,

  

 
KURDISTAN-NETEW  

  Gotar

 

lêgerîn >> têkîlî >>

kunye >>

 

   - Di dîrok û saetan de dema paytexta Kurdistanê bajarê Amedê tê esas girtin

 

 

  Rûpela Serî         Gotar       Lêkolîn       Nûçe       Belge       Servîs       Arþîw       Kunye                                      

 

 Tu li ku yî ?  »  Nûçe                                                                                                                                                                                                        LÊGERÎN:  

 

 

                                                                                                                                                                                                                         REWÞA HEWA

 

 

 

 

 

 

 

 

Nêrînek li kurtedîroka Radyogeriya Kurdî

 

 

SERHAD B.RÊNAS

Weþandin:12 Tebax, 2009

                                                                                                                                       Binivsîne   

 

Radyo tê wateya danêr û girtiyara pêlên elektomagnetîk.

Radyo tê wateya danêr û girtiyara -ji bo weþandina deng û muzîk- ser mesafeyên mezin bi awayeya pêlên elektromagnetîk e.

Lê ev peyv di sala 1921'an kete jiyana rojane a mirovan.

Weþana pêþî ya weþana radyoyê a ji bo guhdarvanan di sala 1921'an de li Emerîkayê pêk hat.

1922'an de jî li Brîtanyayê BBC dest bi weþana radyoyê kir. Radyo bi hê di destpêka xwe de bû amûra herî girîng a ragihandin û veguheztina agahiyan. Pêy hev makînayên radyoyê derketin û pêþketin. di vê navberê de weþangeriya radyoyê jî pêþket bû amûra nstandina nûçeyan, guhdarî kirina muzîk û þanoyên radyoyê.


Cîhaza radyoyê bi pêþketina teknolojiyê biçûktir bû kete bêrika herkesî. Di salên dawî bi pêþketin û berfirehtir bûna medyayê radyo jî xwe guhert. Radyoyên tematîk ên nûçeyî, ji bo muzikê an jî sporê derketin. Her çiqas bi derketina înternetê û pêþketina weþangeriya televizyon û videoyan radyo wekî berê ne bihêz be jî hê jî yek amûrê herî girîng ya medyayê ye.

Destpêka Radyovanîya Kurdî


Her çiqas alavên radyoyê berîya salên 1930’î de ne hatibe Kurdistanê jî yekem weþanên radyovanîya Kurdî di navbera salên 1923 û 1929’dan de li herêma xweser a Kurdan li Yekîtîya Sovyetan de destpêkir.

Lê gorî zanyariyekê yekem weþana radyoyê bi zimanê Kurdî radyoya Þark el-Adna(Radyoya Ereban ya Rojhilata Nêzik) ku li Jaffayê alîyê Brîtanya ve hatibû damezirandin de destpêkiriye.

Lê ji xeynî Edmond’s (Kovara Hawar jî tevde –ku Hawar de derbarê radyoyên Kurdî ên vê demê car car agahî dihat dayîn) tu agahîyek di çavkanîyen din de derbarê vê radyoyê de nîne.

Weþana herî birekûpêk a bi Kurdî li paytexta Ermenîstanê, li bajarê Erîwanê di sala 1930 yî de dest pê kir. Ev weþan di sala 1938 an de hate girtin. Di sala 1950 yî de cardin dest bi weþanê kir. Bi damezrandina dewleta Îsralê re jî di sala 1958 an de Radyo Heyfa bi çar zaravayên kurdî dest bi weþanê kir û ev weþan heta îro jî berdewam e. Radyoya Bexda di sala 1958 an de dest bi weþanê kir û hê jî berdewam e. Radyo Îran jî di sala 1960 î de dest bi weþana bi kurdî kir û ew jî dom dike

Piþtî þerê Cihanê Dûyem, Kurdî jî tevde bo gelek zimanên rojhilata navîn delfeta weþangerîya radyoyê derketibû. Di yekem radyoyê ku li Iraqê ji layê Hikumeta Iraqê ve hatibû damezirandin de rojane bi qasê 15 xulek bernameya Kurdî jî dest bi weþandinê hatibû kirin.

Hata salên 1950î maweya weþanên Kurdî di radyoya Bexdayê de bûbû seatek.(Hata salên 1980î maweya weþanên Kurdî gihîþt 14 saetan) Di sala 1941’an de Hikumeta Fransayê bi þerê Cihanê re pêywend radyoyeke bi navê radyoya Levant avakir. Di vê radyoyê de jî di hefteyê de dû caran 30 nîv saet weþanê bi zimanê Kurdî jî hat kirin û weþanê vê radyoyê heta sala 1946ê domkir ku piþtî vê demê rêveberina radyoyê Lûblanê re hat dewr kirin.

Beþa Kurdiya Radyoya Beyrûtê sala 1941-ê de ji aliyê Kamuran Bedirxan û bi alîkariya dewleta Fransayê hat damezirandin. Ew radyo beþek ji radyoya fermî ya Lubnanê bû û di nava hefteyê de tenê du rojan û bi qasî 30 deqeyan weþan dikir. Dr. Nûreddîn Zaza jî li ser pêþniyara nemir Mîr Kamuran Bedirxanî di radyoyê de bi cîh dibe û dest bi xebatê dike. Weþana wê radyoyê heta 1946ê dewam kir.

Di destpêka sala 1942-yê de ji aliyê dewleta Brîtanyayê Radyoya Heyfa a li Felestînê beþa KurdÎ hate vekirin û çend rewþenbîrên kurd wek Remzî Qezazî, Ebdulla Goranî, Refîq Çalakî tê de dixebitin. Piþtî bi dawî bûna þerê cîhanê yê duyemîn weþana wê radyoyê jî hate rawestandin.

Navbera salên 1950 û 1990’an de


Bi taybetî piþtî rûxandina rejîma monarþiya a Iraqê di sala 1958an de bandora weþanên beþa Kurdî ya radyoyê Bexdeya gelek mezin bû. Lê piþtî salnên 1960î ku komara Iraqê gav bi gav ber bi azadîyan digirt bi vê rewþê re girêdayî weþana Kurdî ya radyoya Bexdayê jî lawaz bû. Dijî vê lawazîyê rojnameyên Hetaw û Xebat de nerazîbûn dihat nîþandan. Heta behsa avakirina radyoyek serbixwe dihat kirin.

Piþtî vê demê bi xurt bûna þerê neteweyîya Kurdî li baþurê Kurdistanê gelek Kurd radyoyên xwe avakirin.Weþanên wan radyoyan bi destên Pêþmergeyên dilsoz a Kurdistanê dihat kirin.

Radyo Dengî Kurdistan piþtî 1974an (ji nû ve destpêbûna þerê bi rejîma Iraqê re) hat avakirin.

Her wiha Radyoya YNK’yê sala 1983an dest bi weþanê kiribû.

Li Kurdistana Rojhilat û li Îranê yekem weþanê radyoyê cara yekem car herêma xweser a Azerbaycanê radyoya Tebrîzê de destpêkir. Di sala 1946 de bi damezirandina Komara Kurdistanê radyoyek fermî jî bi zimanê Kurdî dest bi weþanê kiribû.Radyoya Komara Kurdistan bi peyam .û xwestekên neteweyîya gelê Kurd di raya giþtîya Cihanê de gelek deng veda.Îran bo bangeþeyê dijî Kurdan dest bi xebatan kir.Hikumeta Îranê 1951ê de li Sîneyê radyoyek damezirand û bi vê radyoyê bi zimanê Kurdî û Farisî propagandaya Dewleta Îrane dihat kirin.

1957ê de encama pêþketinên politîk de Mýsýr bi radyoya Qahîreyê li dijî Iraqê dest bi weþanên radyoyê kir.Di radyoya Qahîreyê weþanên Kurdî jî dihat kirin.Di wan weþanan de stran,helbest û bernameyên netewperestî dihat kirin.Armanca Mýsýrê bikaranînê Kurdan li dijî Îran û Iraqê bû.Li ser vê yekê Hikumeta Îranê 7 mîlyon dolar bo xebatên rayedana Kurdan û destpêkirina weþanên Kurdî di radyoya Tehranê de terxan kir.

Bi giþtî Li Îranê

Radyoya Tehranê (Seatek)

Radyoya Kermanþahê (3,5 Saet)

Radyoya Razaiyeh (Seatek)

Radyoya Senendec (4 Saet)

Radyoya Maþhad (Nîv Saet)

weþanên Kurdî dikirin.Armancên wan hemû radyoyayan hêsanî kontrol kirina Kurdan bû. Di wan radyoyande herî zêde zaravaya Kurmancîya Jêr(Soranî) piþtre jî Kurmancîya Jor dihat bikaranîn.Her wiha weþanên wan radyoyan bo pêþîgirtina pêþketina zimanê Kurdî bi Kurdîyekê pirr xirab dihat kirin.Takstên weþanan bi peyvên Farsî tije bû.

Li Îranê Kurd di demên cûda da li gor xurt bûna têkoþînê radyoyên xwe bi veþartî avakiribûn.

Dengî Þoriþî Kurdistan (Sala 1983an de destpêkir.)

Dengî Kurdistanê Îran (Sala 1983an de destpêkir.)

Dengî Kurdistan(PDK-Îran) (Sala 1963an de destpêkir.)

Li Tirkîye tu car bi avayekî dirûst weþanên Kurdî pêknehat.Tirkîye bo rayedana Kurdan weþanên bi Kurdî çênedikir.Ji ber ku dewleta Tirk hebûna Kurd qebûl nedikir,Kurd “Tirkên çîyayî” bûn û diviya bû ku “Tirkên çîyayî” fêrî “Tirkîya bajarî” bûna.


Li Ermenîstanê (ve demê de girêdayî Rûsyaya Sovyet bû) salên 1950î de di Radyoya Êrîvanê de weþanên Kurdî dest bi kiribû.Weþanên Radyoya Êrîvanê bi temamî zarava Kurmancî dihat kirin.Di Radyoya Êrîvanê de gelek dengbêj û stranbejên Kurd wek Mihemed Arif Cizrewî, Kawis Axa, Hesen Cizrewî, Hesen Zîrek, MeyremXan û gelek dengbêj û stranbejên bi navûdeng gihan û vê radyo pêþketin û belav bûna mûzika Kurdî de roleke bingehîn lîst. Radyoya Erîvanê beþa Kurdî bi xebat û keftûleftên giran ên kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl û Xelîl Muradov di sala 1955an da dest bi weþana xwe kir. Bi taybetî keda Casimê Celîl û Xelîl Muradov þayanî pesindanê ye. Casimê Celîl yekem berpirsiyar e radyoyeyê. Piþtî wî, dema berpirsiyariya Xelîl Muradov e, ku 20 salî berpirsiyarî kiriye. Eznîva Reþîd ku jina Xelîl Muradov e piþtî bêjer ango spîkeriya 20 salan di sala 1980’yî de ji ber temendirêjiya xwe dest ji karê radyoyê dikiþîne.

Di dema Casimê Celîl û Xelîl Muradov da radyo dibe deng, bilûr û awaza bi sedan dengbêj û sazbendên navdar ên wekî Gerabetê Xaço, Þeroyê Biro, Seîdê Þamedîn, Reþîdê Baso, Memê Kurdo, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Þibliyê Çaçan, Xana Zazê, Asa Evdile, Belga Qado, Hovhannes Badalyan, Aram Dîkran, Feyzoyê Riza, Egîdê Cimo, Xelîlê Evdile û Þamilê Beko hwd..

Li rojhilata Kurdistanê jî Radyoya Sine 1952yê de ji aliyê hêza leþkeriya Îranê hat damezirandin. Kesên weke Elî Elburzî, Hesen Surî ( Kamkar), Îbrahîm Fetahî, têde stiran digotin û bername pêþkêþ dikirin.

Di diasporaya Kurd de yekem weþanê Kurdî di radyoya Avusturalyê de destpêkir(1982). Her wiha liswedê jî bi avayekî fermî weþanên radyoyê bi zimanê Kurdî hebû.

Di dawîya salên 1980an de bi giþtî rojane li Iraq û baþurê Kurdistanê 17 saet,li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 18,30 saet,li Rûsyaya Sovyetê de 2 saet û li Ewrûpayê nîv saet weþanên bi zimanê Kurdî dihate kirin

Piþtî salên 1990’î


Sala 1992an de VOA(Dengê Emerîka) de bi zimanê Kurdî dest bi weþanê kir.Vê demê de vebûna vê radyoya di serî de Tirkan gelek dijmînên Kurdan nerihat kir. Di 4ê Cotmeha 1992an de bi biryara dîrokî ya Parlemena Neteweyîya Kurdistanê re “Dewleta Federe ya Kurdistan” hat îlan kirin. Bi vê pêþketina dîrokî re Kurdistanek Azad çê bû bi giþtî Medyaya Kurdî bi taybetî radyovanîya Kurdî bingeha pêþketinê pêkhat. Di demekê kin de berê radyoya Hikumeta Kurdistan û radyoyên PDK û YNK piþtre jî dor bi dor radyoyên taybet hat vekirin.

Salên 2000î


Radyovanîya Kurdî li ser satalaytê di salên 2004 û 2005ê de pêþketinek girîng çê bû.

Radyoyên Radyo Dengê Mezopotamya, Kurdistan Radio, Dengê Gelî Kurdistan, Radyo Rojhilat, Radyo, Rojava, Radyo Duhok, Zagros Radyo, Komala, Newa Kurd Radio û gelek radyoyên din cihên xwe di nav medyaya Kurdî de girtin.

Niha Baþûrê Kurdistanê li ser pêla FM gelek radyoyên Kurdî heye. Niha ser satalaytê ji dehî zêdetir radyoyên Kurdî hene.

Her wiha dewleta Tirk jî radyoyeke Kurdî bi navê Radyo 6 vekir.

Li Îranê jî ji aliyê radyoya dewleta Îranê ve weþana Kurdî dewam dike. Di dezgeha ragihandinê a fermî a DYE “Dengê Emerîka” û radyoya fermî a Rûsya û Gucistanê de jî beþên Kurdî hene.

Bi zêde bûna hejmara Kurdan a li Ewrûpayê di gelek radyoyên dewletê a welatên Ewrûpayê de beþên Kurdî vebûn.

Li bakûrê Kurdistanê hin radyoyên herêmî jî -wekî Gun Radyo- weþana Kurdî dikin û bi taybetî di gihandina muzika Kurdî ji gel re gellek bibandorin. Radyoyên ku li ser înternetê jî weþan dikin hene.

Bandora Radyoyan di zimanê Kurdî de


Radyoyên Kurdî di pêþketin, parastin û standartize kirina zimanê Kurdî de rolên mezin leystîn.Belam Kurd bimecbûrî ji pêþxistina zimanê Kurdî zêdetir bo azadîya Kurdistan û bo vê yekê jî xebatên sîyasî pêþde bû. Ji ber vê yekê jî weþanên radyoyên Kurdî jî bi vê alî de dihat meþandin.

Lê dîsa jî peyvên wek îstge, bêtel, dengûbas, þepol, birûske, gogir, bername, nûçe, þandiyar û gelek peyvên din ku ji alîya kovarên Hawar, Gelawêj û Niþtiman ve pêþkeþî zimanê Kurdî hatibû kirin di radyoyên Levant, Þark El Adna de birêkûpêk dihat bikaranîn. Her wiha tesîra radyoyên Kurdî bi taybetî xalkê bakurê Kurdistanê ku zimanê wan bi her avahî hatibû qedexe kirin de gelek zêde bû.

Kêþeyên Radyovanîya Kurdî û Ayînde


Wekî keþeya giþtî ya Medyaya Kurdî,di radyovanîya Kurdî de jî bêreklamî keþeyeke mezin e. Heta salên 1990î tu weþanê Kurdî de reklam nehatîye weþandin. Ev yek jî bûye egera pêþneketina radyovanîya Kurdî bi taybetî alîyê teknîkî de.

Hin Radyoyên Kurdî ên niha

Hûn dikarin ji ser navnîþana www.medyayakurdi.com bigêhêjin gelek radyoyên kurdî.

serhadbrenas@yahoo.com

(çavkanî: HAWAR NET.com)
 




 


   
  Biçe Jora Rûpelê                                                                                                        Hemû naveroka beþa Gotar »

 

 

 

 

 

Girêdanên Sponsor                                                  

 

 
 

 

 

Girêdanên Sponsor

 

 

 

 

 

           

 

 

Servîs »

  

Rewþa Hewa

Ji Kurdo rewþa hewayê bi avayekî rast û rast

 

Reklam Dayîn

Mercen reklam dayine

 

 

              

Hemû naveroka beþa Nûçe »

 

Hûn jî dikarin gotar an jî lêkolînê xwe biþînin  

 

 

              

 

 

 

 

 
©  Kurdistannetew.net  |   Peywêndî  |  Kunye  Arþîw  |  Derbarê KN de  |  Hiþyarî  |  Reklam      HKMG