|
Cemata Fetullah Gulen bî
riya medyayê êrîþên hemberî Kurdan fît dike
KURDISTAN-NETEW / SERHAD B.RÊNAS - RONYA
ARÎ
Weþandin:26 Nîsan, 2009


AMED --
Wek tê zanîn cemata Fettulah Gulen demeke dirêeje ku bi weþanên xwe yên
medyaya êrîþî Kurdan dike piþtî operasyona ser DTP êrîþên xwe yên zêde
kirin.
Bi taybetî televîzyona bi navê Samanyolu TV bi weþana xwe ya nijad perest
êrîþî Kurdan dike û DTP wek hedef nîþan dide.
Piþtî ku di hilbijatinan de li gel hemû hewldanên cemata Fetullah Gulen AKP
li Kurdistaê têk çû êrîþên gruba Fetullah Gulen jî ser DTP û saziyên Kurdan
hin zêdetir bû.
Televîzyona STV her roj bi nûçeyên xwe yên derew him raya giþtî ya Tirkan
him jî dewletê hember sazîyên Kurdan fît dike û sor dike.
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê jî 2 roj berê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand
ku cemaeta Gulen û Hikûmeta AKP’ê dê di bin operasyona li hemberî gelê kurd
daye destpêkirin de bimînin. Însiyatîfa Gel ragihand ku ji niha þûnde li
Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê saziyên aydê Cemaeta Gulen û rêveberên
AKP’ê di hedefa wan de ne. Însiyatîfa Gel di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Her wekî tê zanîn AKP û aqildarê wê Fetullah Gulen nûnerên gelê kurd ên
DTP’î û nûnerên saziyên kurd ji bo xwe kirine hedef, fûryaya binçavkirinan
daye destpêkirin û bi îdiayên derew dane girtin. Em wekî Însiyatîfa Gel a
Kurdistanê sedema vê operasyonê baþ dizanin. Fermana ji bo vê operasyonê ji
aliyê Serokwezîrê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan û aqildarê wî Fetullah
Gulen ve hatiye dayîn. Hêzên polîsan ên girêdayî xwe bi mebesta tolhildanê
berê DTP’ê û gelê kurd kirine.”
Di daxuyaniyê de hate destnîþankirin ku bersiva gel a li hemberî dek û
dolabên gemarî dê hebe û wiha hate gotin: “Ji niha þûnde tu rayedarên AKP’ê
dê nikaribin bi rehetî li Kurdistanê bigerin û faaliyetên xwe pêk bînin. Ev
hêz dê nikaribin rehet nefesê bigirin.” Di daxuyaniyê de banga piþtgiriya ji
bo DTP’ê jî li gelê kurd hate kirin
Medyaya Fetullah Gulen hemberî Kurdan dijberîyeke mezin pêk tîne
Televîzyona Samanyolu TV(STV) û rojnameya Zaman, kovara Aksîyon, kovara
Sizinti û gellek weþanên din û bi hin weþanên herêmî jî di îdolojîya
Fettulahçîyan de weþan dikin. Li bakûrê Kurdistanê Fettullahçîyan yek ji
perçeya asîmîle kirina neteweya Kurd in. Hessasîya olî ya gelê bakûrê
Kurdistanê tê bi karanîn û bi dersxane,dibistanên taybetî,mal û yurdên bo
xwendekaran,bi rojname,kovar û pirtukan ciwanên Kurd têne asîmîle kirin.
Xebatên Fettulahçîyan bi piþtgirîya gellek derdorên dijberên Kurdan li hemû
bakûrê Kurdistanê heta Kurdistana azad jî tevde tê meþandin. Fettulahçî bi
taybetî sîstema perwerdeyê bi dest xistine û piþtî bûyera 28 sibata Tirkîyê
bo legal bû û pêþketinê vê qadê ji xwe re wekî bingeh girtine ji dersxane û
dibistanên taybetî bigrin,kovarên zanistî pirtukên bo amadekarîya ûniversîte
ji alîyê wan tê weþandin.
Hedef ji holê rakirina destkeftiyên Kurdan e
Helwestên faþîst û Tirçitî ya cemmata Fettullah Gulen ku nêzî politikayên
AKP ne wisa nîþan dide ku zextên arteþa Tirk nebe jî derdorên han xwedî
fikrên Tirkperest-Îslamî ne û dev ji yek ala, yek dewlet, yek sirûd bernadin
û Kurdan jî wek perçeyeke "milletê Tirk" dibînin û mafên neteweyî ya Kurdan
qebûl nakin. Li gor wan derdoran tenê çend mafên hiquqî, însanî û takekesî
ya Kurdan hatin binpêkirin. Li gor wan Kurd bi serê xwe ne netewin,
perçeyeke ji milletê Tirkiyene lê xwedî koka cûda ne. Wisa difikirin ku ger
mafên takekesî ya Kurdan were dayin dê pirsgirêka Kurd bi temamî çareser be.
Fethullah Gulen û cemaeta wî ku wek Fettullahçî tên naskirin li Asya Navîn û
li Kafkasyayê, bi taybetî jî li cumhûriyetên tirk, ji bo belavkirina
karîgeriya Tirkîtiyê û bîrûbaweriyên cemaeta xwe ya dînî, xwendegehan ji
dibistanê heta unîversîteyan vedike, li Kurdistana Federe li Hewlêr û
Silêmaniyê jî bi navê dibistanên Iþik (ronahî) û Nulîfer xwendegeh vekirine.
Li beramberî wan hewlên xeter dewlemenên Kurd tiþtek nakin. Divê Kurd jî him
li bakûr û him jî li baþûr dezgehên pêþketî yê perwerdeyî avabikin. Ji ber
ku di civakê de dezgehên herî bingehîn û girÎng dezgehên perwerdeyêne û
bandorê perwerdeyê di hemû qad û konaxên jiyanê de heye. (Hawarnet.com).
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|