|
Aþitîya me erzan e, a we
bi çî ye gelo?
Fahri
Karakoyunlu
Weþandin:07 Îlon, 2009


Aþitî demeke dirêj
e di devê me Kurdan de wek benîþtê kerengê tê cûyîn.
Em bi aþitîyê radibin, bi aþitîyê radikevin.
Bi aþitîyê dixwin bi aþitîyê vedixwin.
Bi aþitîyê þadibin, bi aþitîyê dilîzin.
Bi aþitîyê zaroka dikin xew, bi aþitîyê radikin ji xew.
Bi aþiytîyê diþînýn kolanan, bi aþitîyê diþînin dibistanan.
Bi aþitîyê diþînin hola lîstokan, bi aþitîyê diþînýn çalekîyan.
Bi aþitîyê peyvên xwe dixemlînin, bi aþitîyê xwe dipesinîn.
Gelo Kurd bi rastî ev qas gellekî aþtîxwaz e. Bi rastî ez nikarim bêjim erê.
Gava ku Kurd desthilatdar bû, di nav xwe de û ji bo derdorê xwe bi rastî
aþtîxwaz bûye? Ger ev ne polîtîka be, bi ya min realîte dibêje na.
Gelo mirov gava bahsa hinek têgîna dikin, ev têgîn di devê mirovan de di
devê ciwatan de di devê berdevkê sazîyan de çima wata xwe diguherîn e. Çima
her kes dixwaze li gor fikr, raman û daxwazên xwe vê peyvê bi nav bi ke û
wateyekê lê bar bi ke.
Aþitî, bi rastî peyvek bi wate ye. Peyvek pîroz e. Peyvek giranbûha ye. Lê…
Gellek caran bi karanîna vê peyva pîroz, wateya ku kes lê bar di ke gelo wek
hev e? Na . Wateya aþitîyê, di pratîka jîyanê de dema pirsgirêkek di mabeyna
kesan de an civatan de çê di be tê holê. Wekî din aþitî wek têgîhînek
felsefi, etîkî ye. Ev wateya ku alîyan pirsgirêkan li aþîtîyê bardikin çima
ne wek hev in? Gellek carî, di mabeyna kesan an civatên layan de wek hev nê
fêmkirina wê ji desthilatdarîyê û ji derûnîya serdestîyê tê.
Gava ku dîroka mirovahîyê tê nirxandin, di devê desthilatdaran de
pêþkêþkirina peyva aþîtîyê, testlîmîyet an tune bûn e… Gava kesek, civatek
serdest be an desthilatdar be, ji bo wana aþitî û aramî qebûlkirina
desthilatdarîya wan an jî jîyanek ku çerçova wî, wana xêzkirî be.
Dîyarkirina ne razîbûna vê rewþa bê rûmet, divê hebûna hêzên gel û
berxwdanak bi rûmet destpêbike.Gava ku ev tune be, di devê desthiladaran de
wata aþitîyê, teslîmîyet an tune bûn e.
Em gava di devê kes an civatên bin dest de aþîtîyê dinirxînin, ji bo wan
aþitî, her car wek hevî, biratî û aramî ye. Ev derûnîya kes an civatên
bindest, an jî ne bi hêz, gelo bi rastî ji aþitîxwazbûna wan ciwata an jî,
ji bê hêzbûna wan tê? Bi ya min, ev gotar gellek cara di devê van civatan de
derûnîya bê hêzbûnê, bê çaretîyê îfade di ke. Kes an civatek bi hêz ku kari
be, gellek tiþtan bi ke û nek e, ji bo mirovahîyê û ji bo wekhevîyê aþîtîyê
bi dev ke, wê demê di devê desthilatdaran de wata aþitîyê cîhê xwe dibîne.
Gellek carî aþîtî li pê þerekî tê.
Gava þerek di navbeyna keskî an civatekê de dest pê dike, desthilatdarîya wê
civatê, ji bo ku civat an gellekî din û hiqûqa wê tune bi ke þer derdixe, li
hemper vê êrîþa ne hiqûqî jî, civata bin dest vê êrîþê qebûl na ke û gor
hêzên xwe berxwedide. Ev wek tiþtekî du alî ye. Gava desthilatdar an yên xwe
desthilatdar dibînin, êrîþê ne bin ser û hiqûqa wan civatan binpê nekin, ew
civatana wê dinav xwe de sazûmanîyek wekhevî dê rastkin. Gava ku xwe serdest
bibîne û bi wê civatê re, nexwaze wek hev bijîn, wê dest bi zilmê bi ke û wê
þer di navbeyna wan de derkeve. Ta ku herd û alî têbigihîjin ku, þerê di
navbera xwe de bê wate bibînin û þer rawestînin û ji bo li hevhatinê di nav
hewildanakê ke ve.
Berê na, lê ji þerê duyemîn yê cîhanê vir de, ne seranserê dinê be jî, ji bo
destpêkirina dinyake aþitîyane hewldan çêbûn û sazûmanîyên navnetewî, bi
destê yekîtîya milleta ava bûn. Bi damezirandina van sazûmanîyan ve ji, di
dema pêvajoya þerê sar de gellek þer û pevçun di navbeyna dewlet û gellan de
derket, gellek ne hiqûqî û tadeyî bi ser hinek milletan de hat.Gellek caran
ne bi dilên alîyan be jî gellek pirsgirêkên navnetewî an çareser bûn an jî
kete rîya çareserîyê. Ji rawestandina þer sar û rûxandina sîstema Sovyet þûn
de, ji bo çareserkirina pirsên navnetewî hewldanên sazîyên navnetewî zêde bû
ye. Hinek mekanîzmên îroîn yê sazîyên nevnetewî li himper gellek þer û
pevçûna digrin. Hinek pirsgirêkên dîrokî dikeve rîya çareserkirinê.
Gelo þerê Kurda û Tirka çî ye? Dê çareserî û aþitî çawa wer e?
Mesela Kurda mesela Kurdistanê ye. Her çiqas wek reel polîtîka, ev daxwaz cî
bi cî nê holê û dê nivþê nû vê meselê çawa binirxîn e û têke rîya çareserîyê
jî, lê do jî, îro jî û di ayende da jî, ev mesela, mesela milletî ye û
welatî ye. Ji ber wî, mesela Kurd ne yek alî bi Tirkan re- di çareserkirina
meselê de alîyê herî serek Tirk û polîtîka wan e- bi hinek alyê din re jî
ger çareser be. Ev pêvajo her çiqas di nav xwe de gellek proplema di hewîne
jî, li baþûrê Kurdistanê ketîye rêçek çareserîyê.
Bi ya min, têkilîya Tirk û Kurda tu carî li ser wek hevîyê ne meþîya ye. Ev
dîtina min gava ku Kurd bi hawakî otonom bûn jî wisa bû ye. Dibe ku, di
çerçeva împaratorîyê de li ser ziman û kesayetîya milletî, wek dema Komara
Tirk asîmilasyon û inkarkirin ne xurt bû be, lê mixabin bi destê rêvebirîyê,
wek gellekî desthilatdar Tirk, tim serdest bû ye û Kurd jî di bin
desthiladdarîya wan de ma ye. Ev rastîya ji bo me Kurdan jî û ji bo Týrkan
jî tim bi vî þeklî û derûnîyê dom kirî ye.
Di pêvajoya damezirandina Komara Tirk de û dû re jî, ev pêvendîya, bi
þeklekî nû bi sîyasetek netewedewlet berdewam kirî ye. Bi înkarkirin,
tunebûnê û bi asimîlasyonek ne mirovahî, fikr û ramanên zarokên Kurd
tevlihev kirin û zimanê wan ê dayikî, zimanê wan ê þêrîn cî bi cî tune
kirin.
Li himper vê polîtîkaya ne mirovahî û hovana, Kurdan tim gor hêzên xwe
reaksîyonek nîþan da û ev pêvajo heta îro hat.
Îro, ger ku dewleta Týrk û ciwata Týrk dê ji dil bahsa aþitîyê bi ke, gere
ev þerê qirêj ku bi destê kê û ji bo kîjan berjewendîya tê meþandin bibîne.
Dev ji polîtîkaya þahadet û standina tola berde. Ger bahsa rengê xwînê û alê
bi ke, bahsa edalaeta Tirk û nedametê bi ke, aþitî di devê wan de tê wata ne
bawerîyê û ne samîmîyetîyê.
Gere Tirk li xwe mikur werin ku sebeba vî þerî ne Kurdin. Sebeba vî þerî
sîstema desthilatdar a nîjatperest e. Berxedana gelê Kurd, her car ji bo maf
û hiqûqa gelê Kurd, bû ye. Ger nedematek an uzrek he be, ev ewilî gere ji
alîyê Tirkan de were.
Li alîyên din, Kurd jî zanibin ku aþîtîyek bi rûmet, bi ber gerê, bi daxazên
naveroka wan ne dîyar tu carî nayê holê. Ala ku ser û binê wê bi xwîna gelê
mazlûm hatibe rêstin nabe ala aþîtîyê. Ala aþîtîyê divê ser û binê xwe spî
be wek kevokê aþitîyê.
Gava mirov hazir be ku, bi hezaran kuþtîyê cangorîn yên kujerê wan dîyar û
tiþtê ku sedsala bîstan de bi serê gelê Kurda de hatî ye bi destê
desthilatdarîya Tirka bîr bikin, bi van gotarana aþîtîyek bi rûmet nayê
holê.
Heta ku alîyê tirk, kaxizek spî pêþkêþî Kurda ne ke û ne bêje “ka hûn li vê
kaxizê çi dinivisînýn binivisînýn” ne aþîtîyek bi rûmet tê avakirin ne jî di
devê Kurdan de peyva aþitîyê tê wateyekê.
Belê aþitî peyvek xweþ e, peyvek pîroz e, ger ku naveroka vê peyvê tije be.
Yên kû pêvajoya aþîtîyê û aramîyê xira kirin e, gere ewilî aþîtîyê ew bi nav
bikin û bixwazin. Ger ne wisa be, di devê civata bindest de aþitî, tirsa min
bi be derûnîya þikestinê, derûnîya bê çaretîyê. (jêgiran)
(çavkanî: HAWAR
NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Gotar »
|
|
Girêdanên Sponsor Ji bo piþtgiriyê bitiqînin
|
|
|

Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|