AMED (DIYARBEKÎR)
-- Dîmeneke
din a dervey mirovayetî a eskerên Tirk derket holê.
Di 4’ê kanûnê di pevçûna Cûdiyê de 2 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest
dabû. Lê li hemberî cenazeyên her du gerîlayan pêkanînên nemirovîn pêk
hatine. HPG’ê der barê pêkanîna nemirovîn de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar
kir ku divê kes li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemîne.
Di 8’ê kanûnê de li navçeya Reþadiyeya Tokatê 7 leþker ji hêla gerîlayan ve
hatin kuþtin. 3 roj beriya pevçûnê dîmenên pêkanînên nemirovîn hatin
weþandin. Li herêma Pikera gundê Remo ya herêma çiyayê Cûdiyê 4’ê kanûnê
pevçûnek pêk hat û gerîlayên bi navê Metîn Guleç (Zafer Cûdî) û Yakup
Dellayîmîlan (Harun Bêtirs) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên her du
gerîlayan ji hêla leþkeran ve li erdê hatin kaþkirin û pihîn lê xistin. Ev
pêkanîn bi dîmenan hate tespîtkirin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de aþkera kir
ku kesên ku kuþtina leþkeran wekî qetlîam dinirxîne, li hemberî îþkenceyên
ku li cenazeyên gerîlayan tê kirin bêdeng dimînin û daxuyanî wiha dom kir:
“Heta niha gelek caran dîmenên wehþetê hatin weþandin, lê ji ber hesasiyetên
civakê gelek dîmen nehatin weþandin. Herî dawiyê dîmenên wehþetê ketin ser
ANF’ê.”
Piþtî van dîmenan Navenda Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku
divê tu kes li hemberî wan dîmenan bêdeng nebin û wiha got: “Ji bo
demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka kurd di 13’ê nîsanê sala 2009’an de
biryara bêçalakbûnê hate dayîn. Ji hêla HPG’ê ve gelek hessasiyet hate
nîþandan. Lê ji hêla Arteþa Tirk ve li hemberî gerîlayan operasyonên îmhayê
pêk hatin. Þert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin girankirin.
Her dawî jî li hemberî cenazeyên gerîlayên HPG’ê Metîn Guleç (Zafer Cûdî) û
Yakup Dellayîmîlan (Harun Bêtirs) êrîþên hovane pêk hatin. Ev tiþt ne
mirovatiye. Divê Artêþa Tirk bizane HPG heta dawiyê girêdayî cenazeyên xwe
ye. Her wiha bi çalakiya Tokatê tevgera me wekî terorîst îlan dikin. Lê
dîmenên ku 3 roj beriya çalakiya Tokatê hatî kiþandin nabînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku gelê kurd careke din polîtîkayên
tasfiyeyê aþkera kirin û lîstik pûç kir, dê li hemberî wan pêkanînên
nemirovîn bêdeng nemîne.
Em lêborînê ji malbatên gerilayan û ji we dixwazin û ji bo dîtina rastiya
Tirkan, dîmenên dervey mirovayetî a eskerên Tirkan diweþînin