirk bên maliþtin, hemwelatiya Komara Tirkiyeyê
di destûrê de bê bicîkirin û navê miletan neyê dayîn jî di destûrê de bê
qebûlkirin ku Tirkiye ji pirneteweyan, pir zimanan, pir dînan û pirr
mezheban pêkhatiye û ev xwdan maf in, dewlet mafên wan garantî dike.
Kemalîzm ji destûrê bê derxistin. Ji bo meriv li Tirkiyeyê welatî be meriv
ne mecbur e kemalist be an ji Kemal hez bike. Divê laîkiyek (sekuleriyek)
welê bê qebûlkirin. Misilman yan ne misilman, sunî yan elewî hemû dîn û
mezheb bi serbestî dine xwe bijîn. mafên însanî bi her awayî bê parastin
- Navê dezgehan bê guhertin ; wekî ji dêlva « Türk Silahli Kuvvetleri »
gotina « Turkiye Cumhuriyetî Silahli Kuvvetleri, ji dêlva « Türk bayraðý”,
“Türkiye Cumhuriyeti bayraðý” bê danin.
- Ordu, polis, MIT û dezgeyên din ên dewletê ên hesas li gor astên dewletên
demokratîk prensîbên Yekîtiya Ewropayê bên reformekirin, li van dezgehan
sîstema tekneteweyî bê rakirin, ji bo çend salên pêþiya me kontenjanên mezin
en taybetî bên vekirin ku kurd wek kurd di van de cih bigrin, bibin subay û
hilkiþin meqamên bilind.
Di dezgehên dewletê ên sivîl de jî ev proje bên detpêkirin. Her awe
miameleya cudakirinê a li hemberî welatiyên kurd bê rakirin. Mafên însanî,
ên jinan, ên zarokan, ên dînan, mezheban û kultur û zimanên cuda bê naskirin
ji bo bikaranîna wan derfet bên peydakirin.
- Qanûnên ku danîna partiyên kurdan, propaganda û xebata siyasî, civakî û
kulturî ya bi kurdî di wextê hilbijartinan û wextên din de qedexe dike bên
guhertin û kurdî di van waran de bê serbestkirin.
- Qanûn û biryarên ku radyo û televizyonên resmî û yên taybetî serbest dikin
bê derxistin. Navên kurdi (û zimanên din ên ne tirkî jî) yên gund, bajar,
deþt, newal, çiya, çem û taxên kurdan li wan bê vegerandin. Li van deran her
gund, bajar tax xwedan maf bin bi referandumê biryarê bidin. Meclisên
bajaran û sharederî di van waran de xwedan selahiyet bin, ne walî û
wezaretên merkezî yan eskerï
- Divê li hemû bajaran di hemû warên dezgeyên resmî de servîsên kurdîzan ji
bo xizmeta welatiyan bê vekirin, personelên duzimanî bên girtin. Ji bo
perwerdekirina personelên du zimanî xwendegeh û kursên kurdî bên vekirin.
- Divê qanûna bajar û belediyan bê guhertin. Desthilata mezin ji merkezê bê
sitendin û belediye berpirsiyarî û selahiyeta wan bê zêdekirin. Eskerî ji
îdareya bajaran bê vekiþandin. Berpirsiyariya waliyan di bin a serokê
þarederiyan de be, walî ne di ser wan re bin. Hêzên ewleyiyê ên ser bi
bajaran ve bên amadekirin.
- Resmî di xwendegehen de ji mekteba destpêke heta dawiya lîseyê dersa
zimanê kurdî bê destpêkirin (destpêkê kare bi hilbijartin be, lê di demeka
navîn de divê ev bibe mecbûrî.) Li hemû unîversîteyên Kurdistanê beþê ziman
û edebiyata kurdî, dîroka kurd û kurdistanê bên vekirin. Lêkolînên li ser
ziman, edebiyat dîrok û warên cihê ên civaka kurd destpêbibin. Li çend
bajarên Kurdistanê derhal xwendegehên bilind ên ku mamosteyên kurdî
digihînin bê vekirin. Di vî warî de alîkarî ji Kurdistana baþûr û ji derveyî
welêt ji kurdolojiyan û dezgeyên perwerdeyê yên kurdan alîkarî bê stendin.
- Li gel alaya Tirkiyeyê alaya kurdan jî li deverên Kurdistanê û dezgehên
kurd bê hilavîstin. Di demeka nezîk de li Kurdistanê lazim e çar ala bên
hilavîstin; ALAYA YEKÎTIYA EWROPAYÊ, ALAYA TIRKIYEYÊ, ALAYA KURDISTANÊ,
ALAYA HER BAJAREKÎ (wek li Diyarbekirê alaya Diyarbekirê).
- Li temamê lîse û unîversîteyên Tirkiyeyê fêrbûna kurdî berê wek
hilbijartin piþt re jî ji bo gihandina welatiyên duzimanî mecbûrî bibe.
- Divê îmkan bê vekirin ku xelkê sivîl li gor programekê xwendegehên fêrbûna
zimanê kurdî vekin ji destpêkê heta lîseyê. Dewlet alîkariya maddî bide van
dezgeyan.
- Dewlet butçeyeka taybetî pêk bîne hemû kitêbên ziman û edebiyata kurdî ên
klasîk û modern biweþîne. Dezgeyên wergerandina berhemên cîhanî ên edebî û
klasîk bo ser zimanê kurdî veke. Kitêbên kurdî bikire û li kutupxaneyên
Tirkiyeyê belav bike.
Alîkariya meddî û kadroyî bide rojname, muzîk, huner, medya û weþanî.
Fondeka taybetî bê vekirin da nivîskar û hunermendên kurd karibin pê bijîn.
- Ji bo dawîlânîna þerê çekdarî li gel DTP-ê û PKK-ê li gor usuleka maqûl
peywendî bê danîn. Alîkarî ji Herêma Kurdistanê jî bê stendin. Bi navê
Qanûna Aþtiya Civakî (Toplumsal Bariþ, ne bi navê Genel Af) qanûnek bê
derxistin ku çekdar yan ne çekdar hemu PKK-yî serbest vegerin welatên xwe,
li zîndanan girtiyên kurd ên siyasî nemînin (Divê Ergenekonî nekevin ber vê
qanûnê). Li derveyî welêt sirgûniyên siyasî nemînin. Yên vegeriyan dezgehên
civakî û tendurustî bên avakirin ku yên mihtac bên rehabîlitekirin. Kar ji
bo wan bê dîtin, yên biumir meaþê teqawudê ji bo wan bê derxistin.
- Sîstema korucutuyê bê belavkirin. Lê meaþê korucuya berdewam be, ew di
karên sivîl de bên bicîhkirin, yên bi umir bên teqaudkirin.
- Gundên ku hatin valakirin bê avakirin, gundî vegerin tazminat ji bo wan û
ji bo malbatên kuþtiyên fail nediyar bê dayin, ew bên teþwîqkirin da karên
nuh bibînin.
- Sîstemeka lêkolînê bê danîn da cirm û cînayetên mezin ên van 30 salên
dawiyê bên eþkerekirin.
- Projeyên aborî yên ku hatine îlankirin derhal destpêbibin. Teþwîq bên
zêdekirin. Dewlet li heryek bajarên Kurdistanê fabrîke û dezgehên dewletê
deyne. Hin daîreyên mezin ên dewletê ji Anqerê karin bên rakirin hin bajarên
Kurdistanê. Her wekî Merkeza Sosyal Sigortayê, yan Posteyê, yan daîreya
zikatê (vergiyê, bacê) dikare bê guhastin Diyarbekirê. Di dewra teknolojiya
nuh a internetê de dikare merkeza van daîreyan ne li Anqerê lê li Diyarbekir
an bajarekî din ê Kurdistanê be.
- Ji bo heywanxwedîkirin û çandiniyê dewlet îmkan û teþwîqên nuh ên teknîk û
fînansî bide, GAP zû bê temamkirin, erdên mayinkirî bên maliþtin û erd
xizmeta herêmê bê esasgirtin û bê bikaranî
- Orduya mezin ji Kurdistanê vekiþe hejmareka maqûl ji bo parastina hidûdan
bimîne. Sîstema Jenderme bê belavkirin û ji bo ewleyiya derveyî bajaran
sîstemeka sivîl a bi wezareta hundur ve girêdayî bê avakirin. Esker bi her
awayî ji parastin û ewleyiya hundurê welata bê vekiþiyan.
- MIT dev ji karên xwe yên îstîxbarata hundur berde, berê xwe bide derveyî
welêt karê îstîxbaratî yên li hemberî siyasiyan, minorîteyên milî, dînî û
mezhebî bê lexukirin, îstîxbarata emniyetê tenê li hemberî karên krîminel ên
þexsî û rêxistinî û terorê be.
- Herêma Kurdistana Iraqê derhal resmî û bi eþkereyî bê naskirin,
konsolosxane li Hewlêrê bê vekirin, esker û mixaberatên ku li wê derê ne, bê
vekiþiyan. Peymaneka gelek alî a aborî tîcarî, kulturî û di warê petrol, gaz
înþaat, enerjiyê de bê îmzakirin. Welatiyên Tirkiyeyê bi taybetî yên bajarên
nêzî hudûd biçin li Kurdistanê yatiriman bikin, ê wê derê bên li Tirkiyeyê û
li bakur yatiriman bikin. Bi kêmasî du deriyên din ên hidûd bên vekirin.
Deriyên heyî bên serbestkirin da dûvikên bi rojan ên kamyonan nemînin.
- Divê Tirkye siyaseta xwe ya li ser Kerkukê biguhere. Qebûl bike ku maddeya
140-ê tatbîq bibe û mihawele bike ku Kerkûk û deverên ku tirkman û kurd lê
ne vegerin ser Herêma Kurdistanê. Projeya petrol û gazê a Kerkuk Îskenderûnê
zû bê xelaskirin, ev xet bi Nabuccoyê ve bê entegrekirin.
- Bo meþandina van karên reforman li ser pirsgirêkên kurd ên demkurt û dema
navîn wezareteka koordinator a ji bo reformên pirsgirêka kurd bê danîn,
Girêdayî bi vê wezaretê li bajarên pêwîst daîreyên koordînator bên danîn.
Butçeyeka cidî ji bo vê bê veqetandin.
- Tirkiye ew þertên ku endametiya Yekîtiya Ewropayê garantî dike hemuyan
bicîh bîne.
-Tirkye nexþeriyeka dûrudirêj amade bike ku ê çawa sîstemeka nuh a ne unîter
û ne merkezî li Tirkiyeyê deyne ku tirk wek millet xwedan îmkan û derfetên
çi ne, kurd jî wek milet bibin xwedan wan derfetan. Û îradeya ku ê ber bi
wir de biçe îlan bike.
Gelo ji bo bi dest xistina mafên xwe yên neteweyî û ji bo pêþerojeke bihêz
di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin?
- Divê kurd yekîtiyeka sivîl a eþkere ya bi wî awayî ava bikin ku DTP,
partî, rêxistin û grûbên kurd ên din, kesayetiyên ronakbîr û siyasî yên kurd
û kurdistanî (ereb, suryanî, ermenî yahûdî, tirkman, azerî û her kî hebe)
rêxistinên minorîteyên dînî û mezhebî ên Kurdistanî, rêxistinên civakî yên
wek baro, odayên aborî, sinaî û bazirganî, sendîka, komeleyên kulturî û yên
mafên jinan, zarokan û yên meslekî yên din tê de amade bibin.
Di vê platformê de divê cih ji rêxistinên AKP-ê ên Kurdistanê ên ku
çareseriya pirsa kurd dixwazin jî hebe. Rê heta ji rêxistinên Kurdistanê ên
partiya CHP, Selametê û partiyên din ên ku bi rastî jî çareseriyê dixwazin
hebe. Bi her awayî bibe platformeka neteweyî ji bo ”DAXWAZÊN DEMA KURT û
NAVÎN”.
- Divê ev platform bi saya pisporên kurd yên hiqûqî, siyasetzanan û nunerên
siyasî yên kurdan eger karin du miswedeyên DESTÛRA TIRKIYEYê yên ku ew
dixwazin amade bikin. Yek miswedeya destûra demdirêj (azamî) ya din
miswedeya destûra demkurt (asgarî). Eger ev platform li ser destûra dema
azamî lihevneke dikare miswedeyek ”DESTÛRA KURDAN A DEMA KURT Û NAVÎN”
binivîse û pêþkêþî raya Tirkiyeyê bike.
- Ji bilî vê, maddeyên ku me li jorê ji bo dewleta tirk destnîþan kirin kurd
wan bikin programa xwe û ji bo cîbicianîna wan bi metodên rasyonel, zîrek û
bikêrhatî yên eþtiyane têkoþînê bidin, mihawele bikin ku li hundur, li
herêmê û li qada navneteweyî piþtgiriyeka xurt ji bo wan bidestxin.
Mûrad Ciwan kîye?
Mûrad Ciwan nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarê kurd e.
Ciwan di sala 1956'an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê. Heta dawiya mekteba
mamostetiyê li Diyarbekirê xwendiye, lê dîplomeya xwe ya mamostetiyê ji
mekteba mamostetiyê ya Akþehirê (qeza Konyayê) wergirtiye. Salekê li
Diyarbekirê mamostetiya zimanê îngilîzî û salekê jî li Unîversîteya
Îstanbûlê huqûq xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî xwendina xwe temam
nekiriye. Di nîsana 1980-yî de derkatiye derveyî welêt, piþtî darbeya 12'ê
îlona 1980-yî ya li Tirkiyeyê li Swêdê bicî bûye. Heta dawiya sala 1992-yê
aktîf di xebata siyasî ya þoreþgerîya kurdewerî de cî girtiye, demekê
sekreteriya giþtî ya PPKK'ê (Partiya Pêþeng a Karkerên Kurdistanê) kiriye.
Di sala 1992'yê de ji xebata siyasî ya aktîf vekiþiyaye û xwe daye kar û
barê medya, lêkolerî û nivîskariyê.
Ji 1981'ê heta tîrmeha 1997-ê berpirsiyariya redaksiyona rojnameya Armancê
kiriye. Gellek meqaleyên wî yên bi tirkî û kurdî li ser pirsgirêkên siyasî,
li ser ziman, dîrok û edebiyata kurdî di kovar û rojnameyên curbecur de
hatine weþandin.
Mûrad Ciwan di sala 2006'an malpera Netkurdê avakir û hê jî wek gerînendeyê
Netkurdê karê xwe dimeþîne û gotarên wî ser Netkurd û weþanên cûda de tê
weþandin.
Ew bi Mukkades Çilgin re zewicî ye û bi navê Rûken, Nûþîn, Rûgeþ û Ariya çar
zarokên wan hene.
Berhem
Türkçe açýklamalý Kürtçe Dilbilgisi - Kurmanc Lehçesi (Rêzimana Kurdî bi
þîrovekirina bi Tirkî-Lehceya Kurmancî)
Ahmedê Xanî - jiyan, berhem û bîr û baweriyên wî
Munzur
Çem; 'Gava pirsgirêk di her alî de hat ronîkirin, referandumek bê çêkirin û
gelê Kurd di derheqa pêþeroja xwe de biryarê bide'
ÇMunzur Çem derbarê helwesta dewleta
Tirk de kurdan hiþyar dike û dibêje; "Desthilatdaran, hedefe ku bi slogana
„yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziwanê û yek dîn“ tê ziman, terk
nekirîye. Bêguman nav wan de kesên ku þaþîtîya vê stratejîyê dibînin û
dixwazin ku bê terkkirin hen in, lê ew daxwaz wek helwestek polîtîk di
rojeva dewletê de cîh negirtîye. Guhartin û gavên dewletê taktîkî ne"
Nexþeriya Munzur Çem wiha ye;
Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li bakûrê Kurdistanê di
dema nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan bavêje?
1. Ji ber ku pirsgirêka Kurd re çareserîyek aþtîyane bê dîtin, berê her
tiþtî gere azadî hebe. Azadîya dîtinê, azadîya çapemenîyê, azadîyê
organîzebûnê û êd. Ji ber vê yekê dewlet gere wext wunda meke, sîstemê
demokratîze bike; yanê qedexe û asteng ji holê bên rakirin, projeyên
asîmîlasyonê bên sekinandin, ji bo gelê Kurd û kemneteweyan mafên kulturî,
demokratîk û polîtîk, bêsînor bên naskirin,
2. Ji ber ku zimanê Kurdî (gore herêman Kurmancî yan jî Kirmanckî) bibe
zimanê fermî, gav bên avêtin. Bêþik, di vê babêtê de perwerde cîyek pir
giring digire. Di alîyek de zarurî ye ku naveroka programa perwerdeyê jî
rasîstî û þovenîstîyê bê paqijkirin, li ser esasên demokrasî û we khevîyê
nûva bên amadekirin. Di alîyê din da jî, ji ber ku Kurdî ji bo zarokên Kurd
bibe ziwanê perwerdeyê û kemnetewe jî bikarin dîsa di dibistanan de bi
zimanê dayîkê xwendin û nivîsandinê fêr bin, gav bên avêtin.
3. Operasyonên leþkerî ji têde, hemû metodên þîddetê bên terkkirin. Leþker
ji bajar û qezayan bên durxistin, çalakîyên leþker û polîs ên ku armanca wan
tehdîdkirina gel e, bên sekinandin. Herêmên mayinkirî bên paqijkirin û gor
bercewendîyên gelê vê heremê nûva bên awankirin. Ji bo awankirina gundên
valakirî tedbîr bên girtin, neheqîyên ku li xelkê hatine kirin, bên
telafîkirin.
4. Çêkirina bendavan bê qeyd û þert bê sekinandin. Ji bo parastina tebîatê û
eserên kulturî û dîrokî tedbîr bên girtin.
5. Li Kurdîstanê paþvamayina aborî, neticeyek polîtîka dewletê ye. Ji bo
telafîkirina vê rewþê û bilindkirina qalîteya jîyanê, programek taybetî bê
amadekirin û tedbîrên cîddî bên girtin.
6. Astengên ku di nav parçeyên Kurdîstanê de rê nadin têkilîyên baþ û
pêþvecû yî, ji holê bên rakirin.
7. Gava ku di atmosferek azad de, li ser pirsgirêkê têra xwe hat qisekirin û
pirsgirêk di her alî de hat ronîkirin, referandumek bê çêkirin û gelê Kurd
di bi îradeya xwe ya azad derheqa pêþeroja xwe de biryarê bide.
Ez di vê babetê de dixwazim berê vîya bejim. Rast e, di derheqa Kurdan de
politikaya dewleta Tirk a 85 salî îflas kirîye û vê rastîyê jî kesên ku
dewletê îdare dikin, ji hekesî baþtir dizanin. Ji ber vê yekê jî behsa
guhartinan dikin. Behs dikin lê mabesta wana guhartinek bingehî nîye. Ew
hîna jî bi stratejîya 1924an va girêdayîne. Desthilatdaran, hedefe ku bi
slogana „yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziwanê û yek dîn“ tê ziman, terk
nekirîye. Bêguman nav wan de kesên ku þaþîtîya vê stratejîyê dibînin û
dixwazin ku bê terkkirin hen in, lê ew daxwaz wek helwestek polîtîk di
rojeva dewletê de cîh negirtîye. Guhartin û gavên dewletê taktîkî ne.
Em werin ser pirsa we ya duemîn; „Di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi
bikin?“
1. Guhartinên ku dewlet behs dike, di çareserkirina pirsgirêka miletek
bindest de gavên piçûk in, lê, eger meriv polîtîka Dewleta Tirk a 85 salî
bide ber çavan, dibîne ku usa nînin. Piçûk yan jî mezin ferq nake; gavên ku
tên avêtin, eger gor bercewendîya gelê me baþ in, wek Kurd em gere li gel
bin, xwedî derkevin û ji bo beþvebirinê bixebitin.
2. Eþkere ye ku îro di bakûrê welêt de sîyaseta kurd an li bin bandura
partîyek de, di eslê xwe de bin bandura yek kesê de ye. Di polîtikaya PKK
yan jî serokê wê Öcalan de 2 taybetîyên giring henin:
a) Berê her tiþtê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, programek wan ê
vekiri yan jî ronî tune. Zu-zu dîtinan diguharin; îro tiþtek dibêjin sibê
tiþtek din. Cuda-cuda kes, cuda-cuda nêrîn û daxwazan tîne ziman. Bêguman ev
jî dibe sebebê alozîyek mezin. Bi vê rewþê þansê serketinê tune.
b) Tiþtên ku Öcalan û partîyê wî, ji bo çareserkirina pirsa Kurd heta îro
eþkera kirine, di eslê xwe de mafên ferdî ne. Bêþik, mafên sexsî yan jî
ferdî jî muhim in û meriv nikare vana piçûk bibîne. Lê, gere em xwe bîr
mekin ku azadîya miletek bindest, bi destxisitina mafên kollektîf va g
irêdayîye. Mafên sexsî, têra çareserkirina pirsgirêka Kurd nakin. Kurd di
têkoþîna xwe de gere vê rastîyê ji çavan dûr mexin.
3. Bi taybetî jî di dema guhartinên mezin de, hebûna dezgehên neteweyî yan
jî mîllî pir giring e. Li ser pêþeroja miletek, yek partî yan jî þexsek na,
gere gel bi xwe biryar bide. Ev çava dibe? Ev jî bi rêya dezgeh û sazîyên ku
bi berfirehî gelê temsîl dikin, yanê bi rêya dehzgeh û sazîyên neteweyî
dibe. Lê mixabin, Kurd îro ji vê pozîsyonê gelek dûr in.
5. Di alîyê organîzebûnê de rewþ çava dibe bila bibe, nav Kurdan de zor û
þîddet gere ji rojevê dûr bikeve. Dostayî, alîkarî û hevgirtin, gere di nav
Kurdan de bibe esasê têkilîyê.
6. Kolonyalîzma Tirk heta îro, stratejîya xwe li ser înkarkirina gelê Kurd
inþa kirîbû. Niha, ev polîtîka gav bi gav tê terkkirin lê ji ber ku armancên
stratejîk nehatine guha rtin, derev û lîstikek diçe, þuna wî de yekê nû tê.
Îro, parêzger û alîgirên sîstemê, bi hemû îmkanên xwe, berxwe didin ku pê
gelê bixapanin, bêhîvîtî û bêwarîtîyê belav bikin.
Þik tune, hemberê vê kampanyaya nerast, barê herî giran dikeve ser milê
întellektuelên Kurdan. Kurd, bi gotinên vala na, gerê bi zanayî, bi belge û
dokumentan bersiva kolonyalîstan bidin, derev û durûtîyên wana eþkera bikin.
7. Kurd gere ber xwe bidin ku di her alîyê civakê de, wek netewe xwe
organîze bikin. Ciwan, jîn, mamosta, doktor, muhendîs, karker, rojnamevan,
nivîskar, hûnermend û ên din, hemû bibin dezgehên demokratîk û kulturî yên
neteweyî.
8. Kurd gere ji bo þîkestina têsîra asîmîlasyonê ber xwe bidin, di her alîyê
jîyanê de ziman û sembolên xwe pê kar bînin; dîroka xwe, welatê xwe, kultur
û nasnameya xwe baþ nas bibin.
9. Hem di nav bajarên bakûrê Kurdîstanê de hem jî di nav cuda-cuda parçeyên
Kurdîstanê de, ji bo pêþketina têkiîyên kulturî, sosyal û aborî gav bên
avêtin.
10. Çiqas ku ji destê Kurdan hat, îdareya welatê xwe bigirin destê xwe, bi
dilsozî gelê xwe ra xizmetê bikin.
11. Bilindkirina hîsên neteweyî jî gelek muhim e. Lê, þerte ku, kirina
xebatek usa de, hemberê gelek din tu carî dijminatî, kin û nefret cih
megire. Dijminê gelê me hêzen dagirker in, kolonyalîst in, gel nînin.
Munzur Çem kîye?
Rojnamevan û nivîskar Munzur Çem di sala 1945'an de Kêxî (Cêxî) Qurze de
hatiye dinya. 1971 de kî Fakulteya Îqdîsadî û Ticarî ya Berz ya Enqere
qedandiye.
Munzur Çem, ji 1970'an vir ve meqale, roman û çîrokan dinivsîne. munzur Çem
bi giranî bi zaravaya Kurdî Kirmnackî dinivsîne. Navên cuda bi karanîye wek
H. Toprak, A. Taþ, M. Çem, B. Þilan, S. Dilan, Mirzali Çimen...
Di hin rojname û malperan de gotarên wî tê weþandin.
Munzur Çem, yek ji damezrênerê Kurd-PEN ye.
Berhemên wî
A. Taþ, Türkiye Kürdistaný: Ekonomik ve Sosyal Yapý (Kurdistanê Týrkiya,
Halê Ekonomik û Politik), týrki. Özgürlük Yolu Yayýnlarý, Çeleyo Qýz 1985.
Gülümse Ey Dersim -Roman 3 Cilt- (Býhuye Ey Dêrsim), týrki. Özgürlük Yolu
Yayýnlarý 1990, 1991, 1993 Koln.
Mirzali Çimen, Dünü ve Bugünüyle Gerikalmýþlýk Sorunu (Výjêri ra bý Ewro
Problemê Pêysermendýþi), týrki. Öz-Ge Yayýnlarý 1991 Ankara.
Hotay Serra Usývê Qurzkýzi, Kýrmancki (zazaki) 1992 Weþanên Roja Nû,
Stockholm.
Tayê Kýlamê Dêrsimi. Kýrmancki, 1993 Stockholm.
Ferheng Kurdi-Týrki, (Kýrmancki / Zazaki- Türkçe Sözlük) Stockholm.
Alevilik Sorunu ve Dersim Ayaklanmasý Üzerine (Problemê Elewiyên û
Xoverdayiþê Dêrsimi Ser o), týrki. 1995 Stockholm. No kitab hetê nustoxi ra
reyna ame wendene, tayê meseleyê bini nusnayî û bý nameyê "Dersim'de
Alevilik" hetê Peri Yayýnlarý ra 1999 de, ede Istanbul de ame çapkerdene.
Ormanýn Dili (Vengê Býrri) sanýki, týrki 1996 Stockholm.
Ýsyana Çaðrý -Roman- (Vengdayiþê Xoverdayýþi) týrki, 1996 Stockholm.
Ekmeði de Yaktýlar -Roman- (Non ki Vêsna) týrki, Pencinar Yayýnlarý 1997
Stockholm.
Kulê 38'i -Roportaji- kýrmancki, Weþanên Komkar 1998 Koln.
Luye be Býza Kole ra - Þanýkê miyanê þarê, kýrmancki, Weþanên Komkar1998
Koln.
Tanýklarýn Diliyle Dersim 38 (No kýtab týrkiyê Kulê 38i yo û hetê Mûnzûr
Çemî ra amo çarnayine) Peri Yayýnlarý1999 Ýstanbul.
The Voice of the Forest, Komkar Publications. Ýngilizki, 2000 Koll
Osman
Aytar; ”Divê tu partî, rêxistin û kesayetî xwe nexe þûna îradeya azad a gelê
Kurd”
ZOsman Aytar dibêje; ". Divê dewlet
helw bide ku di pey þertên demokratîk û azad de referandûmek pêk bê ku li
wir gelê Kurd bi îradeya xwe azad bikaribe li ser pêþeroja xwe di navbera
çareseriyên cuda de biryarê bide. Wexta di þertên azad û demokratîk de Kurd
li ser pêþeroja xwe xwediyê biryarê bin, encamên referandûmê çi dibin bila
bibin, ger rê li ber xwe îfadekirin û xwerêxistinkirina nêrînên ku hindikayî
de mane, neyê girtên divê hemû alî îhtirama encaman bigrin."
Nexþeriya Osman Aytar wiha ye;
Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li bakûrê Kurdistanê di
dema nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan bavêje?
Berê ku ez bersiva pirsên we bidim, dixwazim li ser “dema nêzîk” û “dema
navîn” çend gotinan bibêjim ku ji bo daxwaz û pêþniyarên ku ez dê li jêr rêz
bikim giring in. Qesda mirov bi “dema nêzîk” û “dema navîn” çiye, wekî tê
zanîn dikare li gorî kesan bê guherandin. Ew girêdayî ka mirov di derbarê
pêþeroja pirsa Kurd û Kurdistanê de çi difikire jî.
Ji bo min “dema nêzîk” ew dem e ku dawî li siyaseta înkar û îmhayê bê dayin,
pirsa ku bi sedsalan e li ser wê zilim û zordestî heye bi awayekî vekirî bê
qebûlkirin û þertên demokratîk û azad ku li wir parastvanên her babet
çareseriyê xwe dikarin îfade bikin pêk bên. “Dema navîn”, ew dem e ku di
destpêka wê de divê gelê Kurd bi riya referandûmekê li ser pêþeroja xwe bi
xwe bîryar bide. Ji ber vê yekê jî “dema navîn” dê li gorî biryara gel a
azad þikil bigre. Ji ber vê yekê, ez dê di derbarê dema “navîn” de tenê
pêþniyarek di derbarê referandûmê de bînim û ji ber çarçoweya bisînorkirî ya
van pirsên we û bersivên min ez dê li ser çareseriyên ku dikarin bi encamên
referandûmeke weha bên holê nesekinim. Ew dikarin bibin babeta nivîseke yan
jî munasebeteke din. Bi vê ronîkirina kurt daxwaz û pêþniyarên (wekî çend ji
yên herî giring) min ku ez dixwazim li vir binav bikim ev in:
Di dema nêzîk de:
1. Dewleta Tirkiyeyê, gavên ku heta nuha bi navê “Vekirina Kurd” /”Vekirina
demokratîk” avêtine divê biparêze û vê pêvajoyê divê dom bike.
2. Dewlet divê berê her tiþtî êdî “Kurdbûna” pirsa Kurd û hebûna welatê wan
Kurdistan qebûl bike û dev ji wan helwestên tradisyonel ên ku Kurdan
perçeyek ji neteweya Tirk nîþandidin berde. Di vîr de pir giring e ku
sînorên cografîk û siyasî yên Kurdistana ku heta nuha di bin dagirkeriya
dewletê de ye bên diyarkirin. Ew diyarkirin ji perwerdekariya bi Kurdî heta
hemû çareseriyên din ên siyasî pir giring e.
3. Encamên ew siyaseta înkar, kuþtin, sirgûnkirin û neheqiyê ya li hember
Kurdan divê bên qebûlkirin û wekî dewlet jibo telafîkirina wan helwesteke
vekirî bên nîþandayin.
4. Bi vê naskirina “Kurdbûna” pirsa Kurdî û welatê Kurdan, Kurdistan, divê
qanûna esasî û qanûnên din bên guherandin û qedexeyiyên (him yên qanûnî, him
yên praktîkî) li ser ziman, kultur, nasname û siyaseta Kurdî bên rakirin.
5. Dewlet divê hemû girtiyên siyasî serbest berde û rê li ber yên li dervayê
welet in veke. Di vê pêvajoyê de divê gotinên wekî “efûkirin” û “poþmanî”
neyên bikaranîn ji ber ku ew riya munaqeþeyên “kî yê kê efû bike” û “kî
poþman e” vedike ku ew dikarin bibin sebebên muneqeþeyên bêberhemdar.
6. Hemû “sondên” (ya li dibistanên seretayî, li parlamentoyê, li eskeriyê û
hwd.) þovenîst û nîjadperest divê bên rakirin û ger sondên weha pêwist bin
ew dikarin li gorî pîvanên demokratîk, vekhevî û civatên pircureyî bên
amadekirin.
7. Di dibistanên dewletê (ji dibistana seretayî, yanê “ilkokul”) yên li
Kurdistanê de bi haziriyeke maqûl divê perwerdekirina bi zimanê Kurdî bê
destpêkirin. Di destpêkê de dikare di heftê de çend dersên Kurdî hebin ku ew
ji hemûyan re mecbûrî bin. Piþt re perwerde hemû divê bi Kurdî be, lê heftê
çend dersên mecbûrî divê ji bo fêrbûna zimanê Tirkî bin.
8. Divê dezgehên wekî arteþa taybetî, tîmên xisûsî, parêzgerên gundan bê
rakirin, dev ji operasyonên heyî bên berdan û ordiya Tirkiyeyê vegere
qerargehên xwe. Piþtî vegera bo qerargehên xwe awayê mayina Ordiya Tirk li
Kurdistanê jî divê li gorî encamên referandûma ku divê di dema navîn de pêk
bê tayin bibe.
9. Ji bo gund, mezra û cih û warên wêrankirî ku di encama þerê dehsalên
dawîn de hatin hole divê programeke encamdar bê amadekirin; ji bo zerarên
kes û malbatan divê tazmînat bê dayin.
Di dema navîn de:
1. Divê dewlet helw bide ku di pey þertên demokratîk û azad de referandûmek
pêk bê ku li wir gelê Kurd bi îradeya xwe azad bikaribe li ser pêþeroja xwe
di navbera çareseriyên cuda de biryarê bide. Wexta di þertên azad û
demokratîk de Kurd li ser pêþeroja xwe xwediyê biryarê bin, encamên
referandûmê çi dibin bila bibin, ger rê li ber xwe îfadekirin û
xwerêxistinkirina nêrînên ku hindikayî de mane, neyê girtên divê hemû alî
îhtirama encaman bigrin.
Gelo ji bo bi dest xistina mafên xwe yên neteweyî û ji bo pêþerojeke bihêz
di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin?
Di dema nêzîk de:
1. Kurd divê hewl bidin ku dewleta Tirkiyeyê wan daxwazên dema nêzik ên ku
min li jor binavkirin û yên wekî wan bicih bîne. Di vê pêvajoyê de divê bê
zanîn ku guherandinên ku daxwazên weha hinbêz dikin, ji bo dewleta Tirkiyeyê
û raya giþtî ya Tirk ne bêproblem in û ji ber vê yekê jî divê mirov hay ji
provakasyon û gavên bêwext hebe, nekeve dafika xêrnexwazan.
2. Ji ber ku gava heyî ji bo þikandina hin tabûyan û bi firehî
munaqeþekirina pirsa Kurd û Kurdistanê giring e, divê ew aliyên pozîtîf ên
vê gavê bi vekîrî bên ziman û piþtgirî ji bo wan bê dayin. Kurd divê di vî
warî de realîstên vîzyoner bin. Ew perspektîfek e ku qîmet dide hemû gavên
(çi biçûk çi mezin) ku xîzmeta çareseriya dadimend, demokratîk û payidar
dikin. Ji ber vê yekê mirov dikare wekî prensîb bi vekirî bibêje ku, di bin
desthilatdariyên demokratîk de, gavên nuha yên hukûmetê ji înkara berê,
otonomiya kulturî ji gavên nuha, otonomiya herêmî ji otonomiya kulturî,
federasyon ji otonomiya herêmî, konfederasyon ji federasyon, serxwebûn ji
konfederasyonê gaveke siyasî û civakî ya pêþdetir e. Li gorî baweriya min
divê bi perpektîfeke weha, beyî ku gavek ji van çareseriyan qurbana yên din
bê kirin, pêwist e ku Kurd bikaribin pêvajoja heyî bi pêvajoyên nuh ên din
bixemilinîn.
3. Divê Kurd ji bo ku statuya Kurdan, ya welatê wan Kurdistan û dagirkeriya
dewleta Tirkiye ya li Kurdistanê bê naskirin, xwediyê helwesteke pir vekirî
bin. Di vî warî vatiniyeke taybetî dikeve ser milê partî, rêxistin û
kesayetiyên Kurd. Çunkî heta ku navê pirsê rast neyê lêkirin, munaqeþeyên
weha her gav dikarin bixetimin û mentalîteye dagirkeriyê xwediyê giranî be.
4. Divê tu partî, rêxistin û kesayetî xwe nexe þûna îradeya azad a gelê
Kurd. Pir normal e ku her kes li gorî bîr û baweriya xwe pêþniyaran bîne, lê
ew divê sî nexin ser daxwaza îradeya azad a gelê Kurd.
5. Kurd divê giraniyeke taybetî bidin yekitiya nava xwe. Taybetî jî li
hember hêzên xêrnexwaz divê Kurd bikaribin bi siyaseteke hevbeþ derkevin
holê ku doza neteweyî nebe qurbana hin berjewendiyên grûbî û þexsî.
6. Divê hewl bê dayin ku þertên demokratîk û azad pêk bên ku li wir hemû
babetên çareseriyê dikarin bi azadî bên ziman. Di vîr de jî Kurd divê bi
îsrar bin.
7. Divê hewl bê dayin ku di pêvajoja jiholêrakirina dezgehên wekî arteþa
taybetî, tîmên xisûsî, parêzgerên gundan, bidawîanîna operasyonên heyî yên
ordiya Tirkiyeyê û vegera ordiyê bo qerargehên xwe de PKK jî çalakiyên li
hember ordiya Tirkiyeyê bisekinîne û hêzên xwe bikþîne dervayê sînorên
dewleta Tirkiyeyê û heta ku çareseriyeke dadimend, demokratîk û payidar bê
dîtin bi qebûlkirina îdareya herêma Kurdistana Baþûr li wir bimînin.
Di dema navîn de:
1. Di þertên demokratîk û azad de pêkanîna referandumê gelek vatinî dixîne
ser milên partî, rêxistin û kesayetiyên Kurd jî. Divê mirov di vê çareseriya
ku îradeya azad a gelê Kurd dixe navenda xwe de bi îsrar be. Form û naveroka
pirsên referandûmê bê þik ne hêsan in lê ger niyeta dewletê ne “xirab” be û
Kurd jî bi berpirsiyarî tevger bikind ê j iwan re çareserî bên dîtin. Li vir
problema herî mezin binavkirina sînorên Kurdistanê ye. Wekî tê zanîn pirsa
sînoran, di çareseriyên wekî federasyonê û otonomî de jî li gelek welatan
pirseke mezin bûye. Wekî mînak, li Kurdistana Baþûr hebûna pirsgirêka
Kerkûkê û ya hin cihên din di vî warî de ji bo me Kurdên Kurdistana Bakur jî
tijî tecrûbe ye. Lê wekî ku tecrûbeyên li Kurdistana Baþûr û li hin welatên
din jî nîþan didin, di gel van pirsan jî pêvajoya biryardayina gel a li ser
pêþeroja xwe dikare pêþve biçe. Wexta ew helbû, dê hin problemên pirsa ”kî
yê di referandûmê de deng bide” jî hel bibin.
Wekî tê zanîn, pirsa dengdanê pirseke nehêsan e û pirseke hin gelên din ên
ku bi sedsalan in li Kurdistanê dijîn e jî. Nifûsa mezin a karmendên dewletê
yên li Kurdistanê ku ne Kurd in û Kurdên bi dara zora dewletê koçê bajarên
Tirkiyeyê kirine jî ji wan pirsan in ku dê di pêvajoja referendûmê (ger
pêvajo bigîhîje wê derê) de bên holê. Lê pirsa sînorên yek ji wan pirsên
sereke ye. Ji xwe sînorên Kurdistana Bakur ne bellî bin, ew ji bo
çareseriyên wekî federasyon û otonomî jî problem in. Ji aliyê din,
referandûmên ku li Quebecê û Tîmora Rojhilatê hatine kirin ji bo Kurdan tijî
tecrûbe (ji aliyê tespîta dengdaran heta formên pirsên wê) ne. Ew hin
munaqeþeyên ku di çapemeniya Tirkiyeyê de di derbarê referandûmê de hatin
kirin bi fen û þantaj tijî ne. Referandûm ne ew e ku Kurd ya dê ji Tirkiyeyê
veqetin yan jî wexta nexwazin veqetin dê di sîstema îroyin a unîter de
bijîn. Ji ber vê yekê, di referandûmeke weha de, herî kêm divê du pirs
hebin. Yek ji wan divê ew be ku Kurd di derbarî veqetandinê de (“erê” yan
“na”) biryarê bidin. Ya duyem jî ew e ku, ger di encama bersivên pirsa
yekemîn de biryara mayina bi Tirkiyeyê re derkeve, divê Kurd bikaribin li
ser babeta (konfederasyon, federasyon, otonomî, sîstema merkezî û hwd.)
bihevdu re mayina bi Tirkiyeyê re bîryarê bidin. Di referandûmeke weha de,
wê demê ger dengek min hebe, ne ku çareseriyên din ji bo Kurdan xerab in, ji
bo ku Kurd û Kurdistan nema mexdûrên bahozên Ankarayê bin; çareseriyeke
dadimend, demokratîk û payidar pêk be û Kurd bikaribin wekî perçeyek ji
netewe û welatê perçekirî bijîn û hereket bikin, di pirsa yekemîn de ez dê
dengê ”erê”, yanê dengê xwe ji bo Kurdistaneke serbixwe bikar bînim, û ji bo
pirsa duyemîn jî ez dê dengê xwe ji bo konfederasyon/federasyonê (girêdayî
kijan ji wan herduyan wekî tercîh hebe) bikar bînim.
Ger ew referandûm di þertên demokratîk de hatibe kirin, encamên wê ne bi
dilê min bin jî, yanê ger dervayê serxwebûn û konfederasyon/federasyonê
riyeke din hatibe tercîh kirin jî, wekî kesayetiyek Kurd dê ji bo min ew
encam meþrû bin, lê ez dê bi awayên demokratîk, beyî ku li hember
destketinên heyî bim, ji bo armancên xwe yên dûrûdirêj jî kar bikim. Li gorî
baweriya min, ev perspektîf, perspektîfeke realîst a vîzyoner e ku dikare
civat û welatê Kurdan, beyî ku vîzyonên siyasî bide aliyekê, ji nuha ve gav
bi gav ava bike.
Osman Aytar kî ye?
Osman Aytar, di sala 1960î de li Kurdistana Bakur li bajarê Sêwregê
(Siverek) hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navendî li Sêwregê, ya
lîseyê li Adýyaman-Besniyê temam kiriye. Di sala 1982yan de ji ber sebebên
siyasî dev ji Fakulteya Tibê ya Diyarbekirê berdaye û derketiye derveyî
welêt û li Swêdê bicih bûye. Di hin partiyên Kurdistana Bakur de di organên
birêvebir de kar kiriye. Di sala 1986an ji bo karê siyasî vegeriyaye welêt û
di salên 1990 û 1993yan de du caran ji bo xebata xwe ya siyasî û rewþenbirî
hatiye girtin. Demek berpirsiyariya giþtî ya rojnameya Medya Güneþi ku li
Istanbulê der diket kiriye. Ji bo du nivîs û axaftineke xwe 6 sal cezayê
hepsê girtiye û ji ber vê yekê careke din di sala 1994an de derketiye
derveyî welêt û vegeriyaye Swêdê.
Aytar, piþtî wegera bo Swêdê li Unîversîteya Stockholmê dest bi xwendina
sosyolojiyê kiriye, di sibata 2007an de doktoraya xwe di beþa sosyolojiyê de
temam kiriye û bûye doktorê sosyolojiyê. Aytar, nuha li Swêdê dimîne û li
Unîversîteya Stockholmê, li Xwendingeha blind a Malardalenê û li
Ûnîversîteya Uppsalayê wekî lêkolîner û mamoste kar dike. Aytar, di sala
2000î de, ji bo hin pirs û pirsgirêkên jîngeha Kurdistanê, bi nave Foruma
Jîngeha Kurdî (www.kurdforum.com) rûpeleke înternetê avakiriye. Aytar,
endamê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye.
Aytar, zewicî ye û du zarokên wî hene.
Berhem:
Beyî bi dehan gotarên ku di kovar û rojnameyên Kurdan de bi Kurdî û Tirkî û
hin gotarên ku bi munasebeta lêkolîneriya li ûnîversîteyên Swêdê bi Swêdî
derketine kitêbên Aytarî yên ku hatine weþandin ev in:
Mångfaldens organisering: Om integration, organisationer och interetniska
relationer i Sverige (Birêxistinkirina pircureyî: Li ser întegrasyon,
rêxistin û têkiliyên înteretnîkî ên li Swêdê), teza doktorayê ya li
Universîteya Stockholmê, 2007, Swêdî.
Integration i mångfald: en studie av sex invandrargruppers upplevda
integration i Sverige (Întegrasyona li pircureyî: Lêkolînek li ser
serpêhatiya întegrasyonê ya þeþ grûbên biyanî ili Swêdê), lêkolîn, 1999,
Swêdî.
Kurdistana Bi Fîftî-fîftî, hevpeyivîn,1995, Kurmancî.
Hamidiye Alaylarýndan Köy Koruculuðuna (Ji Alayên Hemîdiyê Heta Parastvanên
Gundan), lêkolîn, 1992, Tirkî.
Kürdün Makûs Talihi ve Güneydoðu Anadolu Projesi (Bextreþiya Kurdan û
Projeya Anadolûya Baþûrê Rojhilat), lêkolîn, 1991, Tirkî.
(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|

Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|