,

  

 
KURDISTAN-NETEW  

  Nûçe

 

lêgerîn >> têkîlî >>

kunye >>

 

   - Di dîrok û saetan de dema paytexta Kurdistanê bajarê Amedê tê esas girtin

 

 

  Rûpela Serî         Gotar       Lêkolîn       Nûçe       Belge       Servîs       Arþîw       Kunye                                      

 

 Tu li ku yî ?  »  Nûçe                                                                                                                                                                                                        LÊGERÎN:  

 

 

                                                                                                                                                                                                                         REWÞA HEWA

 

 

 

 

 

 

 

 

Li Kurdistanê þer dijwar dibe; gellek leþkerên Tirk mirin

 

 

ajansan

Weþandin:17 Nîsan, 2009

                                                                                                                                       Binivsîne   

 

AMED --  Wek tê zanîn piþtî hilbijartinana þerê li Kurdistanê dijwar bû operasyonên ku derbeyeke mezin li pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd xist zêde bûn.

Li bejahiya Amedê di navbera gerillayên HPGê û eskerên Tirk de þer derket eskerek hat kuþtin û 4 esker jî birînadr bûn.Li herêma Amedê û navçeyên wê Hênê, Pîran û Lîceyê 2 hefteye eskerên Tirk li dijî Hêzên Parastina Gel HPG derketine operasyonê.

Li gorî agahiyên herêmî, doh saet li heþt û nîv ê êvarê di navbera gerillayên HPGê û eskerên Tirk de þer derket. Di encama þer de eskerek hat kuþtin û yek jê astsubay 4 esker jî birîndar bûn.

Navê eskerê hatî kuþtin çawiþê bispor Berkant Þara ye û xelkê ji bajarê Tirkiyê Muglayê ye.
Li aliyê din hate zanîn ku artêþa Tirk gelek esker û û cebilxane þandiye gundê Zirextê yê giradyî navçeya Amedê Lîceyê.Her wiha operasyon li Çewlîkê jî dewam dikin

Li gor HPG 27 leþker hatin kuþtin û 5 gerila jiyana xwe ji destdane


Li Kurdistan’e ji destpêka meha nîsanê de þer û pevçûnên navbera Artêþa Tirk û gerîllayên PKKê careke din destpêkir. Herçend PKK hefta borî biryara rawestandina þer heta dawiya meha Hazîran’ê da jî operasyonên artêþê berdewan dike.
Roja pêncþemê Nawenda Ragehandina Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê þerên hefta borî de daxuyaniyekî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di þerên li çend hereman de 27 leþker hatin kuþtin û gelek jî brîndar bûne û gelek çekên artêþa Tirk derbasî deste gerilla bûne. Herwiha di þer de li Herama Botan 5 gerîlayan jî jiyana xwe jidest dane.

HPG di daxuyanþiya xwe de dibejê, herçend hêzên wan ji ber biryara þerrawestinê êriþ nakin jî, di operasyonan de ji neçarî xwe diparêzin û þer derdikeve.

Li gor daxuyaniyê þerê ku di hefte ya dawîn de qewimîne wiha ne:

‘’1. Di 13 Nîsan’ê de li Amed’e li Navçe ya Pîran’ê li heremên Gursê, Uçkula, Haftanîn, Arçek û Heredan ji alî artêþa Tirk ve operasyonekî berfireh hatiye destpêkirin. Di êvara15 Nîsan’ê de li Tepesor’ê þerkeî derketiye. Di þer de yek efser û 10 leþker hatine kuþtin. Di vî þerî de 2 HK 33 çekên ferdi 1 dûrbînekî laser ketiye deste gerilla. Operasyon hîn jî didome û gerilla xesar nedîtiye.

2. Di roja 9’ê Nîsan’ê de Artêþa Tirk li herema Botan’ê tevî cerdevanên Dergûl û Segirkê li Þirnex’ê li çiyayên Besta, li deverên Girê Tendurê, Girê Xanê, Tepe Firinê, Serkê Hêryar, Serkê Deryan, Serkê Muhammedê Uso, Behrêter, Çelêsor, Geliyê Hêzil, quntarên Herekol’ê û Kanî Botkê operasyonekî berfirêh daye destpêkirin. Bi dehan hezar leþker û cerdevan tevlî operasyonê bûne. Di operasyonê de li çend devran þer derketiye. Di þerên vê herêmê de 17 leþker hatine kuþtin û gelek jî brîndar bûne. Ji leþkerên kuþtî 3 çekên ferdi û silahekî BKC û kunyeya leþkerekî kuþtî ketiye deste gerîlla.

Operasyon darbeyê li pêvajoyê xist


Li Kurdistanê bi hatina biharê operasyon her diçe zêde dibe. Di 2 hefteyên dawî de ligel biryara KCK’ê ya bêçalakiyê li gelek herêmên Kurdistanê operasyonên leþkerî yên Artêþa Tirk bênavber didomin.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) beriya hilbijartinên herêmî biryara bêçalakiyê girtibû. Piþtî hilbjiartinan jî heta meha hilbijartinan jî ji bo ku pirsgirêka kurd bi riya diyalog û siyasî bê çareserkirin heta meha hezîranê ev biryara xwe ya bêçalakiyê dirêj kir. Lê piþtî hilbijartinên herêmî Artêþa Tirk operasyonên leþkerî zêde kir. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê ji Amed û Dêrsimê heta Colemêrgê operasyon bênavber didomin. Di hilbijartinên herêmî de DTP’ê serkeftineke girîng bi dest xist û 99 þaredariyên bajar, navçe û bajarokan qezenc kir. Ev serkeftina siyasî û helwesta gelê kurd nîqaþên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî zêde bûn. Bi taybetî ev encam ji bo vekirina riya diyalogê gaveke girîng hate nirxandin.

Lê ligel van nîqaþ, nirxandin û nêrînan dewleta tirk li þûna ku riyên diyalogê vebike û vê rewþa êrênî weke fersendekê bibîne giraniyê dide operasyonên leþkerî. Artêþa Tirk li her devera bakurê Kurdistanê operasyonên leþkerî daye destpêkirin. Çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Li hemberî sivîlan jî terora xwe didomîne û qetlîaman pêk tîne.
Ligel biryara KCK’ê û daxwaza gelê kurd ev operasyon û qatlîamên dewletê yên li hemberî gelê kurd û gerîlayan weke provokasyonekê tê nirxandin.

Sivîl hatin qetilkirin

Dewleta Tirk piþtî hilbijartinên herêmî cara ewil israra di þer de li gundê Amarayê nîþan da. Girseya ku ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd xwest biçe gundê Amarayê rastî êrîþeke hovane hat. Di encama êrîþê de ciwanên bi navê Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ji aliyê polîs û leþkeran ve hatin qatilkirin.

2 Hefte ye operasyon didome


Piþtî hilbijartinên herêmî Artêþa Tirk li Amed û Çewlikê operasyon da destpêkirin. Li sêgoþeya Licê, Hênê û Darayeniyê operasyona ku Artêþa Tirk daye destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Helîkopterên leþkerî yên ku ji Licê û Darayeniyê radibin herêmê bombebaran dikin û leþkeran sewqî herêmê dikin. Herî zêde jî operasyon li herêma Koçwarê û Çeperê bi berfirehî didome. Gundiyên li herêmê ji ber operasyonê bi fikar in. Li gorî agahiyan li herêmê dem bi dem pevçûn jî diqewimin.

Li Þemzînan û Besta…


Li herêma Þemzînan û Bestayê jî Artêþa Tirk piþtî hilbijartinan operasyon da destpêkirin. Operasyona li vir jî bêhtir li herêmên Begova, Þapata, Bêsosin, Bêdevê, Bembo û Musekayê didome. Operasyona ku di 9’ê mehê de dest pê kiribû hê jî didome.
Yek ji herêma ku Artêþa Tirk operasyon daye destpêkirin çoltera navçeya Çelê ya Colemêrgê ye. Helîkopterên skorsky ên ku ji 3’yemîn Fermandariya Tumen a Taktîk a Colemêrgê radibin diçin çoltera Çelê û herêmê hem bombebaran dikin û hem jî leþkeran dibin herêmê. Her wiha di heman demê de ji 20’emîn Fermandariya Tugay a Cendirmeyan jî balafirên þer herêmê bombebaran dikin.

Li Mêrdînê sewqiyat


Artêþa Tirk li herêma Mêrdînê jî amadekariya operasyona leþkerî dike. Bi taybetî jî ji navçeya Þemrexê ber bi herêmên Kurê Jor û Kurê Jêr sewqiyat tê kirin. Ji bo operasyonê tîmên taybet û leþkerên ku bi taybetî hatine perwerdekirin têne sewqkirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin ji bo operasyoneke berfireh li vir amadekarî tê kirin.
Li aliyê din di vê pêvajoyê de li herêma Cûdî û Bestayê jî amadekariya operasyonê tê kirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin li herêmê cerdevanên Sêgirkê jî ji bo operasyonê têne amadekirin.


Artêþa Tirk li Dêrsimê jî bi rojan e operesayoneke berfireh didomîne. Operasyon zêdetir li deverên Dokuzkayalar, Kutu Dere û Geliyê Mûnzûrê berfireh dibe. Hate ragihandin ku li hin cihan jî bi teyareyên Skorsky leþker tên bicihkirin û hind cihan pevçûn pêk tên.

Windahiyên Artêþa Tirk


Di operasyonên ku Artêþa Tirk daya destpêkirin de gelek windahî jî çêbû. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel bi daxuyaniyekê aþkera kiribû ku di operasyonên herêma Colemêrgê de gerîlayên wan li hemberî Artêþa Tirk 4 çalakî li dar xistine û di encama van çalakiyan de 17 leþker hatine kuþtin. Daxuyaniya Hêzên Parastina Gel wiha bû: “Di 6’ê mehê de gerîlayên me li hemberî leþkerên ku derketine operasyonê çalakiyek pêk aniye. Di encama çalakiyê de 4 leþkerên dijmin hatine kuþtin û 2 leþker jî birîndar bûne. Di heman herêmê de gerîlayên me çalakiyeke duyemîn pêk anîne û li vir jî 5 leþker hatine kuþtin, 4 leþker birîndar bûne. Di 7’ê mehê de li hemberî Artêþa Tirk ku xwestine lutkeya Þehîd Þiyar bi dest bixin 2 çalakî hatine lidarxistin. Di çalakiya yekemîn de 6 leþker hatine kuþtin 2 leþker birîndar bûne. Di çalakiya duyemîn de jî 2 leþker hatine kuþtin 4 leþker birîndar bûne.”

Li aliyê din di operasyonan de li herêma Þirnexê 4 endamên HPG’ê jî di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye.




 


   
  Biçe Jora Rûpelê                                                                                                        Hemû naveroka beþa Nûçe »

 

 

 

 

 

Girêdanên Sponsor                                                  

 

 
 
 

 

 

Girêdanên Sponsor

 

 

 

 

 

           

 

 

Servîs »

  

Rewþa Hewa

Ji kurdo rewþa hewayê bi avayekî rast û rast

 

Reklam Dayîn

Mercen reklam dayine

 

 

              

Hemû naveroka beþa Nûçe »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

              

 

 

 

 

 
©  Kurdistannetew.net  |   Peywêndî  |  Kunye  Arþîw  |  Derbarê KN de  |  Hiþyarî  |  Reklam      HKMG