|
Di Dilê Zivistanê da
Bihara Azadiyê
KAKÞAR OREMAR
Weþandin:25 Çile, 2010


Ew sal û roj ji
bîra kesî naçin. Dîrok qet wê rojê ji bîr nake. 34 roj ji çileya mezin a
zivistana sala 1946an derbas bibûn. Ji rojên heftiyê sêsemî bû. Saetê xwe
digehande 11.00ê berî nîvro. Qada Çiwarçira li navenda bajarê Mehabadê çend
roj bû ku bi alên Kurdistan û KDPê hatibû xemilandin. Herkesî dizanî ku di
welatê wan da jiyan yê derbasî qonaxeke nû bibe.
Mêvan li bajar pir bûn. Ji xeynî roja ku servanên Simkoyê Sikak bajar ji
destê jandarmên Riza Pehlewî rizgar kiribûn, tikeskî ewqas mirov li bajarê
Mehabadê nedîtibûn. Ji wê rojê 25 sal derbas bibûn û sûndatir kesî tama
azadiyê nekisandibû. Di çavên herkesî da keyfeke mezin û hezar gotinên
vesartî xuyabûn. Pîrejineke 80 salî bi pista çemiyayî û gopalê xwe yê dar
ber bi qada Çiwarçira ve dimesî.
Hêdî-hêdî pêngavên
xwe hiltanîn, carna pista xwe ya tewandî rast
dikir û dipirsî:” Ka ew li kûye?”
- Kî?, tu kê dixwazî dapîr?
-Pêsewa, ew li kûye, dixwazim ji nêzve wî bibînim...!
Endamekî komîta navendî ya KDP dengê pîrê bihîst. Destê wê girt û ber bi
qada Çiwarçira bir. Yekrast ew gehande cem Pêsewa Qazî. Dayika 80 salî li wî
nêrî û bi
hêsirên ku weke barana biharê li çavên wê dibarîn wiha got:” Rolegiyan,
Pêseway mezin û azîzman, bas bû ke nemirdim û azadî Kurdistanim dît. Du
kurim serkerî qaremanî Kurd Simkoyê Sikak bûn, bo Kurdistan sehîd bûn. Êsta
hatûm ke le jêr alay Kurdistan da minîs bibime pêsmerge.... wezîfem çiye
rêberî gewrem?!” Vê gotinê Pêsewa veciniqand. Çavên wî tejî bûn. Demekê
bêdeng û sûsretgirtî li qormiçkên rûyê pîrê temase kir. Bas li rûyê wê û
destên wê yên lerzok nêrî, xwe çemand û xwest detsê wê yê rastê maç bike, lê
sêre jina pîr nehist û nava çavên wî maç kir, bi dengekî bilind dîsa jêra
got:” Îro hesret û xweziyên sedan salan gehistin encamê. Êdî mirin bila
bixêr bê. Ezê vê mizgîniyê ji kurên xwe ra bibim dinyaya din...” Dîmenekî
wiha bandoreke mezin li ser herkesî danî. Bû hêzeke mezin û herkes sakir ku
jineke
Kurd bi vî awayî bi doz û pêsewayê xwe ve girêdayî ye. Hingî general Heme
Husênxan Sêyfê Qazî(wezîrê ser) li derdora xwe nêrî û wiha got:” Min îro
zanî ku êdî ne mumkine Kurd dest ji doza xwe berden, rojekê yê bê ku hemû
axa Kurdistanê azad bibe...”. Qazî Mihemed di nava dilê civakê da xwedî
cihekî taybetî bû. Wê rojê ew bi dirêjî li ser dîroka serhildanên Kurdistan
û serokên sehîd axivî. Kurdên çar parên Kurdistanê li dora xwe didîtin. Ew
wê rojê wiha qêriyabû:” Kurdistan mala hemû Kurdekîye...” Ev gotin xwedî
wate û felsefeyeke kûr bû. Sewiya rewsenbîriya serokkomarêKurdistanê dida
xuyanîkirin. Zaten di deftera wî ya kar da xerîta “Kurdistan mezin” bala
herkesî dikisand. Qazî wêrojê bû serokkomarê Kurdistanê û bi evîneke mezin
dest bi karên xwe yên dîrokî kir.
Di wê roja pîroz da
ew bi dirêjî li ser rewsa siyaseta Îran, Kurdistan û cîhanê agehî dan xelkê
û gel siyar kir ku:” yekîtiya di navbera xwe da bihêztir biken û xiyanetê li
gel û welatê xwe neken...” Li ser Kela Dim-dim û mêrxasiya Emîrxan axivî.
Behsa pêsngên Kurd li Kurdistana mezin kir. Bi vêra xwest ku hinek siûra
Kurda ya netewî ji xewa giran siyar bike. Wan bi hebûna wan bihesîne Xwest
ku sexsiyeta Kurda ya hatî sivik kirin, zindî bike. Gotinên wî wisa li ser
hissên xelkê bi bandor bûn ku hêsirên gelek ji wan dihatin xwarê. Temenê
komarê kurt bû, lê destkeftên wê pirin û heya roja îro jî Kurd bi serbilindî
wê sala
dîrokî bi bîr tînin.
Kurdistaneke serbixwe û xwedî serokkomar, kabîneya wezîran, ala rengîn,
marsa netewî, artêsa gel, Pêsmerge, çand û edebiyata taybetî, saêrên milî,
rojname, radio, çapxana Kurdistan, perwerde bi zimanê zikmakî, yekîtiya
jinan û ji her tistekî girîngtir welatekî demokratîk tev ji destkeftên
komara Kurdistanê bûn.
Kes nikare înkar bike ku rayedarên komarê bihayekî giran didane pirensîpên
demokrasiyê. Dema du komarên Kurdistan û Azerbayicanê.bi hevra bêne
qiyaskirin, hingî heqîqet bastir tên kifsê. Kurda liyaqeta xwe ya
xweîdarekirinê bi herkesî dan selmandin. Elbete dewleteke serbixwe li ser
axa Kurdistanê ya tejî
kan û petrol, ji welatên cîran ra tehdîdeke mezin bû. Tirkiye, Îran, Îraq û
Sûriye weke ku îro em dibînin, ketin nava liv û lebateke berfireh. Nameyên
ku wê salê wezareta derve ya Tirkiyê bi awayekî fermî ji rayedarên Îranê ra
nivîsandine, tev bi wê armancê hatine sandin ku rojekê ji roja din zûtir
gere ev komar nemîne û pêsniyar diken ku ew amadene bi hemû sêweyan
hevkariya wan bikin û komara Kurdistan weke nokekê bavêjin binê heft behra.
Xalên ku mirov dikare li ser cihê komara Kurdistan yê taybetî di dîroka
Kurdistanê da binav bike, evin:
1- Zinbdîkirina sexsiyeta Kurd ji hêla xwe ya nefsî(piskolojî) ku
dîktatorekî mîna Reza
Pehlewî li pey têkçûna soresa Simkoyê Sikak bi hezar sêweyan tehqîr kiribû.
Beriya
wê Kurd weke wehs, cahêl û dijminên bajarvaniyê dihatin binavkirin. Hilanîna
vê
pêngava dîrokî bû sedem ku hissa “bi xwe baweriyê” di nava Kurdan da
mezintir bibe.
2- Kurda ji dost û dijiminên xwe ra dan selmandin ku dikarin heta di rewseke
aborîya ya
xerab da jî welatê xwe birêve biben.
3- Pêsewa Qazî bi pirensîpên xwe yên taybetî ji gel ra mîna bavekî dilovan
bû. Wî
dixwest xwedî hikumetekê be ku li ser dilan hukim bike û komareke demokratîk
be.
Xebatên wî yên dîplomatîk saman û mîrasekî giranbuha ji dîroka mera kirin
mal.
4- Bi avabûna komarê ra masîna asîmîlasyona ku gelên serdest li dijî hebûn û
hemû û
taybetmendiyên Kurda yên netewî bi rê xistibûn, hinek ji hereketê sekinand.
5- Bi derketina roja komarê tistek bi navê “Pirsgirêka Kurd” bastir ji berê
rûyê xwe yê
rastîn li Îran, Sûriyê, Tirkiyê û Îraqê derxist ber ronahiyê.
6- Demokrasiya ku serûkaniya xwe ji bîr û ramanên Pêsewa Qazî Mihemed yên
berfireh
distand, ger derfeteke zêdetir jêra çêbibûya, dikarîbû bibe remza rizgarî û
kilîla
zindana ku hikumetên totalîter û dîktatorên xwînrêj ji gelên herêmê ra
durist kiribûn.
Vê komarê û semîmiyeta di navbera gel û desthilatê da, Mehabad kire qibleya
azadîxwazan.
7- Xiyaneta “welatê siwrê” careke din bi bîra me anî ku pêwîste beriya
herkesekî mirov
pista xwe bi hêzên biyanî germ neke. “Soveyet”a ku mîna bûhêstekê ji
bexteweriya
gelên cîhanê ra hatibû wesfkirin, bi dijberên azadî û dîktatoran ra li ser
masekê rûnist
û her du komarên Kurdistan û Azerbayicanê kirin qûrbana çend protokulên
aborîsiyasî.
Xiyaneta ku me di salên 1880, 1920, 1946, 1975an dît û heya roja îro jî
berdewame.
8- Jin bo cara yekê bûn xwedî wî mafî ku di civakeke feodalî da “yekîtî
afretanî
Kurdistan” pêk bînin. Axa, beg, sêx û meleyên pasvero li dijî vê biryarê
“fetwa” dan û
dijayetiya xwe ya li hemberî komarê û Qazî Mihemed dan xuyanîkirin. Lê
serokkomar
çû nava wan, bi wan re ket nava behs û minaqiseyên dûr û dirêj. Li mizgefta
Ebbas
Axa heft roja bi hevra ketin nava siwir û axaftinan. Pêsewa hêdî-hêdî bi
mentiq û
felsefeke kûr hemû dijberên xwe razî kirin ku jin û mêr li gor hemû zagonên
komarê û
di bin ala Kurdistanê da xwedî mafên wek hevin.
9- Hatina nemir Mistefa Barzanî ji basûrê Kurdistanê û pistgîriya ku bi hêza
xwe da
komara Kurdistan, weke wê hindê bû ku du lîderên Kurd hemû peymanên ku axa
wan
kiribûn çar parçe, çirandibûn. Sinorên sîyasî li ba wan bêqîmet û wate bûn û
Qazî
çendîn cara gotibû:” Kurdistan mala hemû Kurdekî ye...” Hêza Barzaniyan di
hemû
temenê komarê da hem servanên bas û hem jî bibûn sebeba dilgermiya xelkê.
10- Komar di çilê zivistaneke sar da hat îlankirin, lê di dilê wê sir û
seqemê da biharek
bixwe ra anî ku hemû salê ew bîranîna pîroz wek cejin û sahiyekê ji hêla
Kurdên
Kurdistana mezin ve tê bibîr anîn. Vê bîranînê tirseke mezin di di dil û
mejiyê neyarên
Kurd da çêkiriye û dihêle ku Kurd her salê ji salên berê bastir lîderê xwe
Pêsewa Qazî
û komara Kurdistan binasin. Ew bihar hemû salê li me dibe mêvan û êdî bûye
efsaneyek û kete nava hemû dilan.
11- Dema ku dengê her du rêxistinên Hîwa û Xweybûnê li basûr û bakurê
Kurdistanê
namîne, vê carê li rojhelatê Kurdistanê li pey girêdana peymana “sêsinor” li
ser çiyayê
Dalanper Komeley “Jiyanewey Kurd-J.K” li Mehabadê riheke nû dide lasê doza
Kurdînîyê. Serkêsê karwanê doza bi san û serefa Kurdistanê vê carê Pêsewayê
rewsenbîr û canfîda, Qazî Mihemedê jîr û siyasetemedare.
Bi gistî wek nemir Elî Gelawêj di helbesteke xwe da dibêje:
“Em xake yek roj bêsores nebû
Kurd niwêjî çûbê, soresî neçû”
Dema ku li bakurê Kurdistanê serhildana Seyîd Rizayê Dêrsimî(1938) ji hêla
Kemalîstên
fasîst ve bi agir û hesin hatibû temirandin, li rojhelatê Kurdistanê serok û
qehremanê mezin
Simkoyê Sikak di çaxê hevdîtinan da hatibû sehîd kirin(1930), soresa serokê
navdar Mistefa
Barzanî bi hevkariya Ingilîzan li basûrê Kurdistanê hatibû hilwesîn, li
Mehabada qehreman
perwer komarek sên bû ku jiyana siyasî li Kurdistanê derbasî warekî nûtir
kir. “Xweybûn” û
“Hîwa” nemabûn, lê J.Kê rêya wan domand û gula komarê li pareke axa
Kurdistanê bêhna
xwe gehand difna hemû azadîxwazên
herêmê.
Mîrên Bedirxanî, Sêxên Semzînî, Mîrên Rewandizî, Sêxê Pîran, efsaneya kela
Dimdim û hezar hîvîyên ku di singê wan da hatibûn kustin, wê rojê li
Mehabadê sên bûn
û xwe gehandibûn hev. Tîrêjên rojeke germ wê zivistanê rengê jiyan
guherandibû.Rojekê Simko û Sêx Mehmîdê Berzencî,pistra Qazî Mihemed û
Mistefa Barzanî
destê xwe dabûn hev û moraleke siysaî û nû di riha nîv mirî a mirovê Kurd da
afirandibûn. Jiyan û mayîna Kurda heya roja îro wiha berdewam bûye û sal bi
sal xwestir dibe.
Rûdanên li çar kenarên Kurdistanê hinek azomon û pirensîp ji mera tomar
kirine. Dîrok
hikayet û çîrok nîne, belkî gencîneya prensîp û azmonên netewekêye. Partî,
rêxitin, sazî û
kesên ku biryara çareserkirin an jî gûherandina qedera Kurda didin, ger ev
pirensîp û helwestpês jî nexistibin, qe nebe gere wek mîrasekê wan
biparêzin.
Gelo çima komarek bi van hemû sifetên bas têkçû? We qet ji xwe pirsiye: Gelo
em Kurd çima
hê nebûne xwedî dewlet?!...Ger ji min bipirsin:
Bêhêziya bîr û ramanên netewî, hesûdî, xiyanet, cehsatî, nebûna yekîtiyê di
navbera me da,nesehrezayî derheqa dîroka serheldanên Kurda yên berê, bawerî
bi dijimin, kultura esîret, xêl
û êlatiyê, berjewendiyên takekesî li jor hemû berjewendiyên millî û civakî,
lawaziya ferhengî
û hewldanên neyaran li dijî pêsketina Kurda û sivikkirina nirxên ku bi
dîroka Kurdistanê ra
hatine afirandin û...tev ew faktorin ku em bindest histine.
Armancên bilind û pîroz bi avabûna komara Kurdistan ra dihatin ku biser
bikevin, lê sansekî wiha vê carê jî ji destê Kurda derket. Lê ew sala xwes
bû destpêka guherandineke girîng di
dîroka serhildanên me da. Qazî Mihemed bû sembola berxwedana gelê Kurd li
herêm û
cîhanê.
64mîn salroja damezirandina komara Kurdistan li we, gerîla û hemû
azadîxwazên Kurdistan û
cîhanê pîroz be..
kakshar_oremar@yahoo.de
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Gotar »
|
|
Girêdanên Sponsor Ji bo piþtgiriyê bitiqînin
|
|
|

Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|