|
Delîlên qetlîman dewleta
Tirk yek bi yek derdikevin holê
KURDISTAN-NETEW
Weþandin:09 Nîsan, 2009


AMED --
Kolandinina erda ku di çarçevoya doza rêxistina Terorî ya Ergenekonê de
ogrên bi kom a bi sedan Kurd hatine kuþtin dewam dike.
Wek tê zanîn piraniya endam û sîxurên rêxistina terorî ya Ergenekonê ku hîmê
wê JÝTEMê ango rêxistina îstîxbarata Arttêþa tirk danîyê, li dadgeha Silivrî
ya navçeya stenbolê tên darezandin ku piraniya wan ji fermandar û evserên
pilebilind ya artêþa tirk pêk tê."
Bi beþdarbûna Serdozgêrê Komarê yê Amedê, heyeteke Komeleya Mafên Mirovan ya
Amedê û hin malbatên windakiriyan li ser rêya navbera Amedê û navçeya Hênê
li devera gundê Simaqiyê dest bi kolanê hat kirin û di encama vê kolanê de
gorek bikomel hat dîtin.
Wek tê zanîn, îtîrafkarê PKKê Abdulkadir Aygan ku demek dirêj di nav JÎTEMê
de xebitîbû û nuha li Swêdê dijî, demek berê lixwe hatibû mikurê ku di dema
nava JÎTEMê de bûye, Fethi Yildirim û Haki Kaya kuþtine û li devera navborî
binax kirine. Li gor îfadeyên Aygan ev bûyer di sala 1996an de pêk hatiye.
Li ser van agahiyên Aygan, malbatên kesên windakirî serî li Dozgêriya Komarê
ya Amedê dan û daxwaz kirin ku li devera navborî kolan bê kirin. Li ser vê
yekê di bin çavdêriya Serdozgêrê Komarê de di 2ê Nîsanê de li devera gundê
Tirelo (Qaraçalî) dest bi kolanê hat kirin lê tiþtek nehat dîtin. Ev roj jî
li devera gundê Simaqiyê li du nuqteyan dest bi kolanê hat kirin û di encama
vê kolanê de li cihek bi qasî 100 estiyên mirovan û li cihek jî lîbasên
mirovan hatin dîtin.
Li devera ku hê kolan berdewam in, Jenderme dora ciyê kolanê girtiye,
rojnamevanan nêzî cih nakin. Lê du dozgêr û du berpirsên Komeleya Mafên
Mirovan in jî çavdêriya kolanan dikin.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan ya Amedê Muharem Erbey û Serokê Saziya
Parêzeran BARO) ya Amedê M. Emîn Aktar ku wek çavdêr li cihê kolanê bûn,
diyar kirin ku heta nuha li du nuxteyan (ku cihek jê cihê ziblê ye) kolan
hatiye kirin û di encama vê kolanê de li cihek bi qasî 100 estiyên mirovan û
li cihek jî lîbasên mirovan hatine dîtin. Navboriyan, herweha ragihandin ku
dê kolana ev roj heta siet 15.00an bidome û dutira rojê carek din dest bi
kolanê bê kirin.
Herweha, ji aliyê muxtarê gundê Gencan ve jî hat îdîakirin ku di salên
1996-97 an de ew di nav þikê de bûn ku li vê deverê li du-sê deran cesed
hatine veþartin. Muxtar, herweha diyar kir ku di sala 1997an de wan, cesedê
jinek û mêrek li vê deverê dîtine û ewçax rayedarên dewletê ji viya agahdar
kirine û rayedarên dewletê yên wê demê cesedan birine li goristana kesên
bêxwedî ya Mêrdînê binaxkirine.
Wek tê zanîn, di navbera salên 1990-98an de bi destê JÎTEMê 17 hezar kurd
wenda bûn. Bawerî ew e ku ew windakirî ji aliyê JÎTEMê ve hatine kuþtin û
wendakirin. Lê heta nuha qisasên wan windakiriyan nehatine tespîtkirin.
Endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di Rojnameya Ozgur Gundemê de îtiraf kiribû
di salên 1994’an de Fethî Yildirim û di sala 1996’an de jî Hakki Kaya
kuþtine û li ser riya gundê Tirelo veþartine. Li ser vê yekê malbata Fethî
Yildirim serî li ÎHD’a Amedê û Dozgeriya Komarê ya Amedê dabû. Dozgeriya
Komarê ya Amedê li ser îtirafên Abdulkadîr Aygan ji bo dîtina hestiyên Fethî
Yildirim pêr li gundê Tirelo dest bi xebatên kolanê kiribûn. Dozgeriya
Komarê duh jî li gundê Dereboyuya navçeya Hênê ji bo dîtina hestiyên Hakki
Kaya dest bi xebatan kir. Di kolanadinan de Dozgerê Komarê yê Amedê Îsmaîl
Aksoy, malbata Kaya û Serokê ÎHD’a Amedê Muharrem Erbey amade bûn. Li cihê
kolanê tedbîrên berfireh hatin girtin û ji bo rojnameger dîmenan nekiþînin
li derdora cihê kolanê bend hatin danîn. Di encama kolanê de ji 300’î
zêdetir perçeyên hestiyan derketin û ji bo lêkolînkirinê dê biþînin Saziya
Tipa Edlî.
HAK-PAR’ê daxuyaniyek belav kir
Ji aliyekî din ve jî þaxê Amedê ya Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Parê derbarê
lêgerîna li windakiriyan ya li Amedê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin :”Bi pêvajoya lêpirsîn û doza rêxistina terorî ya
Ergenekonê re cesedên beþek ji wan kuþtiyan ji bîrên asîdê û beþek jê jî ji
bin axê tên derxistin.
Ji ber yekê divê ev kolan û lêgerîn bê kûrtir bibe û her aliyê welat bê
kolandin.
Divê ew sûcdarên van kiryarên nemirovne bên tespîtkirin û li pêþperê
dadgehên adil hesab ji wan bê pirsîn.
Em wek Partiya Maf û Azadiyan dixwazin bi raya giþtî bidin zanîn ku heta
dawî li van kiryaran neyê û sûcdar neyên darezandin, em ê dev jê bernedin.”
AKP di opreasyona Ergenokê de durûye
Piþtî li dijî AKP doza girtinê hate vekirin û derdorên mîlîtarîst û þoven
AKP xistin tengasiyê û îmaja AKP xirab kirin, niha AKP ji nû bi dest xistina
hêza û bo çavtirsandina wan dersoran hin beþên çeteya Ergenekonê deþîfre
kir.
Xuyaye ku AKP vê çeteyê bi temamî ji holê raneke û dewleta kûr a Tirk û
çeteyên bi rengî her hebin. Jixwe AKP guhertina helwesta xwe hember Kurdan û
êrîþkirina ser gelê kurd dide diyar kirin ku naxwaze þerê li bakûrê
Kurdistanê bi dawî be. Li aliyê din de jî gelek eþkereye ku çeteya Ergenekon
yek ji bingehîn hêz e ku þerê qirêþ a li bakûrê Kurdistanê li dijî kurdan
dimeþîn e ye. (Kurdistannetew.net / Dîha)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|