|
Kerkûk Bajarê Kurdistanê
ye, Dewleta Tirk Li Ser Kerkûkê Xwediyê Mafekî Nine
ÎBRAHÎM GUÇLU
Weþandin:


D Kerkûk demeke dirêj e ku di rojeva cîhanê û
rojhilata navîn û Tirkiyeyê de ye. Li ser Kerkûkê êriþeke neheqî ji aliyê
Tirkiyeyê de tê meþendin. Em kurdên bakurê Kurdistanê heta îro li ser ev
neheqiya Kerkûkê bi girseyî û bi hev re bê deng in. Helbet hewildanên kes,
rêxistina bi serê xwe jî xwediyê gringiyekê ne. Le pêþiya xeteriya li ser
Kerkûkê nikare bigre. Ji bona vê yekê Konferansa Kerkûkê ya ku ji aliyê
Gruba Xebatê ya Demokratîk û Neteweyî ya Kurd de hatiye bi dar xistin gelek
girîng e. Hîç þik tune ye ku hem axevtevanên Konferansê û hem jî rêxistinên
beþdar dê bîrûrey û pêþniyarên gelek girîng bînin rojevê. Ez hêvîdar im ku
rêxistinên siyasî, sivîl li vir nasekinin dê bi hev re çerçewaka hevbeþ ya
fikrî bipejirînin û heta Referandûma Kerkûkê dê bi hev re xebat bikin.
Nerînên ku ez jî beþdarvanên civînê yên bijarte re pêþkêþ bikim, ji aliya
reya giþtî de bi riya nivîsarên min û programên telewizyonan agahdar in. Ez
careke din dixwazim ku bîrûreyên xwe di derbarê Kerkûkê, Herêma Federa ya
Kurdistanê û dewleta federal ya Iraqê û siyaseta dewleta tirk de bînim ser
zimên.
Beriya wê ez dixwazim di derheqa serokê DTPê yê þaxa Amedê Hilmî Aydoðdu de
çend gotina bibêjim. Me, wek Komîte amadekar ya konferansê beriya ku Hilmî
Aydoðdu bê girtin pê re danûstandin kir. Bîrûreyên wî û me di pirsa Kerkûkê
de lihevkirî bûn. Piþt re ew daxuyaniya hêja û dîrokî pêþkêþî reya giþtî kir
û hat hepiskirin. Hepiskirina wî, ne hiquqî ye, li dijî pîvanên YE’yê î
Peymana Mafên Mirovî, li dijî azadiya xweîfadekirin û fikrî ye. Ez li vir
girtina wî protesto û rûreþ dikim. Ez slavên xwe ji ew lehengê kurd re bi rê
dikim.
Neteweya Kurd, li rojhilata navîn neteweya duyemîn e ku li dinyayê hîn
xwediyê dewlet nîne…
Di jiyana mirovatiyê de qonaxa neteweyîbûnê qonaxeke gelek girîng e. Vê
qonaxê di sedsala 17’an (Bi Peymana Versayê-1639) de dest pê kir, bi Þoreþa
Fransayê gihîþte merheleke girîng. Ev qonaxa neteweyîbûnê Li ser bingeha
sîstemeke aborî ya nû ya kapîtalîzmê pêþket, dawiya împaratoriyên feodalî,
ne merkezî yên pirrmilet anî. Dewleta neteweyî qewimand. Di vê sedsalê de
gelek civat û netewe bûn dewlet. Gelek neteweyên bê dewlet jî, ji bona ku
bibin dewlet ketin nav hewildenekê. Hezar mixabin neteweya kurd di ev
sedsalê û qonaxê de nebû dewlet.
Ev sedsala û pêvajoya dewletbûna neteweyan heta sedsala 20’an hêdî hêdî dom
kir. Di sedsala 20’an de hevbeþbûna dinyayê, globalîzm pêþ ket. Di sedsala
20’an de du þerê cîhanî qewimîn. Li cem ev þeran, piþtî salên 1950’yî þerê
3’emîn ku li dinyayê þerê dirêjtir e, “Þerê Sar” dom kir. Ev sedsala hem ji
mirovatiyê re bû sedsaleke felaket û xeteriyê, hem jî ji neteweyan re bû
sedsaleke zerîn: Hem piþtî þerê cîhanî yê 1’emîn û hem jî piþtî þerê cîhanî
yê 2’emîn û hem jî di merhelaya þerê ser de gelek netewe (millet) bûn
dewlet.
Þuûra neteweyî civata kurd dema ku em li nivîsar û edebiyata mirovên mezin
Ehmedê Xanî mêze bikin di sedsala 16’an de qewimiye. Neteweya Kurd, xebat û
têkoþîna dewletbûna xwe di sala 1840î de bi serîhildana Mîr Bedirxan dest pê
kir, di sala 1880yî de bi pêþengiya Þêx Ubeydullahê nehrî gûr û geþ bû. Di
destpêka sedsala 20’an de, piþtî þerê cîhanî1-emîn Împaratoriya Osmanî
hilweþiya û bi Peymana Sewrê avabûna Kurdistanê hat rojevê.
Ez dikarin bibêjim ku170 sale ku neteweya kurd ji bona dewletbûnê hewil
dide. Hezar mixabin neteweya kurd di ev hewildana xwe de bi serneket.
Di destpêka sedsala 20’an de, piþtî ku împaratoriya Osmanî di Þerê Cîhanî ya
1’emîn de wenda kir, gelek koloniyên xwe yên Erebî wek Balqanan ji destê wan
derketin, bi Peymana Sewrê (1920) biryara avabûna Kurdistanê hat dayin. Ez
di baweriyê de me û belge jî nîþan didin ku piþtî hilweþandina Împaratoriya
Osmanî, dinyaya rojava biryar dabû ku dewleteke Tirk ya pirrmiletî/
pirrneteweyî mezin nebe û neteweya Tirk di qadeke teng de bimîne. Ji bona vê
jî Îngiltere, Fransa, Îtalya û Yunanîstan hatibûn li ser axa Osmaniyan
cîhûwar bibûn. Lewra dewletên rojava bi refleksa ku Stenbol, Herêma Behra
Reþ ya Pontusî, Ege ne welatê Tirkan e, hatibûn bi cîhûwar bibûn.. Di wê
merhelê de bûyera ku li Rusyayê qewimî qedere neteweya kurd û Kurdistanê
guhert. Îngîltereyê li hemberî rêjima sosyalîst ya ku li Rusyayê Dewleta
Komara Tirkiyeyê proje kir û Peymana Sewr ji holê rabû. Bi Peymana Lozanê
Dewleta Tirk tescîl bû û Kurdistan berê du parçe bû, bû çar parçe. Du parçe
di destê Dewletên mandater Iraq û Suriyê de, parçeyek di destê Îranê de ma û
parçeya mezin jî kete destê dewleta tirk.
Piþtî Þerê Cîhanî ya 2’emîn li Rojhilata Kurdistanê (Li Îranê) Komara
Mehabadê ya Kurdistanê ava bû (1946). Hezar mixabin piþtî, Rusyayê, Dewleta
Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) û Îngiltereyê li hevûdu kirin, dawî li jiyana
Komarê hat.
Di dema þerê-sar de li Baþurê Kurdistanê (Li Iraqê) Otonomiya Kurdistanê
encama têkoþîneke gelek xurt a neteweyî di bin pêþengiya Mele Mistefa
Berzanî û PDK a Iraqê de ava bû. Hezar mixabin girêdayî qedera Kerkûkê encam
þerekî ne bi edalet hat hilweþandin. Lewra di þerê neteweya kurd û Iraqê de
(1975), li aliyekî dewleta Iraqê, piþtgira wê yekîtiya Sowyetê û dewleta
Tirk, Îran û Suriyeyê. Li aliyê din neteweya kurd bi serê xwe. Ji bona ku
Otonomiya Kurdistanê bê hilweþandin û Kurd þer wenda bikin, encama Peymana
Cezayîrê Iraqê erdê xwe pêþkêþî Iranê kir. Iraqê ji bona ku ew erdê xwe yê
li xalîçê ji Îranê bigre, di sala 1979’an de þer îlan kir û vî þerî 10 salan
dom kir, di vî þerî de milyonek însan hat kuþtin, felekateke malî û însanî
derket holê.
Di dema golabîst de, piþtî þerê-sar û þerê Kendavê (Þerê Kuweyt û DYyê û
Iraqê) pêvajoya federabûna Kurdistanê dest pê kir. Piþtî Þerê Xalicê yê
2’emîn û encama referanduma giþtî li Iraqê dewleta Iraqê bû federal,
Kurdistan bû herêmeke federe. Dewleta Tirk di serî de, hemû dewletên
kolonyalîst di þahsiyeta Kerkûkê de dixwazin Herêma Federe ya Kurdistanê ji
holê rakin.
Li ser dîroka Kerkûkê axiftin feqek e…
Helbet dîroka mirovekî, welatekî, neteweyekî, herêmekê, bajarekî gelek
girîng e û li ser dîrokan wan qise kirin jî gelek xwezayî û rast e. Feqet di
vê merhelê de girêdayî nêrîn û planên dewleta tirk yên ne huquqî, ne maqul û
ne bi edalet û ne însanî li ser dîroka Kerkûkê qise kirin ez wek feqekê
þirove dikim. Lewra hîç þik tune ye ku Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye û li
Kerkûkê ji derveyî Kurdan, Tûrkmen, Ereb, Aþurî û Keldanî dijîn. Kerkûk
bajarekî ji aliyê ol, mezhep û grubên kêmneteweyan de gelek plûralîst e. Lê
dîsa jî ji bona ku beþdarvanên Konferansa Kerkûkê bîr bînin, ez dixwazim bi
awayekî li ser dîroka Kerkûkê rawestim.
Mezopotamya, cîhûwarê medeniyet û cîwarbûna yekemîn e. Pêþiyên qewma kurd
Gutîyan, Luluyan, Kasîtan li herêma Kurdistanê dewleta xwe ava kiribûn.
Dewleta Osmanî di sedsala 16’an de li Iraqê desthilatdarbû. Dewleta Osmanî
Iraq kire sê eyaletan ( Musul, Baxdat û Basra) û bi vî awayî birêvebir.
Eyaleta Musulê Kurdistan, Eyalata Baxdat û Basrayê jî “herêma Ereba-Iraq”
digirt nav xwe.
Dewleta Iraqê dema ku di sala 1921’an de wek mandaterî ava bû, bi Eyaleta
Baxdat û Basrayê sînorkirîbû. Eyaleta Musulê/Baþurê Kurdistanê, wek
pirsekekê di navbeyna Iraq û Dewleta Tirk de ji aliyê Îngîltereyê de hat
hiþtin ku di paþerojê de çareser bibe. Baþurê Kurdistanê/Eyaleta Musulê , di
sala 1926’an de bi Peymana Enqereyê, Îngiltereyê û Dewleta Tirk û Kraliyeta
Iraqê li hevûdu kir, ji derveyî îradeya neteweya kurd bi Iraqê re hat îlhaq
kirin. Feqet dema ku ev peymana pêk hat, Dewleta Iraqê serbixwe nebû. Tê
zanîn ku Dewleta Iraqê di sala 1930-yî de serbixwe bû, di sala 1932-an de jî
bû endama Cemîyetî Akvamê.
Wek îro Wezîrê Karên Derva yê Dewleta Tirk Evdillah GUL û aqademîsyenên Tirk
îddîa dikin, bi Peymana Enqereyê Baþura Kurdistanê (Eyaleta Musul-Kerkûkê)
ji Iraqê re ne, ji Îngiltereyê re hatiye hiþtin. Ji bona vê mafê Dewleta
Tirk tune ye ku grêdayî Peymana Enqereyê li ser Kerkûkê heq îddîa bike.
Heger wusa bibe Îngîltere jî li ser Stenbolê, Yunanîstan jî li ser herêma
behra reþ û Egeyê heq îddýa bike.
Helbet piþtî peymana Enqereyê jî, ew herêma wek Kurdistan hat bi nav kirin.
Dema ku li Lozanê rewþa Eyalata Musul/Kerkûkê hat niqaþe kirin, Îsmet Înonû
wek serokheyeta tirk got ku “Kerkûk û Musul bajarên Kurdan e, Kurd jî
dixwazin bi Tirkan re bijîn. Ji bona vê divê Musul û Kerkûk bi Komara
Tirkiyeyê re bê girêdan.” Bi kurtî Îsmet Înonû jî ji bo berjewendiya xwe
rastiya Kerkûk û Musulê aniyê ser zimên.
Bajarê Kerkûkê 5000 hezar sal berê, ji aliyên peþiyên Kurdan Gutiyan de
hatiye ava kirin. Qerektera xwe ya kurdî her demê parastiye. Di dema Dewleta
Osmanî de li herêma ozerk/otonom ya mîritiya Babanan de bû. Ev
desthilatdariya Babanan heta sala 1830-40 dom kir.
Þemseddîn Samî di sala 1889-1898’an de ansîklopediya Kamûs-Ul Alam
nivîsandiyê û di wê ansîklopediyê de li ser Kerkûkê agahdariyên fireh dide.
Þemseddîn Samî bi eslê xwe Arnavut e, lê nasyonalîstekî tirk e.
Ansîklopediya wî, bîrûreyên fermî (resmî) tîne ser zimên, lewra ev
ansîklopediya bi erêkirina Wezerata Perwerdayî hatiye çap kirin. Þemseddîn
Samî di ansîklopediyê de di derbarê Kerkûkê bi kurtî dinivîse ku “Kerkûk li
wîlayeta Musulê ye. Kerkûk ji Musulê 160 km-yê dûr e. Li bin çiyayên
hevteqipdikin de ye. Li kêleka deþtekê, li ser Çemê Edhem e. Navendiya
Sancaxa Þehrezorê ye. Xwediyê 30. 000 hezar nûfus e. Ji 3/4ê gelê Kerkûkê
Kurd in, yên mayî Tirk, Ereb û qewmên din in. Ji wan 76 kes îsraîlî û 460
kes jî keldanî ne.”
Bi reyê Þemseddîn Samî jî derdikeve holê ku bê niqaþe Kerkûk bajarekî
Kurdistanê ye. Lê dîsa jî piþt re rewþa nûfusa Kerkûkê çawa hat guhertin em
li wê binêrin: Di sala 1922-24’an de li Iraqê serhejmara nûfusê pêk hat.
Gorî vê serhejmarê li Kerkûkê 47.5000 Kurd, 35.000 Ereb, 26.100 hezar
Tûrkmen dijîn. Di sala 1957-an de jî serhejmara nûfusê pêk tê. Gorî ev
serhejmarê jî li Kerkûkê 187593 kurd in, 109620 Ereb in, 83371 Tirkmen in.
Ji van herûdu serhejmariya nûfusê jî derdikeve holê ku li Kerkûkê tu dem
Týrkmen ji Kurdan zêde nebûne, her dem ji ereben jî kêmtir bûne.
Di derbarê Kerkûkê de bîrûreyên Ewliya Çelebiyê tirk jî di Seyaxatnameyê de
gelek vekirî ne. Ew jî diyar dike ku Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye.
Îrfan Kerkukî, lêkolînegerekî tirkmen e. Ew dibêje ku: “Damezirandina
Kerkûkê di dema peþiyên kurdan Kutîyan de dawî hatiye. Kerkûk beriya ku
Tirkmen bên Kerkûkê 3000 sal berê navendiya Dewleta Kutiyan bû…Kerkûk di
dema Împaratoriya Med ya Kurd de bû navendiyeke medeniyetê. Kerkûk di
hemendem de nevandiya mîritiya Bacîrmî ya Kurd bû.”
Gorî Îrfan Kerkûkî, serhejmara nûfusê ya sala 1957 gelek objektîf e. Gorî wê
serhejmarê li Kerkûkê Kurd zêde ne. Dîsa dibêje ku “gorî erdnigarên
(cografyaciyên) îslamî û lêkolînegerên hevdem sînora (tuxuba) herêma
Kurdistanê nêzikî Kerkûkê dawî naye. Sînora Kurdistanê heta Çiyayên Hemrînê
dom dike, ev herêma di navbeyna Kurd û ereban de hem ji aliyê cografîk de û
hem jî ji aliyê dîrokî de cudayiyê diyar dike.
Niqaþeyên di nevbeyna Kazim Karabekîr, M. Kemal û Înonû de jî derdixe holê
ku Kerkûk beþek ji Kurdistanê ye.
Peymana Otonomiyê…
Di sala 1970-yî de dema ku di navbeyna Hikumeta merkezî ya Iraqê û Kurdan de
Peymana Otonomiyê di 11-ê Adara 1970-yî de pêk hat, pirsa Kerkûkê di
navbeyna hikumeta merkezî û kurdan de wek pirsgirekekê hat tespît kirin, ji
bona ku statûya îdarî ya Kerkûkê bê diyar kirin, di peymanê de referandûm
hat pejirandin.
Di vê merhelê de jî hesabê Tirkmenan hîç naye kirin. Dewleta Tirk jî wek îro
xwediyê tû îddiayê nîne. Feqet dewleta Tirk ji bona ku hewil dida ku
Otonomiya Kurdistanê hilweþe, dixwast ku Kerkûk jî di destê rêjima Baas û
dewleta Iraqê de bimîne.
Di wan þertên dema þerê-sar de Dewleta Tirk ji bona xwe derfetek jî nedît ku
li ser Kerkûkê heq îddîa bike, yan jî wê demê didît ku neteweya Kurd wek îro
nêzikî dewleteke serbixwe nîne, ji bona wê li ser Kerkûkê heq îddia nedikir.
Piþtî ku Peymana Otonomiyê têkçû, Kurdan di sala 1975’an de þer wenda kir
Peymana Cezayirê pêk hat, rêjima Baasê dest bi siyaseta xwe ya “erebçitiyê”
kir, ji bona ku demografiya Kurdistanê û bi taybetî jî demografiya Kerkûkê
biguhere xebat kir: Qezeya Dûzxurmatî bi bajarê ereb Selahadînê (Tikrîtê)
re, Qezeya Kifrî bi bajarê ereb Dîyalayê re, Qezeya Çemçemal û Kelar bi
Sêmaniyê re girêda. Ji Kerkûkê 200.000 kurd hatin sirgûn kirin û ciyê wan bi
ereban hatin dagirtin.
Hem di Zagona Bingehî ya 1958-an, hem di Zagona Bingehî ya 11-ê Hezîrana
1970yî û hem Peymana Otonomiya Kurdistanê de jî hebûna herêma Kurdistanê û
avabuna dewleta Iraqê li ser bingeha neteweya kurd û Ereb hat pejirandin.
Referandûma vê merhelê…
Gorî bîrûreyên min di derbarê Kerkûkê de pejirandina referandûmê ne di cîh
de bû. Hezar mixabin berpirsiyarên Baþurê Kurdistanê ji bona dinyayê, gelê
Iraqê û cîranan memnûn bikin û bi bawer bûn ku encama referandûmê Kerkûkê bi
Herêma Federe ya Kurdistanê re bê girêdan, referandûm pejirandin.
Gorî xala 140-emîn ya Zagona Bingehî ya Iraqa federal, Kerkûkiyên hatibûn
sirgûn kirin dê vegerin Kerkûkê. Erebên li Kerkûkê bi cîhûwarbûnê dê vegerin
ciye xwe. Qezeyên ku ji Kerkûkê hatine qetandin ku min li rêzên jorî behsa
wan kir dê vegerin Kerkûkê. Di meha 11-an ya 2007-an de, yanî îsal
referandûmê pêk bê.
Ev referandûma, encama referandûmeke ku ji aliyê hemû gelên Iraqê de di
zagona bingehî de hatiye pejirandin.
Dewleta Tirk dixwaze ku pêþiya vê referandûmê bigre, Kerkûk nebe beþek ji
Herême Federe ya Kurdistanê. Dema ku referandûm bibe, xwe amade dike ku
êriþeke leþkerî bibe ser Herême Federe ya Kurdistanê. Ev helwesta wek
hevalên huquqzan jî dê diyar bikin, li dijî huquqa navneteweyî, mafên
neteweyan, huquqa Yekîtiya Ewrûpayê û Peymanên navneteweyî ye.
Ev helwesta dewleta tirk gelek vekirî diyar dike ku ew dixwazin bi qerektera
xwe ya kolonyalîst axa xwe fireh bikin. Wek Bakurê Kurdistanê, Baþurê
Kurdistanê jî bixin bin desthilatdariya xwe. Ew dixwazin rola Osmaniyan bi
cîh bînin, ji xwe re împaratoriyek çêkin. Çawa ku rêjima teokrat ya
monarþiya Îranê dixwaze împaratoriya Îslamî ava bike, Seddam dixwast ku
Împaratoriya ereban ava bike, dewleta tirk jî dixwaze ku împaratoriyeke nû
ava bike. Desthilatdarên tirkan, bi taybetî jî hiumet rola “osmaniyên nû”
dixwaze bihilîze.
Helwesta Tirkmenan…
Tirkmen li Iraqê bi tevayî piþtgiriya vê siyaseta dewleta tirk nakin. Di
destpêka Sibata 2007’an de 6 partiyên Tirkmenan diyar kirin ku Kerkûk divê
ji aliyê îdarî de bi Herêma Federe ya Kurdistanê re bê girêdan. Ev partiyan
ew bûn: 1- Partiya Refah a Tirkmanî, 2- Partiya Þirûqa Tirkmanî, 3- Partiya
Birayetî ya Tirkmanî, 4- Partiya Yekîtî ya Tirkmanî, 5- Partiya Demokratî ya
Tirkmanî, 6- Partiya Gelê Tirkmanê a Iraqê.
Dewleta Tirk hîç guh nade van, bes bi Cepheya Tirkmen re pêwendiyên xwe dom
dike. Ji bona êriþkeriya xwe bi Tirkmenan re û Sunnîyan re û þîiyên ji
Kurdan re dijmin in re konferans bi dar dixe.
Ev helwesta dewletê, Kurdên Bakur biçuk dîtine.
Dewleta Tirk xwediyê maf nîne ku li ser Kerkûkê qise bike. Wezîfeya dewleta
tirk ya mezin ew e ku bi Kurdên Bakûr re rûne pirsgirêke Kurdistanê çareser
bike.
Tirkmenên li herêma federe ya Kurdistasnê dijîn, xwediyê mafên kesayetî,
grubî/kolektîfî û kêmneteweyî ne. Di dema Sedam de tirkmen xwediyê hîç
mafekî nebûn. Dewleta tirk jî dostê Sedam bû, ji tirkmenan re jî xwedî
dernediket.
Referanduma Hatayê…
Dewleta Tirk dibêje ku heger referandûm bibe, divê li tevayî Iraqê bibe. Ev
daxwaza him li dijî qanûna bingehý ya Iraqê ye, him jî li dijî demokrasiyê
ye. Tirkiye di pirsa Hatayê de xwediyê ceribandinê ye. Ji bo Hatayê li
tevayîya Suriyeyê referandum pêk nehat. Heta referandum ne, bi biryara
Meclîsa Komara Hatayê biryara bi Tirkiyeyê re were girêdan hat girtin.
Balqanîzasyona nû…
Kerûk ji bona ku beþek ji Kurdistanê ye, li Tirkiyeyê jî, ji 20 mîlyona
zêdetir kurd dijîn, dewleta tirk, ji bona statûya îro naye guhertin li ser
Kerkûkê maf îddia dike. Dewleta tirk di wê baweriyê de ye ku dema Kerkûk bi
herêma federe ya Kurdistanê re bê girêdan, li Baþurê Kurdistanê dewleta
serbixwe ava dibe. Piþt re jî, ji bona yekîtî û derwletbûna neteweya kurd li
rojhilata-navîn derfet çê dibe. Ew dem tengbûna desthilatdariya tirk tê
holê, pêvajoya balqanîzasyoneke nû dest pê dike.
Dewleta Tirk mecbur e ku dewleta federe ya Iraqê û herêma federe ya
Kurdistanê nas bikin. Heger nas neke ji krîzan nikare xelas bibe.
Divê em kurd, ji bona siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî berjewendiya neteweya
kurd û herêma federe ya Kurdistanê, li ser Emerîkayê û YE’yê giranî çê
bikin, wan agahdar bikin, neheqiya dewleta tirk nîþanî wan bidin. Ew jî bi
lobiyeka bi aqil û organîzekirî dikare bimeþe.
Serok, hikumet û berpirsyarên Herême Federe Ya Kurdistanê heta îro di
derbarê Kerkûk siyaseteke hiquqî, bi edalet û neteweyî meþandin. Pêwîst e ku
em Kurdên bakurê Kurdistanê û kurdên dinyayê piþtgiriya wan bikin.
Serokê mezin Mele Mistefa Berzanî gotiye û wasiyet kiriye ku: “Kerkûk dilê
Kurdistanê ye. Çawa ku laþ bê dil nikare bijî, Kerkûk jî bê Kerkûk nabe”. Em
jî divê ji wasiyetê re xwedî derkevin, Kerkûkê biparêzin.
Ji bona vê divê em li ser peymaneke Kerkûkê ya taybetî li hevûdu bikin,
organîzasyokneke hevbeþ pêk bînin, heta referandûmê xebat bimeþînin.
Ez hêvîdar im ku di pirsa Kerkûkê de ev hevyekîtî û hevbeþî, ji bo tevayîya
yekîtiya neteweyî ya kurd re jî bibe alîkar û model.
Biçe Jora Rûpelê Hemû naveroka beþa
Rojev »
|
|