|
Darbeya rastî li bakûrê
Kurdistanê ser Kurdan derbe pêk tê
K-NETEW
Weþandin:25 Çile 2010


AMED (DIYARBEKÎR)
-- Bi rojane li Kurdistanê derbeyeke rastî ji aliyê AKP ve ser
Kurdan pêk tê.
Li Tirkiyeyê Îdirê di 21’ê rêbendanê de þaredarê Partiya Aþtî û Demokrasiyê
(BDP) Mehmet Nuri Güneþ hate kelepce kirin.
Li gorî agahiyên ku gihaþtine AKnewsê, di çarçoveya operasyonên KCK de, di
21’ê rêbandanê de li Îdirê leþkeran serdagirtina mala Þaredarê Îdirê Mehmet
Nuri Güneþ kiribû tevî wî serokê bajêr yê BDP’ê Þebap Çelik jî di nav de 12
kes girtibûn binçavan. Duhî êvarê pîþtî îfadeyên wan ên di Fermandariya
Cendermeyên Bajêr de dûh di bin kontrola doktor hatin derbaskirin û piþtre
hênartin dozgeriyê.
Di dozgeriyê de îfadeya 12 kesan hate girtin û bi merema girtinê ew hênartin
Dadweriya Nobedar. Rûniþtin berdêstê sibehê îro temam bû û derheqî Þaredar
Mehmet Nuri Güneþ, Serokê Bajêr ê BDP’ê Þebap Çelik, Serokê Sendikaya
Hoþhaber yê berê Nusret Aras û endamên BDP’ê Mehmet Haþimoðlu, Mecit Baþtaþ,
Abdulbahri Tendik, Mehmet Güven û Aziz Çam ji bi îdiaya “endamên rêxistinê
ne” biryara bendikirinê hate dayîn. 4 kes jî bêyî ku girtî bimînin dê bêne
darizandin.
BDP’iyên ku hatin bendîkirin hênarin Girtîxaneya Girtî yê Îdirê.
Derbeya rastî li Kurdistanê ye
Bi mehane êrîþên ser Kurdan gav bi gav zêde dibe. Kurd têne kuþtin. Partiya
wan tê girtin. Þaredar û sîsetmedarên wan bi kelebceyê kirinê tê girtin,
navê zarokên wan tê qedexe kirin, ji ber stranên Kurdî ceza û lêdan dixwin û
êrîþên cur bi cur.
Zext û operasyonên dewleta Tirk BDP û saziyên kurdan dewam dike. Li dijî
operasyona ser BDP nerazîbûna gelê Kurd mezin dibe.
Serokomarê Tirk Abdullah Gul digot ku îsal wê pirsgirêka kurd bê
çareserkirin û “Dê tiþtên pir baþ” çêbin. Mixabin di nava kurdan de jî gelek
alî bi van gotinan hatin xapandin û di wê baweriyê de bûn wê pirsa kurd li
Tirkiyeyê bê çareserkirin. Piþte AKP "nexþerê" ya xwe ya çareseriyê diyar
kir. Di plana AKP tu daxwazên serke yên Kurdan tune bû. Wek perwerdeya bi
zimanê Kurdî, berifrehtir kirina mafên rêvebiriyên herêmî û hwd..
Li aliyeke planên derbeyê derdikeve holê û AKP wan planan ji bo
berjewendiyên xwe bi kartîne. Li aliyekî din bi rojane li Kurdistanê
derbeyeke giran ji aliyê AKP ve ser Kurdan pêk tê.
(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|