|
Li Kurdistana azad piþtî
"rizgariya" Iraqê destkeftiyên raperînê yek bi yek ji dest diçe
K-NETEW
Weþandin:27 Sermawez, 2009


AMED (DIYARBEKÎR)
-- Piþtî dagir kirina Iraqê li þûna ku destkeftiyên Kurdan zêde
be berovejî deskeftiyên heyî jî ji dest diçin.
Li ser daxwaza wezareta bergiriyê ya Iraqê û bi biryareke fermanderê giþtî
yê hêzên çekdarî ên Iraqê Nurî Malikî, sala nû dê herdu kolejên leþkerî ên l
Qeleçolan û Zaxoyê bên girtin.
Berdevkê resmî yê wezareta pêþmerge ya herêma Kurdistanê Caber Yawer ji
PUKmedia’yê re got:” Li gor vê biryarê divê herdu kolej bi yekcarî bên
girtin û dê êdî ji bo perwerdeya leþkerî bên bikaranîn.Li gor vê biryarê
divê li Iraqê tenê kolejeke leþkerî bimîne ku ew jî koleja leþkerî ya
Rostemiye ya li Bexdayê ye.”
Yawer got:” Ev mesele têkilî bi arîþeyên hilawistî yên navbera Bexda û
hikûmeta herêmê nîne, biryar ya hikûmeta Bexdayê ye nemaze wezareta
bergiriyê ku wan li wezareta bergiriyê pêdivî bi 4 kolejên leþkerî nîne
belkî tenê pêdivî bi kolejekê heye.”
Wezîrê pêþmerge: “Biryara girtina kolejên leþkerî yên Qeleçolan û Zaxoyê
bêmentîqî ye”
Piþtî ku bi agahdariya Malikî biryar hat dayîn ku kolejên leþkerî yên
Qelaçolan û Zaxoyê bên girtin, wezareta pêþmerge diyar kir, hincetên wê
biryarê lewaz û nemantiqîne û eger hikûmeta federalî ji wê biryarê venegere
û ew dê axaftinên din bikin.
Wezîrê pêþmerge yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Cafer Þêx Mistefa ecebmayîna
xwe li hemberî biryara girtina kolejên leþkerî yên Herêma Kurdistanê ji
aliyê wezareta berevaniyê ve nîþan da û aþkere kir, pêþtir ew ji wê biryarê
nehatiye agahdarkirin.
Hefteya bihurî hate ragihandin ku li ser daxwaza Wezareta Berevaniyê ya
Iraqê û bi rizamendiya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û fermandarê giþtî yê
hêzên çekdarî yên Iraqê, Wezareta Berevaniyê biryar daye, herdu kolejên
leþkerî yên Qeleçolan û Zaxoyê ku piþtî Raperîna sala 1991’ê ya xelkê Herêma
Kurdistanê hatine vekirin, bên girtin.
Wezîrê pêþmerge diyar kir, ew du kolej di warên mamoste û perwerdeyê de
akademiyên leþkerî yên herî pêþketî ne.
Cafer Þêx Mistefa rexne li hikûmeta Iraqê jî girt û got: “Tenê zehmet jî
nekirin ku bi awayekî fermî li ser wê biryarê me agahdar bikin. Hincetên
dayîna wê biryarê lawaz û nementiqî ne.”
“Piþtî Raperîna sala 1991’an ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Iraqê
cuda bû, ew du kolej hatine vekirin û amanca vekirina wan jî bihêzkirina
þiyana leþkerî ya hêzên pêþmerge bû lê piþtî sala 2003’an û guhartina
rejîmê, çendîn efserên wan du kolejan beþdarî avakirina arteþa nû ya Iraqê
bûn.”
Di dawiya axaftina xwe de Cafer Þêx Mistefa got jî: “Em dê digel Bexdayê li
ser wê biryarê gotûbêjê bikin û eger hikûmeta federalî ji wê biryarê
venegere û em dê axaftinên din bikin.” ..
(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|