|
Kurd li Keneda
K-NETEW / Aram Dihokî
Weþandin:19 Cotmeh, 2009


Rewþa Aborî ya
Kurdan
Keneda welateke pêk hatiye ji miletêt miþext, ji bilî pestsora (native) her
çi miletê qesta vêrê kirî, li ser binyatek aborî hatiye vêrê bigire ji
Ferensiya, Ingliza û heta spaniya, Ukraniya û ... H.D.
Her çende Keneda welatek ne kevine pêþ çendîn welatêt cihanê ve, lê ji ber
ku xelkê hatî vêrê bi rengeke gelek cidî kar kirine, niho Keneda êk ji
welatêt pêþkeftî tête hijmar. Aboriya vî welatî heta salên destpêka notan di
pêþkeftin û werarê da bû, lê li salên van dimahiya aboriya wê zor hatiye
xarê û betalî bi rengek diyar peyde bûye û berdewam di zêde bûne daye.
Helbet weku me behis kirî kurd li destpêka salên newêtan da qesta vêrê
kirin; pê nevêt ku di nexweþtirîn bar û dox (rewþ- MN) da hatin. Her kesê
bivêt cihê xo di nava vê komelê da biket çi biveêt biket; divet xodanê kare
baþ bît, yan dravek baþ hebît, cimkî kar li vêrê yê nû jiyan û xodan biryar
karên vêrê hemiyan jimarek baþ û serburek baþ pê divên ji wana ji kompiyoter
û þehadet zanko û peymangeha.
Weku berî niha me destniþan kirî; xelkê ji mêj da li Kenedayê zor bi zehmet
karî peyda diken; lewan ji bo kesanêt taze tên her bêjî zehmete ; lewan ji
pirya kurdan di beê þolin û bi harîkariya dewletê dijîn ke ew jî tenê bijin
û nemirin; hindek kar hene kurd diken lê zorbeya wan ne resmîne û çi zemanêt
têda nîne bo nimune þol kirin li xaringehêt (pizza) yan li baxçe u þoferiya
teksiya... H.D.
Çend keseka ji kurdan þiyane hindek ji karên serbexo vekin piþti mandîbûna
çend salan bo nimune (one for one pizza) li Ottawa yan çendîn xaringehêt
cida cida li bajerên Kenedayê; vekirina karên xo berdwamin; ew jî tenê rêke
niho ke kurdan pê çêdibît çinkî dîtina karên dewletî seret wan zorin vî nevî
(cilî) pê çênabît, dibît zarokêt taze peyda dibin biþên.
Bi boçûnêt min kar kirin bo kurdan gelek fere (girîng e- MN.) bes li ser
harîkariya deweletê nemînin çimkî mirineka hêdî hêdî ye û arîþa pitir lê
diket û hîvya dimirînît û mirov bê bizav dimînin helbet xandin bo zarokan
piþtî pola 12ê bi pareye ger xêzana dravek nebît zarokê xo firê biket (firê
biket=bi rê bike=biþîne -MN) zankoyê u collecê; zaro wê bê xandina bilind
bimînne û ew jî wê di nava areþt cida cida bimîne û wê tesîra xo biket ser
paþeroja milletî, kar dîtin zehmete lê ger mirov bi xem ve bigirît û ji her
þolekê hebît dest pê biket wê rêyên dî peyda bibin alozî kemtir lê bên; ji
hemiyan girîntir mirov wê bibît xodan biryar ke ew jî ji me kurdan ra gelek
fere.
Rewþa Ramyarî ya Kurda
Her çende Kurd dûrin ji welatê xo, lê hesta peywendiyek mukim di gel rûdan û
werarêt doza milletê xo hene. Êkgirtin û xort bûna bizavên Kurda li axa
welat gelek tesîr xo diket ser barûdoxên ramyarî li derveyî welat, helbet ji
wana jî Kurdên li Kenedayê dijîn.
Çaxê peywendiyên partên Kurdan nezîkî hev dibin, Kurd bi rengekê diyar li
vêrê jî nezîkî hev dibin bo çêkirna her biryareke yan rabûn bi ahengeka weku
Newerozê yan bi pêk ênana her kombûneka di têkelî hev dibin bêy ku bêt gotin
kanê kî xelkê kij parçê ye yan layengirê kij partê ye.
Lê belavajî dibît çaxê peywendiya di navbera bizavên kurdî da xirab dibît,
dîsan tesîra xo diket ser Kurdên li derve, hemî vêk ra (bi hev re -MN.)
dibine beþ beþ û herkesek wek reftara parta xo diket û guhdariya hev du
naken bo çare kirina biçûktirîn arêþê (problem)ê; bo nimune þerê navxo yê
Kurdistana baþûr êkcar barûdoxên kurdan xirab kiriye; çare nebûna peywendiya
partên Kurda dibîte egera jêk pert û bilav bûna Kurdan li her cihê lê, ji
wana jî welatêt Ewropa û Emerika jorî; helbet jêk vebûna kurdan bo çare
kirina doza xo tesîreka qelek mezin diket ser ragehendina kurdan li dervey
welat, cimkî heta niho kesa kurda gelek divêt bo bêt kirin bi taybet ji layê
ragehandinê ve, dibît kurdên dervey welat biþên vê boþaye (Ferax)ê pir (tijî
-MN) biken eger zeminê bo xos bît.
Ji ber ku kurd demek ji mêj nîne hatin vêrê, Lewan ji heþta diyar naket kane
rolê wan çi ye li sîstema ramyarî ya Kenedayê; di ser hindê ra ku gelek
xindkarêt kurd hene li beþa (Ramyari) dixînin li zank û peymangeha.
Jiyan ji her layekî ve timam kêra êk du ye çi rewþa pêþ kevît we tesîra xo
biket ser rewþa dî; bi boçûnêt min ger em neþên bi rêka ramyarî hevdu
bigirin ji ber çendîn egera li vî demî, mana wê ew nîne ke çi rê nînin û
divêt em ji hevdu dûr kevin. Em dikarin bi rêka çandî (komelayetî) da hevdu
bigirin weku me li babete çandî sîrove kirî, yan di barê abuorî da bixebitin
ke wê rojekê xalek posetîv peyda ket li barê ramyarî jî. (jêgiran)
(çavkanî: HAWAR
NET.com)
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Gotar »
|
|
Girêdanên Sponsor Ji bo piþtgiriyê bitiqînin
|
|
|

Hemû naveroka beþa Nûçe »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin

|