|
Gelo AKP planên derbeyê
ji bo berjewendiya xwe bikartîne?
K-NETEW
Weşandin:25 Çile 2010


AMED (DIYARBEKÎR)
-- Li Tirkiyeyê di “Plana Balyozê” ku ji aliyê Rojnameya Tarafê
ve hate teşîrkirin de dihate plankirin ku TSK di darbeya ku dê di sala
2003’ê de pêk anîbana de 200 hezar kes bigirtana.
Planake din a ordiya dewleta Tirk eşkere bû. Lê balkêş e ku planên wisa dema
ku AKP di warê polîtîk de dikeve tengasiyê derdikevin holê.
Di “Plana Balyoz” ku Tarafê duh di manşeta xwe de dabû de, tê îdiakirin ku
darbeya di bin serkêşiya Orgeneral Çetin Dogan de dê 200 kes li Îstanbulê
bixistina Stadên Şukru Saraçoglu û Burhan Felek û Tesîsên Netaşê yên li
Umraniyê.
Di nûçeyê de tê gotin ku di darbeyê de dê çekên binaxkirî demildest bihata
derxistin û li sivîlên alîgirê darbeyê bihata belavkirin.
Di dengûbasa Tarafê navê nivîskar û rojnamevanên ku dê bihata girtin wiha
têne rêzkirin:
Abdullah Aymaz, Abdullah Yıldız, Abdurrahman Dilipak, Ahmet Taşgetiren,
Ahmet Altan, Akif Emre, Ali Bayramoğlu, Ali İhsan Karahasanoğlu, Cengiz
Çandar, Ekrem Dumanlı, Emre Aköz, Etyen Mahçupyan, Fehmi Koru, Gülay
Göktürk, Haluk Örgün, Hasan Celal Güzel, Hasan Karakaya, Hidayet Karaca,
Hrant Dink, Hüseyin Gülerce, Kazım Güleçyüz, Mehmet Altan, Mehmet Ocaktan,
Murat Belge, Mustafa Erdoğan, Mustafa Kaplan, Mustafa Karaalioğlu, Nazlı
Ilıcak, Nuh Gönültaş, Perihan Mağden, Sadık Albayrak Serdar Arseven, Sibel
Erarslan, Umur Talu û Yavuz Bahadıroğlu.
Di nûçeyê de tê gotin ku hatiye plankirin ku ji bo berterafkirina AK Partiyê
dê resmî û ne-resmî hemû nijadperest bêne bikaranîn.
Derbarê Plana darbeya de gilî
Li Tirkiyeyê rojnameya Tarafê “Plana Balyoz a Bizava Ewlehiyê” eşkere kir.
Komek rojnamevan û hunermendan derbarê vê planê de daxuyaniyek sûc da.
Koma bi navê “Li dijî darbeyê koalîsyona 70 milyon pêngavan” ya 15 kesî, îro
hate Edliyeya Beşîktaşa Îstanbulê. Bi wekîlê Serdozgerê Komarê yê Îstanbulê
Turan Çolakkadi re hevdîtinek pêk anî û derbarêorgeneral Çetîn Dogan,
Îbrahîm Firtina, Ergîn Saygun û oramîral Ozden Ornek de daxuyaniya sûc dan.
balyoz sucduyurusuHunermend Lale Mansur, Zeynep Tanbay, peyamnêrê Tarafê
Mehmet baransu û hiqûqnas Mustafa Şentop jî di nav de, koma ji 13 kesî
daxwaznameya xwe de cih da van gotinan: “Li gorî nûçeya Rojnameya Tarafê ya
20’ê Rêbendana 2010’an berşikan Plana Bizava Ewlehiyê ya Balyozê çêkiriye û
xwestiye bi vî awayî hikûmetê hilweşînin.”
Di daxwaznameya komê de tê destnîşankirin ku li gorî plana wan, “Dê mizgeft
bêne bombekirin da ku gel tahrîq bibe, mirovên bi cube dê bi muzeyên eskerî
de bigirin, dê jeta eskeriyê bixin da ku navbera Tirkiye û Yewnanistanê
nexweş bibe.” û bi vê planê wan sûc kiriye.
Li ber deriyê Edliyeyê li ser navê komê Lale mansur daxuyaniyek da û wiha
got:
“Em baş hatin pêşwazîkirin û serlêdana me hate qebûlkirin. Ev tiştekî gelek
girîng e. Jixwe 25’ê Rêbendanê me dê meşek bi navê ‘sirên kozmîl eikere
bikin sûcdaran bidarizînin’ li dar xista. Em bizava balyozê jî tevlî
çalakiya xwe dikin. Em roja Şemê saet 15:00’ê her kesê gazî Tunelê dikin.”
Peyamnêrê rojnameya Tarafê Mehmet Baransu bal kişand ku dozgerî dê bi
nivîseke fermî belgeyan bixwaze. Di hevdîtina xwe de min got em ê heta çend
rojan belgeyan tevê daxwaznameyekê bigihînin ber destê we.
Baransu “Plana
Balyozê” nirxand û wiha got: “Tevî pêvekên xwe belgeyeke 5000 rûpelî li ber
destê me ye. Ev bi destxetê hatiye nivîsandin. 9 kaset jî qeyda dengan heye.
Min orjînala belgeyan dîtiye. Di bin de navê wan û li bin wan jî îmzeya wan
heye. Min hemû kirine foto û dabînkirin.”
Baransu eşkere kir ku di nav belgeyan de belgeyên ji îmzeya şil kambaxtir jî
hene û wiha berdewam kir: “Di qeyda dengan te xuya dibe ku her tiştî axivîne
û plan kirine.”
Plana bombekirina mizgeftên Fatih û Beyazidê
Li gorî nûçeyeke duh di Rojnameya Tarafê de, piştî ku 2002’ê AK Partiyê
hikûmet ava kir, komek serbazan di bin navê “Harekata Balyozê” planeke
hûrgilî ya darbeyê hazir kiriye.
Li gorî vê, ji bo zemîna darbeyê çêbibe plan kirine ku mizgeftên Fatîh û
Beyazidê bêne bombekirin.
137 rojnamevanên ku cuntayê piştî serkeftinê ê li gel wan hevkarî bikira:
Li gor xeberên rojnameya bi navê Tarafê, planên darbeyê yên ku ketine destê
rojnameya Tarafê ji 1500( an jî 5000) rûpel belgeyan deng û filman, wêne û
krokiyan, şemayan, lîsteyên kesÊn ku bên girtin yên kesên ku hevkarî li gel
wan bê kirin pêk tê. Rojname van belgeyan roj bi roj belav dike. îro
rojnameyê lîsteyên rojnamevanên ku piştî darbeyê bên girtin û yâ yên ku
hevkarî li gel wan bê kirin belav kiriye.
137 rojnamevanên ku cuntayê piştî serkeftinê ê li gel wan hevkarî bikira:
Abbas Güçlü, Adnan Bulut, Ali Baransel, Ali Can Değer, Ali Kırca, Ali
Sirmen, Alper Turgut, Altemur Kılıç, Arslan Bulut, Ayşe Nur Bulut, Ayşe Nur
Arslan, Ayşe Özgün, Baki Şehirlioğlu, Behiç Kılıç, Bekir Coşkun, Bülent
Özdemir, Can Ataklı, Cem Aydın, Cüneyt Arcayürek, Coşkun Kırca, Emin
Çölaşan, Enis Berberoğlu, Erdal Güven, Erdal Şafak, Erdem Arif Sürek, Ergün
Ayaz, Erol Manisalı, Erol Mütercimler, Ertuğrul Özkök, Esin Dalay, Faruk
Kırtay, Fatih Altaylı, Fatih Çekirge, Fikret Bila, Filiz Güler, Gül Sülün,
Güler Kömürcü, Gündüz Aktan, Güneri Civaoğlu, Güngör Mengi, H. İbrahim
Büyükfuran, Hakan Aygün, Haluk Şahin, Hasan Pulur, Hasan Ünal, Hayati
Arıgan, Hayrullah Mahmud, Hikmet Bila, Hulki Cevizoğlu, İbrahim Yıldız,
İclal Aydın, İlhan Selçuk, İlker Sarıer, İsmail Küçükkaya, İsmail Polat,
İsrafil K. Kumbasar, Kadri Gürsel, Kemal Yavuz, Kemal Yurteri, Kerim Can
Kamal, Levent Gençelli, Leyla Umar, Mehmet Ali Kışlalı, Mehmet Faraç, Mehmet
Güler, Mehmet Soysal, Mehmet Şehirli, Mehmet Tezkan, Mehmet Yakup Yılmaz,
Melih Aşık, Metehan Demir, Metin Uca, Mine Kırıkkanat, Mine Şenocaklı,
Muharrem Sarıkaya, Murat Çelik, Murat Demirel, Murat Yetkin, Mustafa
Bağdiken, Mustafa Balbay, Mustafa Mutlu, Mümtaz Soysal, N. Oktay Apaydın,
Nail Güreli, Namık Kemal Zeybek, Necati Doğru, Necdet Sevinç, Nejdet Çokan,
Nuray Başaran, Nuri Çolakoğlu, Nuri Elibol, Nuri Sefa Erdem, Oktay Ekşi,
Olga Ünaydın, Orhan Birgit, Orhan Saat, Özdemir İnce, Rahmi Turan, Rıza
Zelyut, Ruhat Mengi, Ruşen Çakır, Sabahattin Önkibar, Saygı Öztürk, Sedat
Ergin, Sefer Darıcı, Serdar Akinan, Serhat Alaattinoğlu, Soner Yalçın,
Sultan Uçar, Süheyl Batum, Süleyman Arat, Şenol Demirci, Şükran Pakkan,
Şükrü Küçükşahin, Taki Doğan, Taşkın Şenol, Tayfun Devecioğlu, Taylan
Sorgun, Tufan Türenç, Tuncay Özkan, Ufuk Büyükçelebi, Uğur Cebeci, Uğur
Dündar, Uğur Şefkat, Ümit Özdağ, Ümit Zileli, Ünal İnanç, Yalçın Bayer,
Yalçın Bel, Yaşar Nuri Öztürk, Yavuz Gökalp Yıldız, Yazgülü Aldoğan, Yılmaz
Özdil, Yücel Yener, Zafer Mutlu, Zafer Tokuş, Zekeriya Beyaz ve Zübeyir
Kandıra.
Duh rojnameya Tarafê planê darbeyeka eskerî eşkere kir ku di serokatiya
fermandeyê berê ê Orduya 1-ê (Orduya îstanbûlê) a tirk orgeneral Çetin Dogan
de hatiye amadekirin.
AKP bo berdewamiya desthilatdariya xwe dest bi operasyonê kir
Piştî li dijî AKP doza girtinê hate vekirin û derdorên mîlîtarîst û şoven
AKP xistin tengasiyê û îmaja AKP xirab kirin, niha AKP ji nû bi dest xistina
hêza û bo çavtirsandina wan dersoran hin beşên çeteya Ergenekonê deşîfre
kir.
Lê wisa xuyaye ku AKP vê çeteyê bi temamî ji holê raneke û dewleta kûr a
Tirk û çeteyên bi rengî her hebin. Jixwe AKP guhertina helwesta xwe hember
Kurdan û êrîşkirina ser gelê kurd dide diyar kirin ku naxwaze şerê li bakûrê
Kurdistanê bi dawî be. Li aliyê din de jî gelek eşkereye ku çeteya Ergenekon
yek ji bingehÎn hêz e ku şerê qirêş a li bakûrê Kurdistanê li dijî kurdan
dimeşîn e ye.
AKP çawa ku di bûyera Şemzînan û kuştina Hirant Dînk de bûyeran bi temamî
deşifre nekir û çavkaniya sûcdar dernexit holê wê di mijara Ergenekonê de jî
bi îxtîmaleke mezin wisa be.
Yaşar Buykanit bo sûcdarên bûyera Şemzînanê jî gotibû "Kurên baş". Di gelek
êrîşên tarî yên ser gelê kurd de jî destê Buyukanit heye. Niha armanca a wan
a sereke rûxandina Dewleta Federal ya kurdistana başûr û bi temamî ji
qedandina têkoşîna gelê bakurê Kurdistanê ye û di serî de jî niha dixwazin
hêza siyaseta Kurdî ya li bakûr pasifize bikin.
Ergenekon encameke şerê li dijî Kurdan e
Piştî darbeya 12’ê Îlonê nakokiyên Tirkiyeyê rû guhertin. Ergenekonê jî li
gorî van nakokiyan ango li gorî pêdiviyên dewletê xwe bi navên cur bi cur
nixumand. Bû TÎT, JÎTEM, Vatansever Subaylar, Kuvayi Milliye û hwd. Ekîba
Cem Ersever hate tasfiyekirin, cihê wê ya Mehmet Agar- Îbrahîm Şahîn hate
ser kar, qezaya Susurlukê ew bi tevî Abdullah Çatli têk birin. Piştî wan jî
Ergenekonê xwe bi Atabeyan, bi Kuvayi Milliye, bi generalên teqawit li ser
kar girt. ji ber ku Ergenekon damareke eslî ya veşartî ya dewlet û artêşê
bû.
Her çiqas çapemeniya tirk çete bi navê “rêxistina terorê” îlan kir û general
û payebilindên dewletê yên berê hatin girtin jî, ji ber vê yekê ye, ji binî
ve tasfiyekerina Ergenekonê xeyal e. Hikûmet, dewlet û artêş adaptosyona wê
li gorî şertên rojane pêk tînin. Ji bo ku çete ji binî ve têk biçe, divê
îradeyeke gelekî xurt hebe. AKP û wan hêzan bo berjewendiyên xwe ketin
qirika hev û din.
Arteşa Tirk û çeteyên han hevparin bi hev re ne
Ji avabûna heta îro dewleta Tirk di eslê xwe de dewleteke milîtariste ku
hemû bingehên wan ser derew,tirs û tehdÎtan hatiye avakirin.Ji ber vê
bingeha pûç girseya kemalist û xwedî berjewendî û derdorên birêvebirîya
veşartÎ ditirsin ku bi guherandina perçeyeke biçûk ya derewên ku bingeha
komara Tirk e wê bibe sedema têkçûna hemû derewan û hilweşîna vê komarê.
Arteşa faşist-kemalist a Tirkan bo parastina vê pergalê gelek caran bi
derbeyên vekirî an jî veşartî midaxaleyî demokrasiyê kirin.
(çavkaniya giştî: HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beşa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beşa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
bişînin

|