|
Kurdistana Federal her
roj hineke din dibe "Iraqî"
K-NETEW
Weþandin:22 Kanûn (Berfanbar), 2009


HEWLÊR-- Pêþmerge
dê ser bi sîstema berevaniyê ya Iraqê bin û Herêma Kurdistanê jî dahata bac
û gumrukê dê vegerîne Bexdayê.
Piþtî dagir kirina Iraqê li þûna ku destkeftiyên Kurdan zêde be berovejî
deskeftiyên heyî jî ji dest diçin.
Yek ji gava "Iraqî" bûnê wê di vê hefteyê de were avêtin. Tê çaverekirin ku
Barzanî û Malikî rêketinekê îmze bikin. Li gor wê jî pêþmerge dê ser bi
sîstema berevaniyê ya Iraqê bin û Herêma Kurdistanê jî dahata bac û gumrukê
dê vegerîne Bexdayê.
Civînên berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê yên ji bo yekgirtina
hêzên pêþmerge berdewam e û biryar e serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî di
serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de , rêketinek digel serokê Herêma
Kurdistanê Mesûd Barzanî îmze bike. Li gor wê rêketinê jî hêzên pêþmerge dê
ser bi sîstema berevaniyê ya niþtîmanî ya Iraqê bin û di hember de jî Herêma
Kurdistanê dê dahata bac û gumrukê vegerîne Bexdayê.
Kurdistana azad di demên dawî di warê dîplamatÎk de lawaz dibe û rêveberiya
Kurdistana azad berê xwe dide Bexdayî. Li Kurdistana azad lêzbûna "Iraqî"
bûnê û ji dûr ketina hest û projeyên neteweyî balê diþîne. (HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|