,

  

 
KURDISTAN-NETEW  

  Nûçe

 

lêgerîn >> têkîlî >>

kunye >>

 

   - Di dîrok û saetan de dema paytexta Kurdistanê bajarê Amedê tê esas girtin

 

 

  Rûpela Serî         Gotar       Lêkolîn       Nûçe       Belge       Servîs       Arþîw       Kunye                                      

 

 Tu li ku yî ?  »  Nûçe                                                                                                                                                                                                        LÊGERÎN:  

 

 

                                                                                                                                                                                                                         REWÞA HEWA

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji bo Kerkûkê NY, DYE, Ereb û Tirk dijî Kurdan bûn yek

 

K-NETEW

Weþandin:28 Sermawez, 2009

                                                                                                                                       Binivsîne   

KERKÛK --   Meseleya Kerkûkê bi salan e ji ber zextên dewleta Tirk û hewlên Ereban nedihat çareser kirin.


Ser de jî ji ber lawaziya xebatên rêvebirya Kurdistanê Kurd ketin rewþeke xirabtir û êdî Neteweyên Yekbûyî û Emerîka jî li cem Tirk û Erebena cîh digrin.

NY tehdîtê li Kurdan kir


Kurdan pêþinyara evê dawîyê ya Neteweyên Yekbûyî ya di bareya pirsa hilbijartinên Kerkûkê de jî qebûl nekirin.

Li ser evê mijarê, endamê parliyamenta Iraqê Samî Etrûþî yê ser bi Yekgirtûya Islamîya Kurdistanê veda xuyakir ku rêxistina Neteweyên Yekbûyî pestanan (zextan) dixe ser lîsta hevpeymanîya kurdistanî û Yekgirtûya Islamîya Kurdistanî û weha jî gotiye, ku heger ew bi pêþinyarên wan razî nebin.

Samî Etrûþî got: Berpirsên Neteweyên Yekbûyî gotin, ku ger kurd bi pêþinyarên wan razî nebin, ew dê daxuyannameyekê belav bikin û tê de bibêjin, ku li paþxistina hilbijartinan di stûyê Kurdan de ye û kurd nahêlin ev hilbijartin bihên encamdan.Me jî ji berpirsên Neteweyên Yekgirtî re got, em her ji destpêkê ve bi pêþinyara Neteweyên Yekbûyî razî bûne, belê hinekên din qebûl nekirine.. ew pestana ku niha Neteweyên Yekbûyî li kurd dike, li Ereb û Turkmanan nake.

Samî Etrûþî weha jî got: pêþinyara evê dawîyê ya Neteweyên Yekbûyî bi ti awayî nahê qebûlkirin.. Ji ber ku NY taybetmendîyek daye bajêrê Kerkûkê tenê.. li hinek parêzgehên dinên Iraqê jî, tomara dengderan ji %80 hatiye guherandin.

Samî Etrûþî di derbarê NY û Ereb û Turkmanan de jî got: çima NY kursîyên zêdetir pêþkêþî Ereb û Turkmanan dike û çima nade Kurdan jî.. NY ji bîr kiriye ku sitem û zordarî li Kurd jî hatiye kirin û ji bajêrê xwe kerkûkê hatiye derxistin û awarekirin.

Samî Etrûþî got: ev pestanên ku NY li kurd dike ne dadwerane ne.. ji ber evê çendê jî, em bi ti awayî ji hilwestê xwe peþêman nabin.. hilwestê me jî, girêdayî destûra herdemîya Iraqa federal e.


Samî Etrûþda dîyarkirin, ku hingî ev pêþinyar pirr bûne, êdî çare winda bûye û ev çend hefte ne, ku gengeþe dihên kirin û ti encam nîne.Samî Etrûþî got: hemû guft û goyên ku heta niha di evê bareyê de hatine kirin, bê encam bûne.. ji ber ku ev pirsa han jî dirêj bûye, karên parliyamentê nîvce mane û gelek kar jî her nahên kirin.

Dewleta Tirk bi avayekî resmî tevlî hewlên dijî Kurdan bû


Piþtî ku rêxistina Neteweyên Yekbûyî gef li kurdan kir, îro jî Turkiye bi awayekî fermî derbasî nava pirsa Kerkûkê bû. Endamê komîteya qanûnîya perlementoya Iraqê Ehmed Enwer, diyar kir ku komîteya qanûnîya parliyamentê îro kombûnek saz kir, da ku pirsa Kerkûkê û qanûna hilbijartinan bihên çareserkirin û weha jî da zanîn, ku balyozê dewleta Tirk bi awayekî fermî beþdarî di vê civînê de kir.

Ehmed Enwer weha jî da dîyarkirin, ku balyozê dewleta Tirkyê li Iraqê ragihandiye, ku ew di derbarê pirsa qanûna hilbijartinan de ne alîgir in, belê ew daxwazê dikin, ku hemû alî bigihêjin rêkevtinekê û çareyeka guncayî, da ku rewþa siyasîya Iraqê aloztir nebe.

Doh jî Neteweyên Yekbûyî ji kurda re got, ku heger ew heta vê pêncþembê bi pêþinyarên Neteweyên Yekbûyî razî nebin, ew dê daxuyannameyekê belav bikin û dê tê de bidin nîþandan, ku kurd keleman dixin pêþîya encamdana hilbijartinan de û kurd alozîyan çê dikin.

Çend alîyên siyasî jî dan xuyakirin, ku ev karê dewleta Tirkdestwerdan e û di nava kar û barên navxweyîyên Iraqê de dihê kirin. Ev alîyên han weha jî dibêjin, ku dewleta Tirkdixwaze bi vê hewla xwe, hevsengîyên siyasîyên nava Iraqê biguherîne.

ANALÎZ / HAWAR NET: Pêk anîna referandûmê di xeterê de ye


Referandûma Kerkûkê ji ber zextên dewleta tirk û ji ber qlsiya xebat û dîplomasiya Kurdan pêk hat. Niha desthilatdariya Kurdistana azad bo pêkanîna mdeye 140 û careke din paþ ve nexistina wê di nava hewldanên dîplomasiyêde ne.

Dewleta Emerîka her çiqas bi rêvebiriya Kurdistana azad wek "hevpeyman" dixuye jî wek tê zanîn di polîtîkayê de dostanîya bêdawî nîne. Kî hêza xwe baþtir nîþan bide,kî dîplomasîyeke xurt û bê navber bimeþîne,kî bo pêþarojê çerçoveyeke zelal, rûniþtî stratejîk derxîne holê ev qezenc dike.

Lê divê Kurd di meseleya Kerkûkê de biisrar bin.Paþvexistina referandûma Kerkûkê tê maneya paþvexistina pêþketina gelê Kurd û ev paþvexistin dibe ku Kerkûkê bi temamî ji Kurdistanî bûyinê dûr bixe. Divê ev jî bibe politikaya Kurdan. Ger Emerîka û hêzên din bi qerariya Kurdan bimînin wê neçar bin ku ji encama rewþê razî bin.

 

(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
 



 


   
  Biçe Jora Rûpelê                                                                                                        Hemû naveroka beþa Nûçe »

 

 

 

 

 

Girêdanên Sponsor                                                  

 

 
 

 

 

Girêdanên Sponsor

 

 

 

 

 

           

 

 

Servîs »

  

Rewþa Hewa

Ji Kurdo rewþa hewayê bi avayekî rast û rast

 

Reklam Dayîn

Mercen reklam dayine

 

 

              

Hemû naveroka beþa Nûçe »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

              

 

 

 

 

 
©  Kurdistannetew.net  |   Peywêndî  |  Kunye  Arþîw  |  Derbarê KN de  |  Hiþyarî  |  Reklam      HKMG