|
Piþtî înkara 87 salan
rastiya gelê Kurd li meclîsa Tirk de ye
K-NETEW
Weþandin:27 Sermawez, 2009


AMED (DIYARBEKÎR)
-- Piþtî
înkara iû hewlên tune kirina 87 salan a gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve
bi saya têkoþîna dûr û dirêja gelê Kurd de pirsgirêka Kurd bi avayekî fermî
cara pêþî hate rojeva meclîsa Tirk.
Ji damezrandina komara Tirkiyê û vir ve, cara yekemîn e, pirsgirêka Kurd li
meclîsê tê nîqaþkirin.
Meclîsa Tirk bo nîqaþ kirina projeya çareseriya pirsgirêka Kurd ya hikumeta
AKP a kom bû.
Di vê roja dîrokî de hêviya gelê Kurd eve ku êdî li þûna zihniyeta berê ku
kerî tiþtek nehatiye divê êdî rastiya hebûn û pirsgirêkên gelê Kurd bêne
qebûl kirin û çaerseriyên pêwîst were rojevê.
Axaftina pêþî Wezîrê Karên Hundir a dewleta Tirk Atalay kir û îtîraf kir ku
Makezgonê bersivê nade daxwazên civakê. Wezîrê Karên Hundir Beþîr Atalay di
axaftina têkildarî hewildana kurd kirî de, gavên avêtine ji parlementeran re
vegotin. Atalay diyar kir ku Makezagon bersivê nade daxwazên civakê û
hewceyî bi makezgonek azadîxwaz, pir rengî û demokratîk heye.
Hevserokê DTP'ê jî di axaftina xwe de polîtîkaya înkarê vegot û banga
azadiyê kir. Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Ahmet Turk di
parlamentoyê de li ser hewildana kurd êþên kurdan kiþandîn, polîtîkaya
înkarê û zordarî vegotin.
Turk banga azadiyê kir û wiha got: "Îro em hene, sibê em dê nebin. Lê gelên
me dê tim hebin. Ji bo ku gelê me, me bi rêzdarî bi bîr bînin werin da vê
pirsgirêkê çareser bikin."
Projeya AKP daxwazên gelê Kurd dûr e
Di serî de tîpên Q,W,X gelek qedexeyên dewleta tirk, gelê kurd bi têkoþîna
xwe bê wate hiþtine. Praniya xalên ku hatine destnîþankirin ‘qedexeyên
dewletê yên ji bo xwe ne’. Dewleta Tirk mijarên ku ji bo Kurdan pir girîngin
wekî perwerdeya bi Kurdî, xweserî an jî federalî, sekinandina operasyonên
hemberî gerilayên PKK naxwaze ku gavan bavêje.
Hate hîn bûn ku dewleta Tirk tenê berfirehtir kirina serbestiya tv û
radyoyên kurdî û paþve vegerandina navên Kurdî ên gund û navçeyan
amadekariya gavan dike.
Hikûmeta tirk li ser hin xalên sembolîk ên wekî; paþdedayina navê gund û
navçeyan, li Unîversîteya damezrandina beþê ziman û edebiyata kurdî,
rêlibervekirina tv’yên taybet û weþana kurdî û bicihkirina personalên
kurdîzan di daîreyên dewletê de sekiniye û di van mijaran de dixwaze gavan
biavêje.
Di pêþniyar û xebata hikûmeta tirk a ji bo çareserkirina pirsgirêkê de gavên
cîdî xuya nakin, tenê hin gavên sembolîk ku ew jî di praktîkê de hene. Wekî
tê zanîn gelek tiþtên ku behsa wan tê kirin ji xwe fiîlê pêk hatine.
.
(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|