|
Kurd nexþeriya xwe
eþkere dikin - 6
K-NETEW
Weþandin:14 Kewçêr, 2009


AMED (DIYARBEKÎR)
-- Em nêrîn û pêþniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û
pêþketina Kurdistanê ji rewþenbîrên Kurd pirsîn û gellek rewþenbîr, nivîskar
û sîyasetmedarên Kurd pêþniyarên xwe ji HAWAR NETê re eþkere kirin.
Bi rêze-dosyeya "Kurd nexþerêya pêþaroja xwe eþkere dikin" a di derbarê
çareseriya pirsgirêka Kurd de rewþenbîrên Kurd nêrîn û pêþniyar û daxwazên
xwe digihînin raya giþtî ya Kurdistanî.

Bêwar Brahîm; 'Divê Kurd nehêlin þepola Islamîlêzmê destkeftiyên wan bingor
bikin'
Bêwar Brahîm wiha dibêje; "Emê hinekî li demên rabirdû vegerin û li
bîrdanka dîrokê temaþe bikin, kiryarên vê dewletê derbarî gelê Kurd ji xwe
re dûrêzî hev bikin, ez bawerim ku gavên bi dirêjahiya hezar salên ronak ji
bo çareserkirina vê pirsgirêkê bavêjinm ew himberî bostekê li vî miletî
venagerîne -Ew jî heke ji nêteke rast û sayî bixwaze vê gavê bavêje-
baweriya min bi xwe bi dewleta Tirk nayê û heke ev dewlet bibe Firþt jî ez
ewletiyê lê nayinim û ezê di gumana fêlbazî û þeytanbûna wê de bim. ."
Nexþeriya Bêwar Brahîm wiha ye;
Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li bakûrê Kurdistanê di
dema nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan bavêje?
Ji berbanga dîrokê de û keþtiya pirsgirêka Kurd li nav deryay xwînê dimeþe
her ku ev keþtî diþke yan qul dibe bi qoqên keç û xortên me tê pînekirin û
qulkên wê têne girtin, dema em li çiyayên Kurdistanê mêze bikin emê rewþa vê
keþtiya windayî xweþ nas bikin ku ta vê kêlîkê ev keþtî hê li nav deryaya
xwîna keç û xortan dimeþe û li peravên aþtî û tenahiyê digere nagere
rênasiya van pervan li ber winda dibe. Pirsa we weke gulleyek serxweþ ku
mejiyê serî bipeqîne, gelo ta vê astê Kurd nehîn û nezanin ku dijmin wan bi
gotinên xweþ dixapînin, ew jî bi piþtrastî van gotinan bawer dikin???
Heke dozên Ergenekonê bi berfirehî venebûna û gunehkar û tewanbarên hikûmeta
dewleta Tirk li piþt rekehên zindakirinê li xwe mukur nehatina ev "gava
devokî" ji bo çaresekirina pirsgirêka Kurd qet xwe di rojevê de berz
nedikir, ji xwe pirsgirêka dîrokî ya herî dijwar û giring ji dewleta Tirk re
ku dewletên Europî wê li nav xwe bipejirînin û yek ji þert û mercên vê
pejirandinê çareserkirina pirsgirêka Kurd e.
Emê hinekî li demên rabirdû vegerin û li bîrdanka dîrokê temaþe bikin,
kiryarên vê dewletê derbarî gelê Kurd ji xwe re dûrêzî hev bikin, ez bawerim
ku gavên bi dirêjahiya hezar salên ronak ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê
bavêjinm ew himberî bostekê li vî miletî venagerîne -Ew jî heke ji nêteke
rast û sayî bixwaze vê gavê bavêje- baweriya min bi xwe bi dewleta Tirk nayê
û heke ev dewlet bibe Firþt jî ez ewletiyê lê nayinim û ezê di gumana
fêlbazî û þeytanbûna wê de bim. Di baweriya min de gerek ev pirsa we li ser
maseya rewþenbîrên Tirk bi xwe jî hatiba danîn, miletê Kurd bi her hawî wê
doza mafê çarenûsa xwe bikin û doza azadî û tenahiya xwe bikin, lê asteng ne
ji aliyê Kurdan çêdibin, dewlet ta vê kêlîkê jî bi devokî dibêje emê
pirsgirêka Kurd çareser bikin û di warê praktik de êrîþên" Gurên gewr" pîroz
dike.
Gava herî giring ku pêwîste dewleta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd
bavêje di baweriya min de divê ne li ser xaka Tirkiyê be û bi zagon û
destûrên fermî yên nû bi dîdevaniya dewletên sereke yên cîhanê ev gav li ser
xaka kurdistanê weke pirensîp bêne avêtin. Kurd bi dilê xwe dihizirin ne bi
aqil û hiþê xwe, Tirk fêlbazin bi TV î û çend gotinên þayik û xwendina lawik
û heyranokan ji devê Kurdên dewletê dixwazin doza tevgera Kurdî li Bakur
dorpêç û gêrbend bikin û ji cîhanê re diyar bikin ku doza Kurd li nav xwe
çareser kir û sed mixabin ku gelek ji rewþenbîr û siyasetmedarên tevgera
rizgarîxwaza Kurdistanê van gavên dewletê yên nêt-sexte bawer dikin. Ji bilî
mirovên þerxwaz, ti kes naxwaze þer li welatê wî hebe û em li hêviya wê
demjimêrê û kêlîkê ne ku tevahiya Kurdistanê ji þer û kujtin û zindankirinê
felat bibe û em wê rojê bibînin- ev ji mafê me ye- ku hema li aliyekî ji vê
cîhanê Kurdistanek azad û serbixwe ava bibe. .
Gelo ji bo bi dest xistina mafên xwe yên neteweyî û ji bo pêþerojeke bihêz
di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin?
Em Kurd xwe nasnakin, heke me xwe naskiriba emê ne Kurdên xelkê bana, li
Bakur Kurdên Tirkiyê ne, li Baþûrê -xwedêgiravî azade- hê Kurdên Iraqê ne,
li rojhilat yên Îranê ne û li Rojava yên Sûryê ne.
Dema em hewl didin gavan ber bi xwenaskirina xwe bavêjin, higê em xwe bi xwe
koncalan li ber hev vedidin ji bo ew hewldan bikulibin û bi pêþve nemeþin,
dijminên me li her çar aliyan ev xalên qels û lawaz di cendekê tevgera
rizgarîxwaza Kurdistanê de naskirine, ew bêserêþandin van xalan ji xwe re bi
kartînin û çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser tiliyên xwe dilivînin.
Li Bakurê Kurdistanê çinge çinga peyalên hildayî bilind dibe di navbera
dewletê û tevgera Kurdî de, lê kesek nizane bê jehir di van peyalan de ye
yan unbîde, deng heye lê tomarkirin windayî ye û ev gumanên reþ dibin sedema
dûrxistina çareskirina gelek pirsgirêkan li Tirkiyê ne bitenê pirsgirêka
Kurd.
Dewlet ne ji valahiyekê doza Kurd vekir, dewletên sereke weke Emerîka û
rûniþtina Bark Obama bi rêveberekî Kurd re hiþt ku dewlet ji qelsî bike
ciwamêrî û daxwaza gavavêtinê ji bo aþtî û çareserkirinê bike.
Li vir ti gav ji Kurdan nayê xwestin ji bilî yekbûn û hevgirtina ji dil û
can ne ku li ser ekranan dilê milet xweþ û geþ bikin û li nav xweyî stiriyan
bi hev biçînin û xiþtan li piþta hev biçikilînin, gava ji vê gavê girîngtir
ku rê li ber þepola Islamîlêzmê bigrin û nehêlin dîrokên reþ û xwînlî xwe bi
wan re vegerînin, nehêlin þepola Islamîlêzmê destkeftiyên wan ku bi rûbarên
xwîna keç û xortan can li gewdê doza Kurdî vegerandin bingor bikin,
Islamîlêzim metirsiyeke mezine li ser miletê Kurd ji ber nehêniya wan ku ta
roja îro nizanin û negihan wê baweriyê ku ol ji Xwedê re ye û Welat ji
tevahiya milet re ye bê cudahiya êl û olan.
Ev bangên ku ji bo biratiya gelê Kurd û Tirk bilind dibin heke ne li ser
bingehên destûrî û zagonên fermî bin peqpeqokên ser avê ne bi hilmeka gerim
wê bibin mij û baran û weke ku ti deng bilind nebû, heke biratiyek di
navbera Kurd û Tirkan de çêbibe pêwîste bi wekheviyek durist bibe û bi
jiyanek hevbeþ be ku gelê Kurd weke netew bipejirînin bê dexs û bê
nijadperestî.
Bêwar Brahîm kêye?
Li Rojavayê Kurdistanê qêrîna yekem ji giriyekî bê dawî da vê jiyanê, ji wê
qêrîna yekem Kurdînî jê re bû av û henas. Ji mêj ve bê layan kar û xebatê ji
bo berzbûn û bilindbûna vê Kurdîniyê dike û taybet di warê nîvisevaniyê de
bi rêya nivîsandina gotar û helbestan bi zimanê Kurdî û kêm caran bi zimanê
Erebî. Xweziya wê ewe ku ev ziman bibe zimanekî cîhanî yê bingehîn û wêjeya
Kurdî bibe wêjeyek sereke di cîhanê de.
Haydar
Iþik; ”Bi tenê alternetîfa Kurdan li þûna perçe bûnê yekbûn e”
MHaydar Iþýk dibêje; "Ez ji her Kurdê
ku xwe nasdike dixwazim di kîjan fikr û ramanê de be bila be divê piþtgiriyê
bide pêvajoya rizgarîya gelê Kurd.
Em Kurd ji ber bêyekîtiya xwe nebûn dewlet. Riya tenê ya dewlet bûnê
yekîtîye. "
Pêþniyarên Haydar Iþýk wiha ye;
Jiyîna bi avayekî serbixwe mafê geleke 20 mîlyonî û xwedî hêza civakîyê ye.
Ev nabe ku ser vê mafê bazarî bê kirin, divê yekser bê qebûl kirin. Ji vê
yekê Kurd çi biryarê didin ev karê Kurdan e. Lê mixabin konjuktura polîtîka
cîhanê di alehê Kurdan de ye. Dewleta Tirk bi hemû hêz û delfeta xwe hewl da
ku Tevgera Rizgariya Kurd wekî "terorîst" nîþan bide û serket jî. Tenê
alternatifa Kurdan li þûna perçe bûnê yekbûn e.
Ez bawer dikim ku ger Kurd tek deng bin wê bêtir nêzîkî bi dest xistina
mafên xwe yên bingehîn bin. Dewleta Tirk bi navbenkariya AKP dixwaze bi
propagandaya ummetê Kurdan biqedîne. Di rastî AKP ji bo Kurdan him hevîyeke
û him jî xeter e.
Bi partiyên faþîst ên wek CHP-ANAP-AP nekarîn Kurdan ji holê rakin. Niha AKP
ser karê ye. Divê Kurd xetera han her daîm bibînin. Li gorî min Kurd ser
guherîna destûra bingehîn li gor krîterên YE biisrar bin. Divê di wê destûrê
de mafên bingehîn a gelê Kurd di serî perwerdeya bi Kurdî were nivîsandin.
Xweseriya çandî, nasnameyî û polîtîk divê di destûra bingehîn de cîh bigre.
Gelê Kurd her çiqad di warê hemarê de geleke mezin bin jî hatine perçe kirin
û ji nirxên dûr hatine xistin û ji têkoþîna xwe dûr hatiye xistin û ji rêçên
xwe re biyanî hatiye hîþtin. Ji ber vê yekê divê di vê pêvajoyê de asta
hiþmendiya gelê Kurd divê were bilind kirin.
Divê Kurd bi Kurdbûna fedî neke û serbilind be. Ez ji her Kurdê ku xwe
nasdike dixwazim di kîjan fikr û ramanê de be bila be divê piþtgiriyê bide
pêvajoya rizgarîya gelê Kurd. Em Kurd ji ber bêyekîtiya xwe nebûn dewlet.
Riya tenê ya dewlet bûnê yekîtîye. Mêjiya feodal û paþverû ku piþtgiriyê
dide dagirkeran divê biguhere.
Haydar Iþýk kî ye?
Haydar Iþýk, nivîskareke Kurd e. Ji Bajarê Dersîme ye.
Haydar Iþýk nivîkarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ye. Di hin rojname,
malper û kovaran de jî gotarên wî tê weþandin. Heta niha 5 pirtûk weþandiye
û 2 pirtûk jî wergerandi ye.
Zêdetir agahî û hin gotarên wî www.haydar-isik.com
(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|

Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|