|
Ji bo Kerkûkê gotin
gellek e lê xebat kêm e
K-NETEW
Weþandin:25 Çile 2010


KERKÛK
-- Talabanî; Kerkûk Kurdistanîye, em dev jê bernadin.
Serokê Iraqê Celal Talebanî da xuyakirin, ku bajêrê kerkûkê bajêrekî
kurdistanî ye û ew dev jê bernadin. Serokê Iraqê tekezî li ser xurtbûna
hevpeymanîya bi Partîya Demokrata Kurdistanê jî re kir. Serokê Iraqê doh
serdana bajêrê kerkûkê kir û kombûnek berfireh bi kadirên YNK re saz da û tê
de bi berfirehî jî, behsa hilbijartinên parliyamenta Iraqê kir.
Li angora evê nûçeya SewtulIraq serokê Iraqê daye xuyakirin, ku qonaxa
pêþîya Iraqê qonaxeka sext û dijwar e û pêdivêyî têkoþîna hemû alîyan e, da
ku bingehên demokrasîyê bi cih bibin û destûr jî pêk bihê.
Li angora evî jêderî serokê Iraqê tekezî li ser bi cihanîna maddeya 140 û
maddeya 142 yên destûra Iraqê kiriye û daye xuyakirin, ku ev herdu madde ji
gelê kurdistanê re çarenivîssaz in.
Di bareya hevpeymanîya navbera PDK û YNK jî de serokê Iraqê Celal Talebanî
got: em bê evê hevpeymanîyê nikarin destkevtên destûrî biparêzin.. Herweha,
em bê evê hevpeymanîyê nikarin hêvîyên xwe jî pêk bihînin.
Serokê Iraqê Celal Talebanî di bareya pirsa kerkûkê jî de got: kerkûkê
bajêrekî kurdistanî ye û em ticaran dev jê bernadin.. belê ev bajêrê han
bajêrê biratîyê û jîyana bi hev re ya aþtîyaneya hemû neteweyan jî ye.. divê
em li ser bingeha hezkirinê dan û standinê bi hev re bikin, ji ber ku em
pêdivêyî siyaseteka birayane, mirovane û demokratîk in.
Serjimêriya giþtî dê Kurdistanîbûna Kerkûkê yekalî bike
Biryar e serjimêriya giþtî ya Iraqê ku herêma Kurdistanê jî dê bigire nav
xwe, di meha kewçêrê de bê pêkanîn. Serokê dezgeha navendî ya serjimêriyê ya
Iraqê Mehdî El’Alan diyar ku herêma Kurdistan, Kerkûkê bi ya xwe dizanin û
got: “Lewre serjimêrî dê vê meseleyê yekalî bike.”
Serokê dezgeha navendî ya serjimêriyê ya Iraqê Mehdî El’Alan diyar kir ku
piþtî 23 salan ji pêkanîna serjimêriya giþtî ya Iraqê, biryar e di meha
kewçêra îsal de serjimêriyeke din ya giþtî bê pêkanîn ku dê herêma
Kurdistanê jî bigire nav xwe.
El’Alan diyar kir ku prosesa serjimêriyê dê du rojan dom bike û sedema
taloqbûna serjimêriyê jî ku biryar bû zûtir bihata pêkanîn, vegerand bo
metirsiya aliyên cihê yên Iraqê ku bandorên siyasî li ser prosesê çê nekin,
bi taybet jî li bajarê Kerkûkê.
El’Alan got: “Herêma Kurdistan, Kerkûkê bi ya xwe dizane. Lê serjimêrî dê wê
meseleyê yekalî bike ku gelo kurd mezintirîn pêkhateya wî bajarî ye ya na.”
Giringiyeke din ya wê serjimêriyê ew e ku bi aþkerebûna hejmara akinciyên
herêma Kurdistanê dê para herêmê jî ji dahata Iraqê bê diyarkirin ku niha ji
%17’yê dahata Iraqê ye. Eger serjimêrî biselmîne ku rêjeya kurdan li herêma
Kurdistanê ji ya niha zêdetir e, wê demê li gor destûrê para wê jî ji dahata
Iraqê li gor akinciyên wê, dê bê zêdetirin.
Serokê dezgeha navendî ya serjimêriyê ya Iraqê Mehdî El’Alan li ser deverên
ku ji herêmê hatine cudakirin “deverên nakokbar” axivî û wiha pê de çû:
“Biryardan li ser çarenûsa deverên nakokbar karê me nîne. Em ê serjimêriya
akinciyên ku li wan deveran dijîn, bikin. Biryara çarenûsa wan deveran karê
aliyên siyasî ye.”
Di heqê hinek hûrgiliyên serjimêriyê de jî El’Alan da diyarkirin ku di
formên serjimêriyê de pirsa wê yekê hatiye kirin ku ‘tu mililmanî, mesîhî
yî, sabîe yî yan êzdî yî?’ û got: “Pirsê etnîkî di forman de nehatine kirin
ku ew kes þîa ye yan sunne? Ji ber ku di rewþeke wek ya niha de pirsên wiha
hestiyar in.”
Pêk anîna referandûmê di xeterê de ye
Referandûma Kerkûkê ji ber zextên dewleta tirk û ji ber qalsiya xebat û
dîplomasiya Kurdan pêk hat. Niha desthilatdariya Kurdistana azad bo pêkanîna
madeye 140 û careke din paþ ve nexistina wê di nava hewldanên dîplomasiyêde
ne.
Dewleta Emerîka her çiqas bi rêvebiriya Kurdistana azad re wek "hevpeyman"
dixuye jî wek tê zanîn di polîtîkayê de dostanîya bêdawî nîne. Kî hêza xwe
baþtir nîþan bide, kî dîplomasîyeke xurt û bê navber bimeþîne, kî bo
pêþarojê çerçoveyeke zelal, rûniþtî stratejîk derxîne holê ev qezenc dike.
Lê divê Kurd di meseleya Kerkûkê de biisrar bin. Paþvexistina referandûma
Kerkûkê tê maneya paþvexistina pêþketina gelê Kurd û ev paþvexistin dibe ku
Kerkûkê bi temamî ji Kurdistanî bûyinê dûr bixe.Divê ev jî bibe politikaya
Kurdan.Ger Emerîka û hêzên din bi qerariya Kurdan bimînin wê neçar bin ku ji
encama rewþê razî bin.
(çavkaniya giþtî: HAWAR NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Nûçe »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|