|
GOTAR
Ger Kurd hestiyar bin medyaya Kurdî dikare zûtir pêþkeve
SERHAD B.RÊNAS
Weþandin:
29 Tebax,2007

MEDYA-ANALÎZ --
Medyaya Kurdî di salên dawî di hemû beþên medyayayê pêþdikeve.Niha bi
dehan tv û radyo,weþanên înteraktîf ya nûçe û agahîyan(malper),bidehan
rojname û bi dehan kovar li Kurdistana Azad,li hemû beþên Kurdistanê û
li Ewrûpa weþanê dikin.
Lê hin jî pirsgirîkên wekî dezgeh bûn,profesyonelî,kêm bûyîna reklam û
rewþa aborîya dijwar,meseleya elfeba,ji xeynî Kurdistana baþur astengên
dewletên dagirkerên Kurdistanê,keþeya partîvanî û ne serbixwe buyîna
medyaya Kurdî û hwd... berdewamin.
Di belaviya erk û xebatan ya di têkoþîna serxwebûna Kurdistan û
pêþxistin-parastina þaristanîya Kurdî û pêþketina aborî de bareke mezin
bi qasê partî û rexistinan dikeve ser milê medyaya Kurdî.Wisa dixuye ku
ji ber pêþketinên global di warê teknolojî û medyayê de ger Kurdistan bi
temamî serbixwe be jî êdî girîngî û hêza medyayê li Kurdistanê ji rêza
duyemîn kêmtir nebe.
Ji ber ku înternet cihêkî azad e,erzan e û sînoran nasnake gelê Kurd jî
bi hêsanî xwe înternetê de gihandin astekê baþ.Em rewþa Cihanê jî bidin
ber çavan ku edî medyaya elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike
pêwistîya pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîk derdikeve holê.Ger
înternet hin zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra medyaya Kurdî
cûdatir be him jî têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd de û
pêþetina rewþa politik a Kurdistanê jî zêdetirîn be.
Problema esasî aborî ye
Niha li ber pêþketina hemû beþên medyaya Kurdî problema herî sereke
problema aborî ye.Bi taybetî weþanên ku ne girêdayî partiyan e pêwistiya
wan çerxa finansmanê ye.Bê aborî di warê medyayê de pêþketin û berdewamî
ne mimkun e.
Ev yek li hemû cihanê li bi reklaman pêk tê.Bi weþandina reklaman him
weþanên medyayê ser lingan dimînin û pêþdikevin û li gel vê jî þîrket û
dezgehên ku reklaman didin xwe didin nasandin û kar û qezencên xwe
zêdetir dikin.
Di vê rewþê de di serî de sermayedarên Kurd sucdarin ku bo reklam dayinê
weþanên Kurdan bi kar naynin,bê guman baþ têkîlî nedanîna weþanên Kurdî
bo reklam standinê jî faktoreke girîng e.
Alîkarîya Kurdan wek þexs û reklamên Google'ê
Her wiha Kurdên wek þexs jî di warê medyaya dîtbarî de nebe jî dikarin
alikarîya pêþketina medyaya xwe bibin.Di warê medyaya çapkirî de dikarin
bi avayekî rêkûpêk standina rojname û kovaran piþtgirîya weþanên xwe
bikin,bê guman standin ne têre divê bixwînin jî.
Her wiha di medyaya elektronîk ya Kurdî de jî dikarin bi tiqandina
reklaman alîkarî bidin.Wekî mînak êdî di gelek weþanên online yên Kurdî
de reklamên Google ê hene.Google bi tiqandina wan reklman pir kêm be jî
parek dide malperên ku wan reklman diweþînin.
Ger Kurdan car caran wan reklamên Google ê bitiqînin qe nebe wan
malperan mesrefên xwe yên weþanê derxînin.
Çima pêþketina medyaya Kurdî pirr girîng e
Divê kurd jî bîr nekin ku pêþketina weþeneke Kurdî bi giþtî medyaya
Kurdî ne bihêz bûna xwedîyê wan weþanan e.Di têkoþîna serxwebûna
Kurdistan û pêþxistin-parastina þaristanîya Kurdî û pêþketina aborî de
bareke mezin bi qasê partî û rexistinan dikeve ser milê medyaya Kurdî.
Bi medyaya xwe Kurd dikarin hîn bibin,bûyeran fêm bikin,kêfxweþ
bibin,xwe bigêhînin dinyayê,rexistinên xwe beralî bikin,þerê psîkolojîk
de bihêztir bin,xwe pêþ bixînin û biarimînin û gelek tiþtên
din...Pêþketina medyaya kurdî di heman demê de bi hêz bûna her Kurdekî
ye di sîstema cihanê de û pêþketina çand,huner,wêje,ziman,dîplomasîya
Kurdî ye jî.
Çavkanîyên Giþtî
HAWAR DENGÛBAS
Biçe Jora Rûpelê
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|

Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
Hûn jî
dikarin gotar an jî lêkolînê xwe
biþînin


|