|
Hilbijatinên li baþûr
qediyan; Êdî dor hat konfersansa neteweyî
SERHAD B.RÊNAS
Weþandin:01 Tebax, 2009


Wek tê zanîn du roj
berê hilbijartinên li Kurdistana azad hate pêk anîn. Hilbijartin bê
pirsgirêk bi dawî û encamên hilbijartinê jî hêdî hêdî zelal dibe.
Pirsgirêka Kerkûkê li ber Kurdên baþûr hê jî pirsgirêka serekeye û li benda
çareseriyê ye.
Li aliyê din dewleta Tirk amadekariyê gavên "neçar" ji bo çareseriya
pirsgirêka Kurd dike. Piþtî dirêj kirina agirbesta PKKê a heta 1ê îlonê
amadekariyên gavên nû ên dewleta Tirk de jî bilêztir bû.
Kurd encax bi yekîtîyê dikarin serkevin
Dewleta Tirk di vê pêvjoyê de di qada navnetweyî de ji bidest xistina
qezenca sîyasî û befirehtir kirina qadên xwe yên tevgerê dixwaze di meseleya
Kurd de hin gavên "li gor xwe" bavêje. Wisa xuyaye ku dewleta Tirk wisa
difikere ku bi gav avêtinê rê li midaxaleya derve bigre. Lê dewleta Tirk guh
nade daxwazên Kurdan û li gor berjewendiyên xwe gavên xwe davêje.
Di vê konaxê de jî girîngîya Konferansa Netweyî Kurdî derdikeve pêþ. Wek tê
zanîn Konferansa Netweyî ku ji ber zextên dewleta Tirk hate paþve xistin û
dihate îdda kirin dê piþtî hilbijartinên li Kurdistana Federal bê pêk anîn.
Kurd encax di vê pêvajoyê dikarin bi Konferanseke Neteyî zextên dewletên
dagirker bidin sekinandin û qadake stratejîka pêþketinê bidest bixin.
Her wiha Kurd dikarin bi konferaseke wisa riyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên
wek perwerdeya Kurdî, meselya Kerkûkê, avakirina mecliseke neteweyî,
meseleya Elfebeyê, têkîlîyên navbara perçeyên Kurdistanê.
Referandûma Kerkûkê ji ber zextên dewleta tirk û ji ber qlsiya xebat û
dîplomasiya Kurdan pêk hat. Niha desthilatdariya Kurdistana azad bo pêkanîna
mdeye 140 û careke din paþ ve nexistina wê di nava hewldanên dîplomasiyêde
ne.
Divê her hêz û alîyê Kurd, bikeve tevgerê
OJi bo pêk anîna Konferanseke Netweyî divê her alî rola ku dikeve ser wê
bileyze. Ji xeynî PKK, PDK û YNK divê hêz û partî û rexistin û dezgeh û heta
weþanên medyaya Kurdî pêk anîna Konfersansa Newetyî wekî erkeke neteweyî
bizane çi bi çalakiyan, çi bi hevdîtinên navxwe, çi bi nûçe û gotaran divê
her alî tiþtekî li gor delfetên xwe ji bo pêkanîna konfersansê bike.
Çareseriya pirgirêka Kurd di raya giþtî de û rojevê de xala yekemîn e.
Dewleta Tirk ku di çareser kirina pirsgirêka Kurd de bi avayekî dûrû
tevdigere û piþtî gavên baþ her tim gavên êrîþkirinê ser kurdan davêje.Divê
ev pêvajoya dîrokî baþ were bikaranîn. Ger wisa nebe dê ji vê rewþê tenê
PKK, PDK û YNK berpirsyar nebin..
(çavkanî: HAWAR
NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Gotar »
|


Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|