,

  

 
KURDISTAN-NETEW  

  Nûçe

 

lêgerîn >> têkîlî >>

kunye >>

 

   - Di dîrok û saetan de dema paytexta Kurdistanê bajarê Amedê tê esas girtin

 

 

  Rûpela Serî         Gotar       Lêkolîn       Nûçe       Belge       Servîs       Arþîw       Kunye                                      

 

 Tu li ku yî ?  »  Nûçe                                                                                                                                                                                                        LÊGERÎN:  

 

 

                                                                                                                                                                                                                         REWÞA HEWA

 

 

 

 

 

 

 

 

ZIHNIYET NEGUHERÎYE; Hedefa dewleta Tirk ji holê rakirina destkeftiyên Kurdan e

 

K-NETEW

Weþandin:22 Kanûn (Berfanbar), 2009

                                                                                                                                       Binivsîne   

AMED (DIYARBEKÎR) --   Li dijî operasyona ser BDP nerazîbûn pêl bi pêl mezin dibe.

Zext û operasyonên dewleta Tirk BDP Û saziyên kurdan dewam dike.
Li dijî operasyona ser BDP nerazîbûna gelê Kurd mezin dibe.

Piþtî ku doh dewleta Tirk ser BDP û gellek saziyên Kurdan da dest pê kirin û Kurd daketin kolanan û neheqîya hemberî BDP þermezar kirin.

Di operasyona li dijî Partiya Aþtî û Demokrasiyê (BDP) de ji kesên hatibûn binçavkirin jê 41 kes derxistin Dadgeha Amedê.

Di operasyona li dijî Partiya Aþtî û Demokrasiyê (BDP) de ji kesên hatibûn binçavkirin jê 41 kes derxistin Dadgeha Amedê. 41 kesên ji aliyê 6 dozgerên bi rayeya taybet îfadeyên wan girtin, bi îdiaya "Di Rêveberiya Meclîsa Tirkiye ya KCK'ê de cih digirin" têne tawanbarkirin. Herwiha, Buroya Rêveberiyên Herêmî ya DTP'ê jî wekî "Navenda Civîna KCK'ê" hate nîþandan.

Di operasyona li dijî BDP'ê ku bi biryara Dozgeriya Komarê ya Amedê li 11 bajaran pêk hat û zêdeyî 85 kesî hatin binçavkirin de 41 kes derxistin Dadgeha Amedê. 41 kesên ku di nav de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Cîgirê Serokê Giþtî û Serokê Þaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey, rêveber û þaredarên BDP'ê hene di serê sibê de sewqî dadgehê hatin kirin. Bi vê yekê re, li dora avahiya dadê ya Amedê polîsan derdora dadgehê dorpêç kir û ewlehiyeke fireh girtin.

Di operasyona li dijî BDP'ê de 35 kesên hatin binçavkirin û îro derxistin Dozgeriya Komarê ya Amedê, ji aliyê 6 dozgerên bi rayeya taybet îfadeya wan têne girtin. Îfadeyadayina 41 kesên ku duh di operasyona li dijî BDP'ê de bi biryara Serdozgerê Komarê ya Amedê ve hatin binçavkirin dest pê kir. Îfadeya 41 kesan ji aliyê 6 dozgerên bi rayeya taybet tê girtin. Di îfadedayinê de ji bo îfadeya her kesekî 3 parêzer amade bûn. Kesên îfadeya wan hatin girtin bi îdiaya "Di Rêveberiya Meclîsa Tirkiye ya KCK'e de cih digrin" hatin tawanbarkirin. Dozgerî ji bo Þaredarên BDP'ê jî bi îdîaya "Bi talimata rêxistinê bûne þaredar" tawanbar hatin tewambarkirin.

Her wiha guhdarkirina telefona derve û malê jî wekî delîl dan nîþan. Hate zanîn ku Buroya Rêveberiyên Herêmî ya DTP'ê wekî "Navenda Civîna KCK'ê" hate nîþandan û civînên þaredar û rêveberên DTP'a hate girtin ên ku li vir pêk hatine jî wekî sûc hate nirxandin. Dozgeriyê pirsên wekî "Çima hûn beþdarî Roj TV û merasimê cenazeyên HPG'iyan bûne hate pirsîn. Serokê Þaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê Prz. Selahattîn Çoban, diyar kir ku binçavkirin ne hiqûqî ye siyasî ye. Çoban, da zanîn ku ji ber der barê dosyaya wan de biryara veþariyê heye agahiyên sucdariyê bi dest nexistin. Çoban wiha got: “Di dema îfade girtinê de rewþên sosert derketin holê. Mînak Hatîp Dîcle Hevserokê KCD’ê ye, lê der barê KCD’ê tu tiþt ji wî nehatine pirtîn. Der barê axaftinên wî yên ku beriya niha kirine de pirs jê hatine kirin. Pirsên der barê KCD’ê de jî ji Cigîrê Serokê Giþtî yê ÎHD’ê Muharrem Erbey hatine kirin.”

Dadmendên girtina Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, þaredar û endamên BDP'ê þermezarkirin, pêvajoya darizandinê wekî lîstikekê nirxandin.
Nîþaneyên senaryoya operasyona DTP'ê Dadmendên girtina Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, þaredar û endamên BDP'ê þermezarkirin, pêvajoya darizandinê wekî lîstikekê nirxandin. Dozgerên bi hinceta 'biryara nepenîtiyê' agahî nedan parêzerên mexdûran, wekî endamên çapemeniyê agahiyên qaþo nepenî pêþkêþî çapemeniyê kirin. Daraza tirk a têk çûyî cardin li Amedê bi hemû zelaliya xwe li ber çavan hate raxistin. Yekem car parêzer bi sedema "Darizandin lîstikek e, ne edalet siyaset li edliyeyê tê îcra kirin" beþdarî parastinê nebûn.

Ji 28 kesên ji BDP'yî, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Serokê Þaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey pêk tê ku bi daxwaza girtinê þandin dadgehê, 23 jê hatin girtin. Pêkanîna ku piþtî operasyona 14'ê îlonê wekî duyemîn operasyona herî befireh a li hemberî siyaseta kurd, wekî destpêkek nû tê nirxandin. Lê pêkanînên di pêvajoya operasoyanê de hatine meþandin, bi tevahî têçûka daraza tirk li ber çavan raxistin. Dozgerên bi hinceta "Nepenîtiya dozê heye" agahî nedan parêzeran lê ji çapemeniya tirk jî bi nûçeyên di bin destî de hatin pêþkêþ kirin, hate dagirtin. Dadmenden ev helwesta dozgeran protesto kir û daxuyandin ku doz bi tevahî di çarçoveya operasyona psîkolojîk tê tê meþandin.

Armanc rencîde kirine

Dadmenên mijar nirxandin balkiþandin awayê binçavkirina þaredar û siyasetmedarên kurd, mînaka binçavkirina Þaredarê Sêrtê Selîm Sadak bi bîr xistin. Dadmenên bi birxistin ku binçavkirina Sadak jî wekî ya Parlementerê DEP'ê Orhan Dogan pêk hatiye û ev yek wekî rencîdekirina îradeya kurdan hate nirxandin. Dadmendan diyar kirin ku tê xwestin bi van dîmenan cardin salên 90'an bi gel bidin hîsirin û cardin vegerin wan salan. Deriyên þaredaran hatine þikandin û hatine binçavkirin. Dadmendan daxuyand ku kelepçekirina destên wan û xistina þaredaran a rêzê jî bi temamî pêkanînek psîkolojîk e û bi vê yekê peyam ji gelê kurd re hatiye dayîn.

Mantiqê girtîgeha Amedê ne guheriye


Li gorî dadmendan pêkanînên li hemberî siyasetmedarên kurd di heman demê de neguherîna mantiqê pergala tirk a li hemberî kurdan jî radixe ber çavan. Dadmendan balkiþandin ser van xalan: "Piþtî Darbeya 12'ê Îlonê pergala tirk a bawer dikir ku dê bi rencîdekirina rûmeta kurdan, bi zilm û zordariya hovane kurda bêzar û bêîrade bike. Ji bo vê pîsatî bi kurdên girtî dabû xwarin û miþk xistibûn devê wan. Her wiha hovatiyên li wir hatîn kirin niha dibe mijara belgefîlm û çîrokên qehremaniyê. Hovîtiya ji bo bêîradekirina kurdan hatî kirin, di encama berxwedana gelê kurd kurd de îro bûne sembûl. Kesên di nav vê berxwedanê de cih girtîn bûn, sembol. Berxwedana li hemberî vê hovatiyê îro gelê kurd aniye astek ku tu caran dest ji azadiya xwe berne de lê hêj jî mantiqê pergalêders ji vê yekê negirtiye. Pergala bawer dike ku bi xistina rêzê û kelepçe kirina parlementer, þaredar û siyasetmedarên kurdan dê asta van kesan a di nav civakê de kêm bike. An jî bawer dike ku gelê kurd van dîmenan bibîn dê bitirs e. Berxwedana gelê kurd a 30 salan êdî bi van lîstikên hêsan û bêwate bêzar nabe. Lazim e ev bê zanîn."

Têbiniyên darizandinê


36 kesên hatibûn binçavkirin di seatên sibê de anîn Edliyeya Amedê piþtî îfade girtina 9 seatan 8 kes serbest hatin berdan û 28 kes jî bi hinceta, "Endamtiya rêxistinê" þandin 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran. 6 dozgerên bi rayeya taybet îfade girtin. Dozgeran îdîaya, "Baskê KCK'ê yê Tirkiyeyê" dubare kir. Dozger wekî doza berî niha jî delîl axaftinên telefonên nîþan da. Buroya Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DTP'a hatî girtin jî wekî navenda KCK'ê hate nîþan dan. Her wiha beþdariya Roj TV û cenazeyên HPG'yiyan jî wekî palpiþtên endamtiyê hatin nîþan dan. Her wiha pirsa, "We çima zirar da binesaziya Îdareya Malan a Giþtî ya Serokwezîrtiyê" ji Midûrê Giþtî yê DÎSKÎ'yê Yaþar Sari hate kirin. Ji Dîce û Sadak jî pirsa, "Hûn bi Sabrî Ok re diaxivin an na" hate kirin. Dîcle û Sadak jî daxuyandin ku hevalê wan e û diaxivin.

Parêzer Reyhan Yalçindag, Mehmet Emîn Aktar, Sezgîn Tanrikulu, Selahattîn Çoban balkiþandin ser pêvajoya darizandin ê û daxuyandin ku bi tevahî lîstikek hatiye lîstin. Her wiha bi taybetî nûçeyên berî niha di rojnameyên nêzîk cemaeta Gulen de yên kurdan hedef nîþan didin û bingeha girtinan amade dikin, berfirehiya senaryoyê nîþan didin. Piþtî îfadeya 36 kesan qediya hêj dozger ji odeya xwe derneketîn, parêzeran tu daxuyanî nedayîn çapemeniya hikûmetê biryar aþkera kir û daxuyand ku 8 kes serbest hatin berdan û 28 kes jî bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin. Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku ev mijar ji dozgeran pirsîna lê bersiva, "Em çi dizanin kî daye" daye wan. Yalçindag anî ziman ku ev mijar jî nîþan dide ku darizandin senaryoyek e û biryar di zûde hatiye dayîn. Li ser vê yekê parêzer ji edliyeyê derketin û daxuyandin ku parastinê nakin.

Nerazîbûnên li hemberî operasyonuna BDP'ê didomin


Di çarçoveya operasyona hevdem a li hemberî BDP'ê ya li 8 bajaran pêk hat û 9 jê þaredar 80 bijartî û siyasetmedar hatin binçavkirin li Wan, Sêrt, Êlih, Qoser, Weranþar bi çalakiyên girseyî hatin þermezarkirin.

WAN
Bi sedan kesên ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê civiyan, li gel Endamê MYK'a BDP'ê Zahîr Saritaþ, Þaredar, Bekîr Kaya, Endamê PM'ya DTP'a hate girtin Hamît Dîlbahar û Serokê Rêxisitna DTP'a hate girtina ê Wanê Selîm Ertaþ, Berdevkê Koma Çareseriya Demokratîk û Aþiyê ya Maxmûrê Nurettîn Turgut, Endamê Meclîsa Tirkiyeyê ya M. Þîrîn Tunç jî di nav de, ber bi Kuçeyan Hunerê ve meþiyan. Komê dirûþmeyên "Pêkutî me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo" qêriyan. Li ser navê Komê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Muhîttîn Aksîn, diyar kir ku projeya ku qaþa AKP wekî "Aþtî û demokrasiyê" bi nav dike, ji aliyê gelê kurd ve gelekî baþ tê famkirin û wiha got: "Piþtî girtina DTP'ê, li tevahiya Tirkiyeyê, di nav de þaredar, serokên bajarên ên DTP'an hate girtin, endamên Meclîsa Þaredariyê, rêveberên Rêxistinên BDP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de bi giþtî 80 kes hatin binçavkirin. Li bajarê me jî heta niha 12 hevalên me hatin girtin. Em van binçavkirinan þermezar dikin û em lazime hevalên me yên hatin binçavkirin bi lêz bên berdan."
Piþtî daxuyaniya hate dayîn koma ku bi dirûþmeyan heta ber avahiya Þaredariyê meþiya, piþt re belav bû. Li bajar polîsan jî tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.

SÊRT
Bi sedan kesên bertek nîþanî binçavkirina Þaredarê Sêrte Selîm Sadak dan, li ber Þaredariyê Sêrtê civîyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Di civînê de Rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Bajêr, Endamên Meclîsa Giþtî, Rêberên SES, Egîtîm Sen, ÎHD, SODER, TUHAD DER, Tum Bel-Sen, BES, DÎSK/Genel-Îþ, MKM, SÎYDER, Yapi Yol-Sen, Haber-Sen, Bariþ Înîsiyatifa Dayîkên Aþtiyê, personelên þaredariyê, keyayên taxan û gelek kesên din amede bûn. Cîgirê Þaredarê Sêrtê Seyfettîn Aydin, daxuyanî xwend. Aydin, bertek nîþanî binçavkirinê da û diyar kir ku hîn 24 saet derbas nebûye ku 94 þaredar derbasî BDP'ê bûne operasyon pêk hatiye. Aydin, anî ziman ku bi vê operasyonê hikûmeta AKP'ê rûyê xwe ye rastî aþkere kiriye. Aydin, da zanîn ku polîsên Sêrtê pêhn li serê Sadak xistine û kirine binçavan û ev nêzîkatiya polîsan þermezar kir. Aydin, da zanîn ku ev nehiqiya li Sadak hatiye kirin li gelê Sêrtê hatiye kirin û ew vê neheqiyê qebûl nakin. Aydin, da zanîn ku bi girantirkirina mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê û herî dawî îro girtina þaredaran sebra kuran diqedîne û xwest di demek nêzîk de ji ser van þaþiyan vegerin. Aydin, destnîþan kir ku gelê kurd û gelê Sêrtê bi van binpêkirin û êrîþan bi paþve gavan navêje û dê têkoþîna xwe xurttir bikin.

ÊLIH
Li Êlihê jî Rêveberiya BDP'ê li ber avahiya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Mehmetþah Kaygusuz, Cîgirê Serokê Giþtî yê BDP'ê Mehmet Þafî Ekîncî, Þaredarên BDP'ê yen Navçeyên Êlihê, endamên meclîsa þaredariyê jî di navde gelek kes amade bûn.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Mehmetþah Kaygusuz, jî bertek nîþanî binçavkirinan da û anî ziman ku piþtî hilbijartina 29'ê Adarê êrîþên li dijî wan zêde bûne. Kaygusuz, destnîþan kir ku vê operasyonê wekî îlankirina þer a li dijî gelê kurd dinirxînin û xwest hevalên wan zû serbest werin berdan. Kaygusuz, anî ziman ku ev operasyon li dijî biratiya gelê kurd û tirk e û hikûmeta AKP'ê hiþyar kir û xwest dest ji van þaþiyan berde.

Piþtî daxuyaniyê bi sedan kesan bi diruþmeya "Êrîþ me bêzar nakin" binçavkirin þermezar kirin.

QOSER
Li Qoserê jî rêveberên BDP'ê û saziyên sivîl ên civaki li ber Þaredariya Qoserê daxuyaniyek bi girseyî dan çapemeniyê û binçavkirin þermezar kirin. Cîgirê Þaredarê Qoserê Þerîfe Alp, daxuyanî xwend û wiha got: "Ev pêkanînek dijdemokratîk e. Di serdegirtina malan de cam hatin þikandin, hemû alavên malan tev li hev kirin. Ev binçavkirin li diji vîna gel bêhurmetiyek e. Ev binçavkirinan þermezar dikin û heta þaredarê me serbest bê berdan dê çalakiya me bidome." Piþtî daxuyaniyê nîv saetê çalakiya rûniþtinê pêk anîn û alên reþ bi þaredariyê dakirin.

WÊRANÞAR
Li Wêranþarê jî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Wêranþarê li hev kom bûn û operasyonên li dijî þaredaran þermezar kirin. Di daxuyaniyê de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wêranþarê Mehmet Alî Turk, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Rihayê yê berê Îbrahîm Ayhan û rêveberên DTP'a berê bi sedan kes amade bûn. Koma ku ji ber avahiya BDP'ê heta Kolana Rihayê ya berê meþiyan. Komê di meþê de dirûþmeyê "Êrîþ me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo", "AKP me þaþ neke, sebra me nema" berz kirin. Komê piþtî meþê li ber avahiya Þaredariya nû ya Wêranþarê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komê Mehmet Alî Turk, daxuyanî xwend û diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê polîtîka înkar û îmhaya kurdan didomîne. Turk, anî ziman ku li ser navê hewildana demokratîk polîtîkaya înkarê dimeþîne û ew vê yekê qebûl nakin. Turk, da zanîn ku ew dê têkoþina xwe ya aþtî û demokrasiyê berwedam bikin.


Piþti daxuyaniyê 10 deqeyan çalakiya rûniþtine pêk anîn û belav bûn.

Li Hezexê esnafan dikan venekirin

Esnafên Hezexê, bi armanca operasyona li dijî BDP'ê û girtina ligel 7 þaredaran a 23 kesan þermezar bikin dikanên xwe venekirin. Li Hezexê esnafan dikan venekirin
Esnafên Hezexê, bi armanca operasyona li dijî BDP'ê û girtina ligel 7 þaredaran a 23 kesan þermezar bikin dikanên xwe venekirin.

Esnafên Navçeya Hezexê ya Þirnexê, bi armanca þermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê û girtina ligel 7 þaredaran a 23 kesan, dikanên xwe venekirin. Li Navçeyê ji bilî dermanfiroþ û firinan dikan nehatin vekirin û kes neçûn ser kar. Li navçeya ku welatî derneketin kolanan, polîsan li gelek nokteyên navçeyê tedbîrên ewlehiyê girtin.

Ciwan Bi Polîsan Re Þer Dikin


Li Navçeya Colemêrgê Geverê, girseya bi armanca þermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 kesan, çalakî dikir, rast li êrîþa polîsan hatin.

Li gor agahiyên hatine girtin, polîs li dijî çalakvanan bombeyên gazê bikar tînin û li hember vê girseyê jî rêyên navendî li trafîkê girtine û barîkat danîne.

Çalakî niha li tevahiya bajêr belav bûne û didomin.

Li gel 7 þaredarê BDP'î, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Cîgirê Serokê Giþtî yê ÎHD'ê Muharrem Erbey 23 kes hatin girtin, 5 kes jî serbest hatin berdan.

Li gel 7 þaredarê BDP'î, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Cîgirê Serokê Giþtî yê ÎHD'ê Muharrem Erbey 23 kes hatin girtin, 5 kes jî serbest hatin berdan.

Li gel 9 þaredarê BDP'î, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Cîgirê Serokê Giþtî yê ÎHD'ê Muharrem Erbey 36 BDP'i duh derxistin pêþberî dozgeriyê 8 kes li dozgeriyê serbest hatin berdan û 28 kes jî bi daxwaza girtinê þandin dadgeha 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a nobedar. Heyeta dadgehê ku 4 dadger ketin daniþînê pîþtî îfadeya 28 kesan guhdar kir li gel Þaredarê Sêrtê Selîm Sadak 5 kes serbest beran û derbarê 23 kesan de jî bi îdîaya 'Endamê Meclîsa KCK'ê ya Tirkiyeyê ne" biryara girtinê da.
Li gel 7 þaredarê BDP'î, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Cîgirê Serokê Giþtî yê ÎHD'ê Muharrem Erbey 23 kes þandin Girtîgehê.

Kesên bi îdîaya "Endamê Meclîsa KCD'ê ya Tirkiyeyê ne" hatin girtin wiha ne: "Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê ya hate girtin Prz. Firat Anli, Þaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaþ, Þaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn, Wekîlê Þaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Alî Þîmþek, Þaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Þaredarê Cizîrê Aydin Budak, Cîgirê Serokê Giþtî yê ÎHD'ê û Serokê Þaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Muharem Erbey, Þaredarê Qoserê Ferhan Turk, Þaredarê Pirsûsê Etem Þahîn, Þaredara Wêranþarê Leyla Guven, Þaredarê Wêranþarê yê berê Emrullah Cîn, Þaredarê Êlihê yê berê Huseyîn Kalkan, Þaredarê Pîranê yê berê Abdullah Akengîn, Midûrê Giþtî yê DÎSKÎ Yaþar Sari, Þaredarê Erxenî yê berê Nadîr Bîngol, xebatkarê BDP'ê Cebraîl Kurt, Kordînatorê Yerel Gundem21 Fethî Suvarî, Siyasedmedar Ramazan Debe, Rêveberê GOÇ-DER'ê Abbas Çelîk, Ahmet Makas, Þaredarê Colemêrgê yê berê Kazim Kurt û Takibe Turgay hatin girtin.


Dewleta Tirk dijî siyaseta Kurdan operasyona tune kirinê da dest pê kirin


Dewleta Tirk ku bi girtina DTP rê li sîyaset kirina Kurdan girt û nîþan da ku tehemmulî têkoþîna demokratîk ya Kurdan jî nake niha jî dest bi êrîþên ser sazî û dezgehên Kurdan kir.


Polîsên TEM'ê bi talîmata Dozgeriya Komarê ya Amedê bi ser gelek malên Þaredarên Partiya Aþtî û Demokrasiyê (BDP) de girt û jê 6 þaredarên BDP'ê bi tevahî þaredar binçav kirin.


Dewleta Tirk bi her avayî êrîþên xwe yên ser gelê Kurd didomîne. Piþtî terora ku li 3 hefetya dawîn de meþand û 3 Kurd jiyana xwe ji dest dan û bisedan kes hatin girtin niha jî êrîþ berfirehtir dibe. Polîsên TEM'ê li Amed, Sêrt, Þirnex, Batman, Riha û Mêrdîn bi ser gelek malên Þaredarên Partiya Aþtî û Demokrasiyê (BDP) wek Selîm Sadak, Nejdet Atalay û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dicle de girt û jê 5 þaredarên BDP'ê 8 þaredar bi tevahî 31 kes binçavkirin.


Dewleta Tirk ku bi girtina DTP rê li sîyaset kirina Kurdan girt û nîþan da ku tehemmulî têkoþîna demokratîk ya Kurdan jî nake niha jî dest bi êrîþên ser sazî û dezgehên Kurdan kir. Bi wan gavên xetr eþkere dibe ku Tirk aþtiyê naxwazin û bi tu avayî tehemmûlî Kurdan nakin.


Li hember êrîþên dewleta Tirk hêrsa Kurdan mezin dibe



Însiyatîfa Gel a Kurdistanê operasyona hevdem a li dijî nûnerên siyasî û þaredariyên kurd bi zimanekî tund þermezar kir.


Însiyatîfa Gel a Kurdistanê operasyona hevdem a li dijî nûnerên siyasî û þaredariyên kurd bi zimanekî tund þermezar kir. Însiyatîfê bang li gelê kurd kir ku li hemberî van êrîþên li ser îradeya gelê kurd bêdeng nemînin û serhildanên giþtî bi pêþ bixin.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku tenê serhildanên giþtî yên gel dikare pêþiya siyasetên îmha û jiholêrakirinê bigirin. Însiyatifê, destnîþan kir ku pêwîst e gelê kurd, dersekê bide desthilatdariya AKP’ê û dewletê û wiha got: “Operasyonên korsanî, li dijî þaredar û nûnerên ku bi dengên gelê kurd hatine hilbijartin, pêk hatin. Operasyonên korsanî, girtin û kuþtin nikare me ji daxwazên me yên azadiyê dûr bixe.”

Însiyatîfê, banga serhildana giþtî li gelê kurd kir û wiha got: “Gelê kurd vê êrîþa rûmetþikandinê qebûl nake. Pêwîst e, gelê kurd bi giyanê têkoþîn û serhildanên giþtî nerazîbûnên xwe nîþan bide. Tenê têkoþîna giþtî û serhildanên gelê kurd dikare rê li ber siyasetên tunekirin û jiholêrakirinê bigire” Însiyatîfa Gel a Geverê jî, daxuyand ku li hemberî gelê kurd þerê topyekûn dest pê kiriye.


Nerazîbûna gelê Kurd hember operasyonan her diçe mezintir dibe


Li Batman, Amed û Wan çalakiyên hemberî terora dewleta Tirk ser sîyaseta Kurd.


Þaredariyên Amedê bi pankartên reþ girtin þermezar kirin


Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Þaredariyên navçeyên navendî yên Baglar, Yenîþehîr û Surê bi armanca girtina þaredaran û operayona li dijî BDP'ê þermezar bikin pankartên reþ bi avahiyên þaredariyên xwe ve daliqandin.

Li Êlihê 70 saziyan operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 kesan þermezar kir


Nûnerên 70 sazî û dezgehên li Êlihê, bertek niþanî girtina Þaredarê Êlihê Nejdet Atalay da û gotin "Þiklê binçavkirina kesên hatine girtin binpêkirina mafên mirovan e. Bi awayekî howane hatine binçavkirin. Derê hinek malan hatin þikandin û hinek jî bi merasim girtin binçavan. Ev yek li dijî mafên mirovahiyê ye. Li aliyê din destên þaredarên me bi kelepçeyî û rêz kirî birine dadê, em vê zihniyetê þermezar dikin."

Nûnerên 70 sazî û dezgehên Êlihê, bi armanca girtina Þaredarê Êlihê Nejdet Atalay û þaredarên din li ber Þaredariya Êlihê daxuyani dan çapemeniyê. Daxuyaniya Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî tevlî bû, Serokê Odeya Dermanfiroþan Mehmet Emîn Beyaz xwend. Beyaz, diyar kir ku gelek þaredar, siyasetmedar û parêzvaanên mafên mirovan hatine girtin û wiha got: "Kesên hatin binçavkirin di rayagiþtê de tên nasin û bi awayekî nemûsaîd hatin binçavkirin. Derê hink mala þikandin, hinek bi merasî girtin binçavan. Ev yek li dijî mafên mirovan e. Em zihaniyeta þaredarên me bi kelepçeyê anîne dadê þemrezar dikin û red dikin."

Karkeran bi boneya piþtgiriyê bidin BDP'ê dest ji kar berdan


Karkerên Sendîqaya Genel Îþ'ê bi armanca þermezarkirina operasyona li dijî BDP’ê dê hefteyekê li Þaredariya Êlihê rojê saetêkê dest ji kar berdin û çalakiya runiþtnê pêk bînin.

Karkerên Sendiqaya Genel Îþ'ê ya girêdayî DÎSK'ê yên li Þaredariya Êlîhê dixebitin bi armanca þermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, dê hefteyêkê rojê saetêkê dest ji kar berdin û li ber Þaredariyê çalakiya runiþtinê pêk bînin. Di çalakiya îro de Serokê Þaxa Sendîqaya Genel Îþ'ê yê Êlihê Halîs Yakut, diyar kir ku Þaredarê Êlihê Nejdet Atalay jî di nav de 23 kesên hatin girtin bi awayekî bêdadî hatine girtin.

CHAK: Operasyona li dijî BDP'e û þaredaran dardakirina demokrasiyê ye

Navenda Helebçe li dijî cînosidê Kurdan (CHAK) operasyona dewleta Tirkiyeyê ya li djî BDP'î, þareder û rêvberên BDP'ê bi tundî rexnekir. Alîkarê bîroya Hewlêrê ya CHAK'ê Zûbêr Alî Akreyî, wiha got: "Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî þareder û endamên BDP'ê dardakirina demokrasiyê ye."

Navenda Helebçe li dijî cinosidê Kurdan (CHAK), operasyona dewleta Tirkiyeyê ya li dijî þareder û rêvberên BDP'ê bi tundî rexnekir. Alîkarê buroya CHAK'ê ya Hewlerê Zûbêr Alî Akreyî, derbarê operasyona li dijî BDP'ê û girtina þaredar û siyasetmedarên kurd de ji ajansa me DÎHA'yê re axivî û operasyona li dijî BDP'ê wekî dardakirina demokrasiyê nirxand.

‘Hikûmeta AKP’ê bi agir dilîze’


Berdevkê Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê bi operasyona li dijî BDP'ê heviyên hebû jî temirandin. Tahmaz, anî ziman ku hikûmet bi dirûþma þerxwazan a 'Heta terorîstê dawî bê îmhakirin' tevdigere û bi agir dilîze.
Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê têkildarî pêvajoya dawî û operasyona li dijî BDP'ê li Baroya Amedê civînek çapemeniyê pêk anî. Di civinê de Berdevkê Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, Sekreteryaya Meclîsa Aþtiyê Ayhan Bîlgen, Selma Gungor, Gulten Uçar, Aygul Bîdav, Îlkîn Manya, Meral Daniþ Beþtaþ, Tulay Ozdemir, Serokê Platforma Komeleyên Stenbol û Baþurê Rojhilat û Rojhilat Abdulhakîm Daþ û endamên Meclîsa Aþtiyê amade bûn.

Di civîna çapemeniyê de Berdevkê Meclîsê Hakan Tahmaz, axivî û diyar kir ku hikûmetê bi operasyona li dijî BDP'ê heviyên gel þikandine. Tahmaz, da zanîn ku pirsgirêka kurd bi girtin û binçavkirinan çareser nabe û wiha got: "Bi þikandina deriyên malan, bi binçavkirin, girtin û destkelepçekirina nûnerên ku bi vîna gel hatine hilbijartin pirsgirêk çareser nabe. Bi vî rengî nikarin behsa çareseriya bêçek bikin."

Li dijî operasyona BDP'ê gilî û bertek

Parêzerên Baroya Amedê, di derheqê Dozgeriya Komarê û nûnerên Miduriyeta Polîsan a Amedê de ji ber operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 þaredar û siyasedmedaran îtîraz kirin. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku dimenên derketin holê dema OHAL'ê xirabtirin.

Bertekê li dijî operasyana li hemberî BDP'ê hatiye kirin didomin. Baroya Amedê jî têkîldarî operasyonê de li ber Dadgeha Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê sedan parêzerên Baroya Amedê Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, bi binavkirina operasyonê ya wekî 'Operasyona KCK', raya gihþtî þaþ hatiye agahdar kirin. Aktar, wiha got: "35 kesên hatin binçavkirin di rayagiþtî de tên nasîn û siyasetmedarên kurdin. Di nav van siyasetmedaran de þaredar û þaredarên berê jî hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin pêkutiyên dema OHAL'ê anîn ber çavên me. Dema ku kesên hatin binçavakirin sewqî dadê kirî destên wan kelepçekirine anîne dadê. Bi vê yekê vîjdana civakê gelek êþandine."

'Bi taybet û zanebûn ev kirin'


Aktar, da zanîn ku destê "Kesên qaçaxtiyê dikin û kesên zirarê bidin xwe û hinek din an jî di her alî de taluqene bin" tê kelepçekirin. Aktar, destniþan kir ku lê kesên di rayagiþtî de tên nasin parêzer, þaredar û parelementerê berê hemû destê wan kelepçe kirin û bi rêz birin dadê. Aktar, bilvê kir ku bi taybet û zanebûn ev dîmene afirandin û destur dane çapemeniyê da ku bi weþînin.

Di derheqê dozger û Miduriyeta Polîsan de gilî


Aktar, ani ziman ku ev pêkutî li dijî hiquqê û rumeta mirovahiyêye û wiha domad: "Em wekî parêzerên Baroya Amed, li dijî vê bêdadiyê û pêkutiyanin. Em dê di derheqê dozgeriyê û midurên polîsan, midurên TEM'ê û polîsên tevlî vê lêpirsiê bûyî, ji ber ku bi awayekî zanebûn tevgeryane û berpirsiyên xwe bi awayekî xirab bikar anîne dê gilî bikin." Aktar, têkîldarî mijarê de dê roja çarþem "meþa bi cup" bikin û pêkutiyan protesto bikin. Piþtî giliyê, ji bo girtina BDP'iyan îtiraz kirin.

Li Wanê 10 hezar kesan dest bi meþê kir


Nêzî 10 hezar kesên bi armanca þermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, li ber avahiya Rêxisitna BDP'ê ya bajar hatin cem hev, bi dirûþmeyên, "Pêkutî me bêzar nakin" ber bi Dadgeha Wanê ve dest bi meþe kirin.

Li Wanê, nêzî 10 kezar kesî, bi armanca operasyona li dijî BDP'ê û girtina 47 kesên ku di navde Serokê Þaxa MEYADER'ê Ferzende Abî, Serokê Komeleya Hemwelatiyên Azad a Taxa Hacîbekîrê Tefîk Say, Saymanê Rêxistina DTP'a hate girtina ê Wanê Siddik Gul, Endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê Yildiz Tekîn û Eylem Açikalin, Kerem Çaglý, Ramazan Ozlu, Selîm Çay, Cafer Koçak, Zîhnî Karakaya, Mustafa Ayaz, Kamuran Parlak, hatin girtin, þermezar bike meþek pêk anî.

Girtin hatin þermezarkirin


Di nava kesên li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya bajar hatin cem hev, Parlementerê Wanê yê BDP'ê Ozdal Uçer, Þaredar Bekîr Kaya û þaredarên navçeyê, rêveberên Navenda Giþtî ya BDP'ê jî di nav de nêzî 10 hezar kes li wir daxayanî dan çapameniyê. Li ser navê girseyê Parlementer Ozdal Uçer, diyar kir ku girtin bi bi hincetên hundir vala pêk hatine û girtin þermezar kir.

'Gelê kurd bêdeng namîne'


Uçer, destnîþan kir ku gelê kurd bêdeng namîne û wiha got: "Binêrin hevalên me bi hincetên hundir vala tên binçavkirin û girtin. Hevalên me yên aþtiyê û biratiyê diparêzin dibêjin KCK'î ne û wan dibin girtîgehan. Ger parastina aþtiyê û biratiyê KCK'yîbûn e, em hemû KCK'î ne. Lê ev pêkutî û zilma li dijî gelê kurd tiþtekî nû nîne. Ev zilmek ku 80 salin dom dike ye. Niha jî bi zanebûn dixwazin gel û polîsan bînin hemberî hev. Lê bila hemû kes baþ bizanibin, gelê kurd li hemberî vê zilmê bêdeng namîne. Ji ber vê yekê jî em bang dikin ku hevalên me bi lêz bên berdan."

Piþtî axaftina Uçer, bihezaran kes ji ser Kolana Komarê ber bi Dadgeha WAnê ve dest bi meþê kirin. Meþa ku tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.
 

(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
 



 


   
  Biçe Jora Rûpelê                                                                                                        Hemû naveroka beþa Nûçe »

 

 

 

 

 

Girêdanên Sponsor                                                  

 

 
 

 

 

Girêdanên Sponsor

 

 

 

 

 

           

 

 

Servîs »

  

Rewþa Hewa

Ji Kurdo rewþa hewayê bi avayekî rast û rast

 

Reklam Dayîn

Mercen reklam dayine

 

 

              

Hemû naveroka beþa Nûçe »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

              

 

 

 

 

 
©  Kurdistannetew.net  |   Peywêndî  |  Kunye  Arþîw  |  Derbarê KN de  |  Hiþyarî  |  Reklam      HKMG