|
Îtîfaqa kurdan û Roja
Mehþerê
K-NETEW / ROJGIRAV AMED
Weþandin:19 Cotmeh, 2009


Li ser vê axa qedîm, qewmên ereb, faris, kurd, ermen, cihû û tirk jiyane. Ji
van qewman, dewletên ereban ku pêþengiya wan qralên xwefiroþ dikin, her dem
ji çolên rût tazî xweziya xwe bi Mezrabotan anîne û bi îdeolojiya îslamê
pêþerojeke kambax anîne ser rûyê qewmên qedîm.
Dewleta Faris ew mîrateya ku bi Medan re li ser vê axê ava kirine, ev çanda
ku bi hev re afirandine, ew zimanê ku bi hev re parve kirine ji bîr kirine û
mîna dîn û haran êrîþ dibin ser kurdan, wan tune dihesibînin û her cure
paþverûtiyan li ser gelên rojhilatî ferz dikin. Cihûyên ku ji cî û warên xwe
hatine qewitandin, li çar aliyê dinê belav bûne û ji qirkirinan hatine
derbaskirin; bes îro jî vê çarenûsa xwe ji bîr kirine û tiþtê ku hatiye serê
wan tînin serê gelên rojhilatiyan.
Ji van qewman herî zêde tirk divê li ser wan bê sekinandin. Em her dem
dibêjin ku di sala 1071’an de tirk hatin ser vê axa pîroz, me bi hev re
têkoþîneke hevbeþ da. Herî dawîn di þerê rizgariya welat de em bi hev re di
çeperekê de mirin; bes îro ev jî hate jibîrkirin û ev sed sal in kurd ji
hêla wan ve, bi awayên herî dij mirovî ji qirkirinan re derbas dibin.
Bila ev baþ bê zanîn ku her çiqas em bi van hevkariyên bi tirkan re
serîbilindbûn jî -bes ev ji bona gelên tirk derbasdar e- bes ji pratîka
dehan salên dawîn derketiye holê ku ev baþiya kurdan di avê de çûye. Îro
hestiyên kalikên kurdan ên ku bi deshilatdarên tirk re hevkarî kirine,
diêþin.
Ev qewmê macêr, ji çandeke hov tê û ev çanda ku bi kevneþopiya dewletbûyînê
re bûye yek, hê jî wekî Levîathan bûye bela serê vê axa pîroz. Mixabin a
herî xeter jî ev e ku li ser navê gelê tirk, gelek kesên dewþêrme û xwefiroþ
vê yekê dikin.
Lê zû tê jibîrkirin, bi hezaran salan li ser piþta hespan, bi talankirinan
hatine vir, li ser vê axê ked nedane û li ser bermahiyên hezaran salan
rûniþtine. Di ser de jî xwe li jora her gelî de dibînin û ji xwe pîroztir tu
qewmî, gelî yan etnîsîteyî jî nabînin. Ji bo ku vê çanda xwe ya kambax
berdewam bikin jî, her cure îtîfaq û hevgirtinan dikin û bûne pêlîstokên
rojavayiyan.
Niha em li roja îroyîn binêrin; dîsa kurdan qetil dikin, hebûna wan qebûl
nakin, heta dibêjin “kurd herin li hîvê jî ji xwe re holikek ava bikin, em ê
qebûl nekin”
Ev tiþtên ku hêz dide dijminên kurdan û wisa bê paye bi wan dide gotinê,
nebûyîna yekîtiya kurdan e. Ger ku kurd bi hemû hêza xwe yekîtiya xwe
çênekin, hevkarî nekin, siyaset û qedera xwe nekin yek; wê dijminên kurdan
tu car kêm nebin, wê tehamûla wan ji mafekî herî biçûk, azadiyek, bermahiyek
an pêþketinekî re tunebe û em ê her dem bi qirkirinan re rû bi rû bimînin.
Niha li baþûrê Kurdistanê kurdên ku bi ked, îtîfaq, îxanet û gelek tiþtên
dîtir ji xwe re azadiya xwe afirandine, ev bermahî jî di çavên wan re diçe.
Û her roj tehdîtan li kurdan dikin. Dev ji xewnên bajarê Kerkûk û Mûsilê
bernedanin. Li ser sînor leþker kom kirine û ji kîsên vala zirtên xwe dikin.
Em jî vê diyar dikin ku bajarê Kerkûkê bajarê kurdan e. Ji bo wê xwîna
hezaran rijiyaye. Dê kurd dîsa jî ji bedeldayînan bi paþ ve nemînin. Lê vê
carê rewþ dê cuda be. Em ji dewleta tirkan û ji artêþa wê re dibêjin; “kerem
bikin werin, hûn gelek caran hatin, wê demê li pey we gelek hêzên din hebûn,
bes digel vê jî hûn bi ser neketin, gerîla her hal li serê van çiyayan
pîvazan naçinin, ew amade ne û li benda we ne…”
Gelek kesan xwest vê axa pîroz bi dest bixin, gelek împaratorî hatin û çûn,
gelek tofan qewimîn; bes îro kurd li ser vê axê, li rojhilat bigire heta
rojava, bakur û gelek deverên din li ser piyan e û hemû çiyayên azadiyê
wargehên wan in.
Bila gelê me yê baþûr vê yekê baþ fêm bike ku yê bi wî re dijminahî bike û
êrîþê bîne ser wî, dê gerîla li hemberî xwe bibîne. Ev hêza wan heye û li
benda roja xwe ne da ku ji dijminê kurdan re roja mehþerê bidin tamijandin. (jêgiran)
(çavkanî: HAWAR
NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Gotar »
|
|
Girêdanên Sponsor Ji bo piþtgiriyê bitiqînin
|
|
|

Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|