|
Di bîreweriya kurdewar
de þîn û þahiyên meha adarê
BAYRAM AYAZ
Weþandin: 01 Nîsan,2008


Di dîroka gelan de hin
bûyer hene ku civak bi tevayî li gor cureyê wê bi wan bûyeran an þa dibe, an
jî diêþe. Ev bûyer wek þîn û þahiyên netewî tên binavkirin. Rojên ku ev
bûyer lê qewimîne di bîreweriya gelan de cîh digrin û her sal tên bi
bîranîn. Karaktera van rojan ya herî girîng ew e ku di nav xelkê de bi
berferehî hestekî hevbeþ rûdide. Ev roj bi derçûna yasayan an bi emir û
fermanan pêk nayên. Hewce ye ew bûyer di rih û hestên kesan û civakê de
tesîrek wisa hêþtibe ku insan van bûyeran ji bîr nekin û cîlê nû, zarokên
xwe jî hînê vê hestê netewî bikin.
Þîn û þahiyên netewî, xerc û çimentoya prosesa netewetiyê ye, civakê bi
hevdu ve dizeliqîne, hest û zanîna tabihbûnê (aîdiyetê- belonging)
diafirîne. Þertekê prosesa netewebûnê ya girîng, di nav civakê de peydabûna
rih û hestê hevbeþ e. Di vê prosesê de þîn û þahiyên hevbeþ û sembolên
netewî rola sereke dihênin cîh. Dema civakekî li gel qewimandinekî bi hevre
girî an kenî; û ku mirov bikare bi vê ken û girîya hevpiþk û sembolên van
bûyeran xelkê li dora doz û daxwazên civakî, çandî û siyasî li hevdu
bicivîne, tevgerek gelî rêbixe, wê demê mirov dikare ji kamilbûna prosesa
netewî qise bike.
Eger em qenc bala xwe bidinê, îro gelê Kurd di kelekela prosesekî wisa de
derbas dibe. Helepçe bûye xencerek ji dilê her Kurdek bi xîret xwîn
diherikîne. Enfal bûye êþeka Kurdan, em di xewnên xwe de li çolistanên
Erebistanê di gorên komkujî de li hestî, þal û þapik û dersûkên birayên xwe
digerin. Heþt hezar zilamên Barzanîyan ji me re bûne sembûl. Jinên
rêþgirêdayî yên enfalkiriyan wêneyek zindî ye li pêþ çavên me ne. Wêneya
Qadî Mehemed ya li sêdarê hertim zindî ye. Û wêneya sembûlî ya Leyla Qasima
qehreman... Û wêneya gerîlayên ku þehîd ketine û leþkerên Tirka yên bê sinc
potînên xwe dane ser serê wan û bi devken in... Û wêneya qehremanê me yê
nîvdînik ji Cizîra Botan ku cinazê wî bi têlek bi panzera Tirkan ve girêdayî
bi erdê re dihat kiþandin...
Wêneyên Licê, Geverê, Þernexê û çar hezar gund û mezrayên me yên
wêrankirî... Wêneya xortê Kurdistana rojhilat ku di dewsa sêdarê de bi
vînçekî ve hatibû daliqandin... Wêneyê þehîdên serhildana rojava ji Qamiþlo
heta bi Efrînê... De binêrin wêneyên me çiqasî zêde ne. Tew me hê dest bi
wêneya Þêx Seîdê nemir, wêneya Seyid Rizoyê heþtê salî û kurê wî yê nugihayî
nekiriye. Me hê bahsa çemê Munzurê ku xwîn diherikî nekiriye. Me deftera
gilî û gotinên qetlîama Zîlanê jî qet hê venekiriye. Belê em dikarin þînên
xwe, rojên xwe diltezîn hê bi dû hev rêz bikin. Lê ev çend rêz bi tena xwe
jî têrê dike, bê dîroka me bi çiqasî xwînî ye. Lê þikir miletê me ser piya
ye. Bi saya xwîna van þehîdan û bi saya evqasî êþ û azarî em gîhan qirna
bîst û yekan. Nûha deriyê xêrê li ber miletê me jî vebûye, pêþiya miletê me
û welatê me ronî ye.
Bi vê gotinê, bi gotina ronahiyê em derbasê þahiyên xwe bin. Berî hemî
þahiyan bêguman nîþana azadiyê cejna me ya netewî NEWROZ tê. NEWROZ
berxwedan e, meþa ber bi azadiyê û serxwebûnê ye. Bi rastî jî xelkê Kurd û
Kurdistan êdî bi vê hêviyê NEWROZê hembêz dike û bi coþek mezin pîroz dike.
Bi van hesta NEWROZ li her kesî pîroz be.
Du cejnên me din jî gelek manîdar tên pîroz kirin. Roja 14ê adarê, roja ji
dayikbûna Barzaniyê nemir û rojên adarê yên raperînê li baþurê welatê me ku
îro gihaye pêvejoya dewleteke netewî. Ev herdu cejnên me jî li gelê me pîroz
be.
Pîrozkirina þahiyên netewî û bi bîranîna rojên dilêþ yên netewî mijarek
gelek girîng e. Ev çalakî ne tenê stranbêjî û govend girtin e, an bîranîna
xwînrêjiya dijminan e. Çalakiyên þîn û þahiyên netewî pêþxistina prosesa
netewî ye, xurtkirina zanîn û têgihîþtina bîr û hestên hevbeþ neteweperwer
e. Em di demeke wisa de derbas dibin. Hebûna dewletekî li baþurê welatê me
vê prosesê geþtir dike. Ji ber ku dewleta netewî demokrat dezgeha herî bi
hêz ya prosesa netewetiyê ye. Em bi vê yekê dihesin, dibînin ku hebûna
dewletek ji bo moralê gel bi çiqasî girîng e. Dijminên gelê Kurd û
Kurdistanê jî vê yekê ditirsin. Ji bo wan jî hedefa yekemîn xerakirina vê
dewletê û têkdana destkevtiyên li baþurê welatê me ye.
Bi minesebeta vê mijarê û vê nivîsê, careka din hemî bûyerên adarê bi bîr
tînim û serokê netewî Barzaniyê nemir, þehîdê 31ê adarê pêþewa Qadî Mehemed,
þehîda 13ê adarê Leyla Qasim, þehîdên Halepçê, þehîdên serhildana 12 adarê
ya binxetê, pilingên serhildana Koçgiriyê (destpêk 6ê adarê 1921), þehîdên
meha adarê yê berxwedana çekdarî ya bakurê welatê me û yên rojhilat,
bîrewerê Kurd Bedî-u zeman Seîdê Kurdî (wefat 23ê adarê), serokê serhildana
Agiriyê Ihsan Nurî Paþa (wefat 25ê adarê) bi rêzdarî bi bîrtînim û li pêþ
rihê wanê pak û rewan bejna xwe ditewînim. Hûn serbilindiya dîroka gelê Kurd
in.
Û li dawî dibêjim raperîn li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz be!
Newroza we pîroz be!
Dewleta me her hebe û serokatiya me ya stratejîk ya Kurdewar jî tim û tim
misoger be!
Bijî miletê Kurd û welatê me yî þîrîn Kurdistan, cîh û warê mirovayetiyê û
medeniyetê!
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|