,

  

 
KURDISTAN-NETEW  

  Nûçe

 

lêgerîn >> têkîlî >>

kunye >>

 

   - Di dîrok û saetan de dema paytexta Kurdistanê bajarê Amedê tê esas girtin

 

 

  Rûpela Serî         Gotar       Lêkolîn       Nûçe       Belge       Servîs       Arþîw       Kunye                                      

 

 Tu li ku yî ?  »  Nûçe                                                                                                                                                                                                        LÊGERÎN:  

 

 

                                                                                                                                                                                                                         REWÞA HEWA

 

 

 

 

 

 

 

 

Dewleta Tirk riya siyasetê li Kurdan girt

 

K-NETEW

Weþandin:20 Kanûn (Berfanbar), 2009

                                                                                                                                       Binivsîne   

AMED (DIYARBEKÎR) --   Dadgeha Makezagonê biryara girtina DTP'ê da. Ligel girtina DTP'ê Hevserokê Giþtî yê DTP'ê Ahmet Turk û gelek parlementer jî di nav de, bi qedexekirina siyasetê hatin cezakirin.

Dadgeha Makezagonê derbarê DTP'ê de biryara girtinê da. Bi girtina DTP'ê re, biryara xistina parlementiriya Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk û Parlementera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk da.

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, piþtî biryara Dadgeha Makezagonê ya girtina DTP'ê daxuyaniyek kurd da û diyar kir ku girtina partiyan nabe çareserî û têkoþîna wan a ji bo aþtî û demokrasiyê dê bidome.

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, têkildarî biryara girtina DTP'ê daxuyaniyek kurd da çapemeniyê û diyar kir ku dê têkoþîna wan bidome. Turk, diyar kir ku wan her tim gotiye pêþiya siyasetê negrin û wiha got: "Me berê jî got pêþîlêgirtina siyasetê ne çareseriye. Girtina partiyên siyasî hêviyan kor dikin. Em bawer dikin ku dê rojekê peþiya Tirkiyeyê vebe. Tirkiye bi girtina partiyan pirsgirêkan çareser nake. Bê guman bi diyalog û hevdîtinan pirsgerêk çareser dibe. Em li pey biryara xwe ya ku me berê dabûn in. Çiqas em bêne asetngkirin bila bê asteng kirin, têkoþina me ya aþtî û demokrasiyê dê bidome. Dê aþtî û demokrasî bi ser bikeve. Em dê pêvajoyê bi heassî biþopînin. Ji niha û virde jî dê tekoþîena me bi dome. Qedexeya min û Tugluk, her wiha qedexeya 37 siyasetmedaran pirsgrêkê çareser nake. Dê têkoþina me bidome. Niha hevalên me daxwaznameyên xwe yên îstîfadê amade dikin, dê daxwaznameyên îstîfayê bidin parlementoyê.

Hevserokê Giþtî yê DTP'ê Ahmet Türk, piþtî eþkerekirina biryarê girtinê daxuyaniyek kurt da çapemeniyê û got: "Tirkiye wê bi girtina partiyan nikaribe pirsgirêkê çareser bike. Em li piþt biryarên ku me berê girtibûn disekinin. Emê xebatên xwe yên ji bo aþitî û demokrasiyê bidomînin. Dê aþitî û demokrasî hetmen biserkeve.''

Nûçeya biryara girtina DTP'ê, ji aliyê ajansên cîhanê ve jî wek "flaþ" hate dayîn. Associated Press, nûçe weha gihand aboneyên xwe: "Dadgeha Makezagona Tirk, biryar da ku partiya kurdperwer ji ber têkiliyên wê yên bi PKK'ê bê girtin.'' Ajansek nûçeyan ya din AFP'yê jî bi vê hevokê bûyer ragihand: ''Serokê Dadgeha Makezagonê yê Tirk, da zanîn ku, partiya kurdperwer hate girtin." DTP, wê sibê seet di 12:00an de li ser biryarê girtinê derkeve pêþ çapemeniyê.

Dadgeha Makezagonê bi yekîtiya dangan derbarê DTP'ê de bi îdîaya "bûye navenda rêxistina dijzagonî" biryara girtinê da. Heyata Dadgeha Makezagonê biryara xistina Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk û Parlementera DTP'ê Aysel Tugluk da. Bi biryara girtinê re derbarê 37 kesan biryara heta 5 salan qedexeya siyasêda da.

Ji bo 37 kesan qedexeya siyasetê


Heyeta Dadgehê bi hinceta ji ber daxuyaniyên wan ji bo 37 kesan biryara qedexeya siyasetê da. Kesên biryara qedexeya siyasetê li wah hate birîn wiha ye: "Abdulkadîr Firat, Abdullah Îsnaç, Ahmet Ay, Ahmet Ertak, Ahmet Turk, Alî Bozan, Ayhan Ayaz, Aydin Budak, Ayhan Karabulut, Aysel Tugluk, Bedrî Firat, Cemal Kuhak, Denîz Yeþilyurt, Ferhan Turk, Fettah Dadaþ, Haci Uzen, Halît Kahraman, Hatîce Adibellî, Huseyin Bektaþoglu, Huseyin Kalkan, Hîlmî Aydogdu, Îzzet Belge, Kemal Aktaþ, Leyla Zana, Mehmet Salîm Saglam, Mehmet Veysî Dîlekçî, Metin Tekçe, Murat Avci, Murat Taþ, Musa Farisoglullari, Necdet Atalay, Nurettîn Demîrtaþ, Orhan Mîroglu, Sedat Yurttaþ û Selîm Sadak."

Li Silêmaniyê girtina DTP'ê hate þermezarkirin

Bi beþdariya hêjmareke zêde rewþenbîr, nûnerên partiyên siyasî, nivîskar, rojnamevan, çalakvanên sivîl û parlamenteran li bajarê Silêmaniyê biryara girtina Partiya Civaka Demokratîk(DTP) hate þermezarkirin.

Nerazîbûnên hemberî girtina DTP li baþûrê Kurdistanê dewam dikin. Seat 14:00’ê paþnîvroya îro li Baxa Giþtî ya Silêmaniyê zêdetir ji 2000 welatiyên kurdistanî li jêr baranê di çarçoveyeke neteweyî de ji bo þermerkirina girtina DTP’ê xwepêþandanekê saz kirin.

Hêjmareke zêde rewþenbîr, nûnerên partiyên siyasî, nivîskar, rojnamevan û çalakvanên sivîl û parlamenter beþdarî xwepêþandanê bûn.

Xwepêþandan bi peyama helbestvanê mezin Þêrko Bêkes hate destpêkirin, herweha parlamenterê Kurdistanê Dr. Refîq Sabir, Mihemed Emîn Pênciwênî jî gotarên xwe pêþkeþ kirin.

Di xwepêþandanê de ji bo aþtiya gelan dirûþm hatin avêtin û daxwaz ji Tirkiyeyê hate kirin ku madeya 69’ê ya Dadigeha Destûrî ya Tirkiyeyê ku DTP bi wê madeyê hate girtin, bê hilweþandin û kurd û tirk bi awayekî biratî hevre bijîn.

Herweha di xwepêþandanê de peyama hevserokê DTP’ê Ahmet Turk jî hate xwendin ku tê de biryara Dadigeha Destûrî hate þermezarkirin


Parlementerên DTP'ê biryar dan ku bi BDP li parlementoyê bimînin



Hevserokê DTP'ê ya hate girtin Ahmet Turk ê qedexeya siyasî ye, diyar kir ku piþtî nerîn û daxwazên gel, saziyên sivîl girtin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin, biryara ku ji parlementoyê îstifa nekin û di Partiya Aþtî û Demokrasiyê de têkoþîna xwe bidomînin stendine.

Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk ku qedexeyê sîyasî ye, têkildarî berdewama siyaseta li parlementoyê û partiya nû civîna çapemeniyê li dar xist. Turk, diyar kir ku DTP bi biryara Dadgeha Makezagonê hate girtin û bi girtina DTP'ê re heta niha 6 partiyên wan hatine girtin. Turk, destnîþan kir ku biryar girtina DTP'ê siyasî û dijhiqûqî ye û wiha got: "Ev biryar mirovan pir dixe nava fikaran. Kesên ku naxwazin Tirkiye demokratîk bibe biryar dane. Ev biryara feraseta înkar, îmha û asîmilasyone ye. Ev ne biryarek hiqûqî ye. Partiyên HEP, DEP, OZDEP, HADEP, DEHAP û DEP di encama vê ferasetê de hatin girtin. Lê dîsa van astengiyan bawariya me ya aþtî, demokrasî û azadiya têk nebir. Me her tim biryara mezinkirina demokrasiyê sten. Li gel 6 partiyên me hatin girtin em dîsa aþtî û demokrasiyê esas digrin."

'Li cîhanê tu partiyên piþtî 6 caran hatine girtin têkoþîna xwe nemeþandine'


Turk, da zanîn ku li cîhanê heta niha tu partiyên ku piþtî 6 caran hatine girtin dîsa dest bi têkoþîna aþtî û demokrasiyê nekirine û tenê ew ji ber baweriya aþtî û demokrasiyê piþtî girtina partiya 6'an dîsa têkoþîna xwe bi piþtgiriya gel dimeþînin. Turk wiha dom kir: "Lê belê ji ber ku em girîngiyê didin aþtî û demokrasiyê em di vê daxwaz û biryara xwe de israr dikin. Divê berî her tiþtî em Partiya Aþtî û Demokrasiyê (BDP), bi hêz bikin. Em wê bigînin asta ku bibe bersîvê hemû kesan. Bibe wicdanê gelê kurd, tirk û Tirkiyeyê. Ger ku em demokrasiyê serdest bikin wê demê Tirkiye dê demokratîk bibe. Divê hemû bawerî karibin bi avayekî azad xwe bînin ziman. Niha li Tirkiyeyê pêdivî bi wartiyek wisa heye. Kesên demokrasiyê esas digre û girîngiyê didin demokrasiyê divê li dora BDP'ê kom bibin û hêzê bidin vê partiyê. Divê BDP berpirsiyariya demokratîkbûna Tirkiyeyê bide ser mile xwe. Ji bo me tekoþîna demokrasiyê esas e. Partiya me DTP'ê seknek bi rûmet da niþan. Ji ber vê sekna wan a bi rûmet ez hemû kesên ku piþtgirî dane û têkoþîn meþandine ez wan pîroz dikim.

'Me daxwazên gel li ber çavan girt'


Turk, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bi riya parêzeran anî ziman ku divê parlemento neyê terk kirin û têkoþîn di parlementoyê de di qada siyasî de bê meþandin. Turk, destnîþan kir ku piþtî wan fikrê gel, saziyên sivîl û nerînên Ocalan li ber çavan girt gihiþtin baweriya berdewama domkirina parlementoyê.
Turk wiha dom kir: "Windakirina canekî ji girtiya partiyekê girîngtir e. Ji bo ku em qet naxwazin mirov bêne kuþtin, em bang li hemû kesî û partiyan dikin em dibêjni werin em êdî bes canan winda bikin, werin em rê li pêþiya kuþtin û windakirinan bigrin. Em dibêjin werin em bi hevre têkoþîna aþtî û demokrasiyê bim.

Uras beþdarî BDP'ê dibe


Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê Ufuk Uras ku biryara mayîna li Meclisê ya DTP'ê nirxand, diyar kir ku ji bo avakirina komê wekî berî niha gotî dê beþdarî BDP'ê bibe.

DTP'ê li ser pêþniyaza gel û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryar da ku li Meclisê bimîne û beþdarî Partiya Aþtî û Demokrasiyê bibe. Li ser vê yekê Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê Ufuk Uras mijar ji DÎHA'yê re vegot. Uras diyar kir ku mayîna parlementeran a li Meclisê di cih de dibîne û wiha axivî: "Tevgera li gorî rewþenbîr, nivîskar, saziyên civakî û gel a têkildarî mayîna li Meclisê pir baþ bû. Ji ber vê yekê ez memnûniyet û spasiyên xwe tînim ziman. Ji bo hemû rengên Meclisê hebin û komek cuda hebe tiþta ji destê min tê ez dê bikim. Min berî niha biryarek mutevazî dabû. Ez dê vê biryarê bi cih bînim. Ji bo avakirina komê ez jî dê tev li BDP'ê bibim. Ji bo aþtiyê lazim e êdî gavên ber bi çav bên avêtin. Divê komar êdî vegere komara demokratîk. Komara civakî. Ez vê hêviya xwe tînim ziman." Têkildarî avakirina partiya nû jî Uras diyar kir ku xebatên wan hêj nûbûne û di pêþerojê de dê vê mijarê baþtir binirxîne.

Ocalan: Divê DTP’î di Parlamentoyê de bimînin


Abdullah Ocalan Li gorî nûçeya ku di ANF de cih girtiye, Öcalan pêr bi parêzerên xwe re hevdîtina hefteyî pêkanî û derbarê vekêþîna DTP’iyan ji parlamentoyê ku tê nîqaþkirin de axivî. Öcalan got, çareserî têkoþîna demokratîk e û derbarê îstîfaya DTP’iyan de wiha axivî:

“Di karin ji gel bipirsin û bi vê awayê biryar bigrin. Di karin li Diyarbekirê civînên gel bi hezaran kesan re çêbikin û nîqaþ bikin. Piþtre jî dikarin bajêr bajêr van li dar bixin. Dikarin vegerin parlamentoyê û bêjin me wisa pêwîst dît. Bi ya min hêj dema îstîfa kirinan nehatiye. Dikarin vegerin parlamento û têkoþîna demokratîk bimeþînin. Dikarin pêþniyara Ufuk Uras binirxînin. Divê destkeftiyên gelê kurd vala neyên serfkirin.”

Ocalan got, divê Hikumeta AK Partî bi awayek durust projeyek demokratîkbûnê amade bike û MHP û CHP jî wek alîgirên aloziyê binavkirin.

Tabelayên BDP têne daliqandin


Tabelayên DTP'a ku hate girtin, hatin daxistin, li cihên wê ya Partiya Demokrasî û Aþîtiyê (BDP) hatin daliqandin.

Li Amed û Cizîr û gellek bajarên din, tabelayên DTP'a ku ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve hate girtin, hatin daxistin, li cihên wê ya Partiya Demokrasî û Aþîtiyê (BDP / bi kurdî PDA) hatin daliqandin.

Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ku ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê biryara girtina wê hate dayîn, li cihê tabelaya Rêxistina DTP'ê ya Amedê, tabelaya Partiya Demokrasî û Aþîtiyê (BDP) hate daliqandin.

Rêveberên Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Cizîrê ya berê, tabelaya DTP'ê daxistin û li þûna wê tabeleya BDP'ê daliqandin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku têkoþîna azadiya gelê kurd, têkoþînek dem dirêj e û dê vê têkoþînê dê bi rûmetek mezin bimeþînin. Tunç, ji ber xebatên Serokê Rêxistina DTP'ê ya Cizîrê ya hate girtin M. Þefîk Uçkan û rêveberên navçeyê jî spasiyên xwe kir û wiha got: "Bila bê zanîn ku hiþmendiya neqebûlkirinê ya li hemberî siyaseta kurdan, dê rojekê cihê xwe yî yê di çopa dîrokê de bibîne. Bêyî ku em bêzar bibin û moralê xwe xerabikin, em dê bi bîrdoziyek mezin û bi bêriya welata demokratîk û azad dê bêhtir bixebitin."
 

(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
 



 


   
  Biçe Jora Rûpelê                                                                                                        Hemû naveroka beþa Nûçe »

 

 

 

 

 

Girêdanên Sponsor                                                  

 

 
 

 

 

Girêdanên Sponsor

 

 

 

 

 

           

 

 

Servîs »

  

Rewþa Hewa

Ji Kurdo rewþa hewayê bi avayekî rast û rast

 

Reklam Dayîn

Mercen reklam dayine

 

 

              

Hemû naveroka beþa Nûçe »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

              

 

 

 

 

 
©  Kurdistannetew.net  |   Peywêndî  |  Kunye  Arþîw  |  Derbarê KN de  |  Hiþyarî  |  Reklam      HKMG