,

  

 
KURDISTAN-NETEW  

  Gotar/Lêkolîn

 

lêgerîn >> têkîlî >>

kunye >>

 

   - Di dîrok û saetan de dema paytexta Kurdistanê bajarê Amedê tê esas girtin

 

 

  Rûpela Serî         Gotar       Lêkolîn       Nûçe       Belge       Servîs       Arþîw       Kunye

 

 Tu li ku yî ?  »  Gotar                                                                                                                                                                                                        LÊGERÎN:  

 

 

                                                                                                                                                                                                                         REWÞA HEWA

 

 

 

 

 

 

 

 

Pêþengên zimanê Kurdî yê nivîskî

 

 

SERHAD B.RÊNAS

Weþandin:24 Sibat,2009

                                                                                                                                       Binivsîne   

 

Di nav hin Kurdan de cûreyeke sernevqî derketîye holê. Sernevqên han xwe pir jîr û "welatparêz" dibînin û qaþo di nav têkoþîna azadiya Kurdan cîh digrin û piraniya wan jî kurdî nizanin û her tiþtî de xwe wekî navend û pispor nîþan didin.

Ger miroveke ji wan re bipirse; Gelo tu derbarê weþangeriya Kurdî de çi difikirî?

Bersiva wan amadeye; Çi! Ma meþangeriya Kurdî heye? divê em xwe nexepînin.

Yan jî di derbarê medyaya Kurdî, wêjeya Kurdî, sinemaya Kurdî, muzîka Kurdî, zimanê Kurdî de jî heman tiþt dibêjin "Em xwe nexepînin rewþa me gelek xirabe, tiþtên han hin ne pêk hatine"...

Belê niha dewletekî serbixwe a Kurdan nîne, rewþe sîyasî ya Kurdistan ne li gor xwesteka Kurdan e, gelê Kurd bi sedan salin ku dewleteke bihêz ava nekirîye. Lê ji hezar salî zêdere ku pirtûkên Kurdî tên nivîsandin û niha bi taybetî li Kurdistana Azad û bakûrê Kurdistanê her sal bi sedan pirtûk, kovar, rojname, album, cd hwd.. têne çap kirin, lê hinek þaþþenbîrên me dibêjin weþangerîya Kurdî nîne. Gelo xizmeta kê/kî dikin ne diyar e. Dev ji bafikan ber nadin. Nabejin ku em bihêztir bikin, riyên wan hêsane...


GEÞEDANA ZIMANÊ KURDÎ


Wekî hemû zimanên dewlemend û þareza zimanê kurdî jî ji kurahîya mejûyê peyda bûye û bi bingeh û basûtê xwe ya bihêz xwe gihandîye roja me ya îroyîn. Kurd xwedî zimaneke ê ku ji malbata Hînd-Ewrûpa tê ku navê wî Kurdî ye ye. Zimanê Kurdî niha li baþûrê Kurdistanê zimanê perwerdeyêye lewma beþeke xetera ku ser Kurdî hebû ji holê rabûye. Lê bakurê Kurdistanê mixabin rewþ berevajî vê yekê ye. Ehmedê Xanî 400 sal berê þaþ dima ku çima dewletekê serbixwe a Kurdan tuneye. Lê piþtî 400 salî rewþ li bakurê Kurdistan hin xirabtire. Berê medreseyên Kurdî hebû niha ev jî nîne. Kes bi axafitina Kurdî qels e, tu kes pereya cixareyekê jî nadin bo kovarekê Kurdî. Ger bi zimanekî perwerdehî tune be ev zimên li dawîya dawî ji holê radibe.

Yek ji kevintirîn zimanên di nav cihanê de Zimanê Kurdîye. Ji ber ku dewletekî Kurdî tune bûye lewma zimanê Kurdî di nav vê sedsala dawî de nikarî bûye xwe pêþbixe .Her wiha gelê Kurd zêde xwedî derneketîye zimanê xwe. Lê dîsa jî Kurdî li Kurdistana Azad zimanê perwerdeyêye, bi sedan kovar, rojname derdikevin, bi sedan malperên Kurdî hene,b i dehan radyo û TV heye, her sal hindik be jî sedan pirtûkên Kurdî têne çap kirin. Çand û hunera Kurdî jî -muzîk,sinema,þano û hwd.- her roj ber bi dewlemend buyîne ve diçe û zimanê Kurdî jî pêþ dikeve. Divê zimanê Kurdî di nav zimanên cihanê de cihê xwe layiqê bigre ango bikeve nav zimanên pêþîn 15'an. Bo vê yekê jî divê zimanê Kurdî zimanê zanistî, aborî û teknolojî be. Divê zankoyên Kurdistanê di her astê de Kurdî bikarbînin. Divê Kurdî di programên kompîturê de zêdetir were bikaranîn û di zanistê de jî-tip, metametîk hwd.- pêþbikeve. Divê medyaya Kurdî jî pêþ bikeve û bi dehan tv û hwd. werin damezirandin.

Zimanê ku zimanê 40-45 mîlyon mirovê be û tenê 4 rojnameyên rojane hebe. Bi vî avahî zimanê Kurdî nikare zêde pêþ bikeve û xwe bixwe nav zimanên serdest. Welatek wekî Tirkîye de ji 1000 zêdetir TV heye û rewþa zimanê Tirkî berbiçave. Gerek gelê Kurdistanê hin zêdetir xwedî li zimanê xwe derkeve û wî pêþ bixe. Kêþeya zaravayan jî di nava demê de çareser dibe.Belam bo wan tiþtan hewceye ku zimanê Kurdî him li Kurdistan Azad him li hemû Kurdistan bibe zimanê perwedeyê û ziamê zanist,teknolojî û bazirganîye.Zimanê ku, zimanê 40-45 mîlyon mirovan be û li bakurê Kurdistanê girseyekê mezin zarokên xwe hînê Kurdî nekin. Zimanê ku,zimanê 40-45 mîlyon mirovan be elfebeyek yekgirtî yê vî zimanê nebe. Ev jî kambaxîya me ya Kurdane.

Revîngîya zimanê gelê Kurd hezaran sal ji beriya zayinî bi zimanê Avesta destpêkiriye, bi pehlewîya eþkanî berdewam kirîye û bi Kurdî buye zimanê serdest a Kurdistanê. Zimanê Kurdî bi girêdayî rewþa sîyasî ya Kurdistan pêþketîye yan jî di cihê xwe de maye. Lê bi hezaran sale bi nivîskî û devkî buye zimanê gelê Kurd û her li ser pîyan maye.Di wan konaxan de rola herî girîng navên ku wêjeya klasîk a kurdî dane destpêkirine. Ango bi gotineke din pêþengên dîrokî yê zimanê Kurdî ne. Di vê nivîsê de emê ji dema destpêkirina wêjeya Kurdîya klasîka nivîskî heta sedsala 20an navên ku pêþketina zimanê Kurdî û edebîyata Kurdî de rolekî dîrokî leystine bidin. Bi sedsala 20'an serdema wêjeya Kurdî hêdî hêdî tê girtin. Zimanê Kurdî jî dikeve konaxake nû. Rewþa civakîya Kurdistan tê guherîn. Piþtî sedsala 20an dewra hêdî hêdî edebiyata Nûjen a Kurdî despêdike. Ango dewra FAIQ BÊKES,QEDRÎ CAN,DILDAR,OSMAN SEBRÎ,MIDHAT ELÎ BEDIRXAN,CELALED BEDIRXAN,KAMURAN BEDIRXAN,NUREDDÎN ZAZA,EREBÊ ÞEMO,ELADDÎN SECCADÎ,HESENÊ QIZILCÎ,HÊMÎN MUKRÎYANÎ,CEGERXWÎN Û HWD... an destêdike.

Êdî pêþengîyek bo zimanê Kurdî diqade û geþedan û pêþketin bo Kurdî destpêdike. Ên ku dibêjin "Kurdî nebûye zimaneke nivîskî" bila bala xwe bidine vê listeyê. Þairên ku di listeyê de hatiye rêzkirin,piranî demê mirektiyên kurd de jiyane. Em wêjeya xwe ya klasîk hebûna mirêktiyên Kurd re deyndarin. Ger dewletekî serbixwe hebûya þairên me hin zêdetir buya.Her wiha pirtukxaneyên Kurdî gelek caran rastî talana ereban re rûbirû maye ji ber vê yekê jî gelek berhemên kurdî negihiþtîye roja îroyîn. Wekî mînak ger erþîv û pitûkxaneyên mîrên Bedlisî li ber destê Kurdan bûna niha gelek berhemên Kurdî destê Kurdan de hebûna.Lê demên mirêktiyan de jî hin þairên kurdan zimanê erebî ji bi karanîne. Serdestîya Erebî ji ber bandora Îslamîyetê dertê.Ne tenê Kurdistanê her wiha di nava tirk û farisan de jî erebî zimanê fermî an jî nîv fermî bû.Bi þêweya listeyê -bi kurtayî- emê navên pêþengên zimanê Kurdî û salên buyîn û mirinên wan destnîþan bikin. Piranîya tarixa bûyîn û mirinên pêþengên zimanê Kurdî mixabin bi duristî nayê zanîn.Ji hinek wan jî tenê navên an tê zanîn. Em ji bîr nekin ku zimanê Kurdî piþtî Kurdistan niþtimana duyemîn a gelê Kurd e.



LISTEYA PÊÞENGÊN ZIMANÊ KURDÎ YÊ NIVISKÎ(200-1900)

Heta destpêka Wejeya Nûjen a Kurdî

MANÎ (216-276): Navê berhema wî ya bi navûdeng ARJANGe.Kevintirîn berhema bi Kurdîye ku haya me jê heye.Berhama Manî wekî zanînnameyeke.Di dema MEDYA de jiyaye.Berhem bi Kurdîya MEDAN(Medî jî ji proto-Kurdîye) hatîye nivîsandin.Manî hunermend û ramangêrek mezin bû.Mani oleke nû nêzî Zerdûþtîyê afirandibû. Lê ji Zerdûþtîye cewaztir bû. Dokrîna Manî hemû rojhilat nêzik û Ewrupayê belav bûye.Her wiha berhemkî dinê Manî heye ku ev jî ÞAHPUKAN e.


ANU ÞIRVAN-NUÞÎRVAN- (400?..)

Tê rivayet kirin ku di sedsala 5an de kesekî bi navê ANÛ ÞIRVAN an jî bi navê kî din”ÞEYTANÊ BEXDAYE” jiyaye.Bi Kurdî þiîr nivîsandîye.


HELBESTEKÎ KURDÎ LI SER PERÇEYEKÎ ÇERMÊ HATIYE NIVÎSANDIN (600?..) Berhemekî din jî di serdema navînde hatiye li pênûsê xistin helbestekî Kurdîye ku ser perçeyekî çermê de hatiye ditin.Ev helbest di sedsala 7an de hatîye nivîsandin.Kurdîya ku hatiye bikaranîn Kurdîya navîne.Ji alîye naverok û hêza vêgotinê de ev þiîr bêhempaye.


BASSAMÎ KURDÎ (800)

Bassam-i Kurdî di sessala 9an de jiyaye.helbestên xwe bi zaravaya Kurdî ya Goranî nivîsîye.


BEHLÛLÊ MAHÎ(800?..)

Li gorî agahîyan Behlulê Mahî ji Hemedanîye.Yek ji wan wêjevanan,yekemîn wêjewanê kurd e.


PÎR ÞARÎAR(900?..) : Pir Þariar di sedsala 10an de jiyaye.Çarînên wî ji alîye gel ve pir hatiye hez kirin. Ji ber vê hezkirinê çarînên Pir Þariar di nava gel de heta rojame ya îroyîn wekî gotinên bavûkalan gihîþtîye.


GILANÎ(900?..)

Gilanî þagirtê Pir Þariar e. Wekî duyemîn Pir Þariar jî tê naskirin.


BABA QEYSERÊ HEWRAMÎ,BABA SIRINCÊ KELATÎ,BABA GERÇEKÊ HEWRAMÎ (942-1006)

Ev 3 nav di dema dugela Henewiye de jiyane.Di vê serdemê de gelek wêjevanên din jî derketine.


DAYÊ TEWRÊZA HEWRAMÎ(950?)

Yekemîn jina kurde ku xwe nav wêjevanên kurd de cih girtîye.


FATME XANIM, CELALE XANIM, ÞAXWEÞÎN (923-1055)

Dema dewleta Deylemî de jiyane.


BABA TAHÎRÊ URYAN-HEMEDANÎ- (938-1010)

Baba Tahirê Uryan an jî Hemedanî di dawîya sedsala 10an de jiyaye.Berhemêkî wî ye bi navê DUBEYTÎ heye.Ev berhem bi zaravaya Kurdî ya Lorî hatiye nivîsandin.Farsan Baba Tahirê Uryan wekî destpêka wêjeya Îranî dixwazin nîþan bidin.Li gorî angaþta wan Lorî ne lehçeyekî Kurdîye,lehçeyekî Farsîye.Di rojameya îro de ev ozan di nav gelê Kurd de bi hormeteke mezin tê bî anîn.1(*)


XATÛ MEYZERD, DAYE XEZAN, BABA BUZURGÎ, QAZÎ NEBÎ,EHMEDÊ CAF, KAKE RIDA (990-1117)
Di dema dugelê Ayarî jiyane. Vê dugel girîngî dida çand û hunera Kurdî.


ALÎ TEREMOKÎ (1000-1056)

Alî Teremokî li gundê Termak hatiyê dinê.Berhemên xwe bi zaravaya Kurmancî li pênûsê xistîye.Termekî yekemîn kese ku di derbarê rêzimanê Kurdî de berhemek nivîsandîye.Ango yekem zanyarê rêzimanê Kurdîye.Berhema wî di Akademîya Zanistîya Rusyayê de tê parastin.


IBN WEHÞÎYE (1000)

Kevintirîn pexþana Kurdî ku tê zanîn nivîsîye.Navê pirtuka wî "Pirtuka Derxistina Avê" ye.


ELÎ HERRÎRÎ (1010-1077)

Eli Herrirî li Hewlêrê ji dayik bûye.Pirtûkekî wî ya helbestê heye. Zaravaya Kurmancî bi kar anîye. Di wêjeya serdema-navî aKurdî de cihêkî pir mezin digre.


ÞÊX ADÎ (1073-1162?)

Di Colermêrg de dugela êzîdî avakirîye.Þexsiyeta sereke ya êzîdîyan e. 2 berhemên Kurdî a Þêx Adî heye.Yek CILWE ye,ya din MISFEHA REÞe.Þêx Adî wek pêxamberê ÊZÎDÎYAN TÊ PEJÝRANDÝN.Felsefa û nêrîna wî diþibe Zerdûþtîyê.MISFEHA REÞ ku bi Kurdî hatiye nivîsandin bo Êzîdîyan pirtûka pîroz e.Hemû duayên wan bi Kurdîye.MISFEHA REÞ piþtî pirtuka IBN WEHÞÎYE kevintir pexþana kurdîye.


NÎZAMÎ GANJEVÎ (1176)

Nizamî ji nav ozanên vê serdemê kesekî herî bi navûdenge.Nizamî Azebaycana îro de -ku berê perçeyekî Kurdistanê bû- hatiye dinê.% berhemên wî heye.Berhemê wî ya herî navdar “Leyla û Mecnûn” e.Him Fars him jî Tirkan Nizamî wekî xwemalê edebîyatên xwe nîþan didin.Lê ev nêrîn þaþe.Nizamî di helbestên xwe de bi eþkere Kurd buna xwe tîne ziman.


MUHAMMED IBN ADEM ( M. 1205)

Yekemîn serhildana çandî,nivîskîya Kurdî dijî desthilatîya erebî MUHAMMED IBN ADEM pêk anîye.Ýbn Adem vê demê de bo hîn bunê Farsî digere,li rojhilatê Kurdistanê îroyîn de kesek nabîne ku ji wî re alikarî bide.Ev yek jî nîþan dide ku zimanê Kurdî vê demê de çikas zindîye.


MEWLANA XALID (M. 1242)

Ji Silêmanîye. Li þamê çûye rehmetê. Hin qasîdeyên wî bi Kurdî û Farisîye.


ÞÊX ÎSA BERZENCÎ (1353)

Li bajarê Sine jiyaye. Bi Kurdî perwede ditîye.Helbestên wî heye.


PÊRÎÞAN DÎNAWARÎ(1395..)

Bi goranî heweramnî/laki nivîsandiye.


MELAYÊ CIZIRÎ (Sedsala 12an an jî 1407-1481?)

Di derbarê buyîn û mirina Melayê Cizirî de dîtinên cewaz heye.Li gor Mele Mehmudê Bayazîdî Melayê Cizirî di slal 1145an hatiyê dinê.Lê em dîroka ku Eladîn Sencarî dide bingeh digirin.Li Cizîrî ji dayik bûye.Di vê konaxê de dibistanekî Kurdîya herî girîng avakirîye.Helbestên Melayê Cizirî gelekî navdar bûn.Di medreseyan de wekî ders dihate xwendin.Di wêjeya Kurdî ya klasîk de bandora Melayê Cizirî zor zêdeye.Bandora berhemên wî ser edebîya Kurdî heta sedsala 20an jî berdewam kirîye.2(*)


FEQIYÊ TEYRAN (1302-1375? An jî 1590-1660)

Di derbarê buyîn û mirina Feqîyê Teyran jî alozîyek heye.Li gorî .J.Kurdo ev di navbera salên 1302-1375 de jiyaye.Hin çavkanîyên din jî diroka 1564-1562 didin.Lê tê zanîn ku Feqîyê Teyran piþtî Melayê Cizirî hatîye dinê. Di nava gel de tê bawr kirin ku Feqîyê Teyran bi teyran re dikarîbû qisebikira.Þagirtê Melayê Cizirî ye. Feqîyê Teyran bo folklora Kurdî bûye çavkanîyek berfireh.3(*).Bi zaravaya Kurmancî.


MELLA PARÊÞAN (1398)

Bi zaravaya Hewrmanî nivîsandiye


SELÎM SALMAN

Destana evînê Yusiv û Zileyha nivîsandiye.


MELAYÊ BATÊ(1414-1490?)

Cihê Melayê Batê jî di wêjeya Kurdî de gelekî bilinde.Berhemên ku Melayê Batê di nava gelê Kurd de navdar kirîye MEWLUDa wî ya Kurdî û destana ZEMBÎLFIROÞe.Mewluda wî di nava gel de demekê direj hate xwendin. 4(*)


NÊRGÎZ XANIM,SEMAN XANIM,WELEDXANÊ GORAN,ÞÊX ÞEHABÊ SOREBERDÎ,MELE EBÛBEKRÊ MUSENNÎF (Dema dugela Erdelan 1220-1800) Dema dugela Erdelan de jiyane.Mîrên erdelanî gelek ji wêje û zanistê hez dikirin.Ji ber vê yekê vê demê de wêjeya Kurdî gelek pêþ çuye.


ÞÊX REMEZAN(1500?)

Li Cizirê jiyaye.Hin helbestên wî gihîþtîye destê me.


ÞEREFXANê BIDLISÎ (1580)

Yekem pirtukê derbarê dîroka Kurdistan de nivîsîye.Navê berhama wî ÞEREFNAMEye.Ji ber ku berhama wî ne bi Kurdî ye eem derbarê wî de agahîyên zêdetir nadin.Lê divê xwendevan derbarê wî de xwedî zanyarî be.ÞEREFNAME de gelek navên ji edebîya klasîk a kurdî derbas dibe.5(*)


SELÎMÎ SILÊMAN(1586)

Li bajarê Hîzanê jîyaye,þair û dengbêj bû.Berhemên wî negiþtîye roja me ya îroyîn.Lê tê zanîn ku destanek bi navê ÛSIV Û ZELIXA nivîsîye.Bi zaravaya Kurmancî


RIZA XAN(1570-1640)


ALÎ TIRMAXÎ (1600)

Rêzimanê Erebî,bi Kurdî nivisîye.


MUHAMMED KANDULAYÎ(Derdora 1600an)

Bi goranî heweramnî/laki


IBN-UL HAC (1640)

Navê berhemê vî "Mehdîname" ye.Bi qasê ku tê zanîn hin berhemê wî yên dinê Kurdî jî hebûye lê negihiþtîye arþîva Kurdî.


EHMEDÊ XANÎ (1651-1707)

Ehmedê Xanî stêrkekî herî geþ geþ e di esmana wêjeya Kurdî de.Li bazîdê hatiyê dinê.Ehmedê Xanî ji ber destena xwe ya neteweyî MEM Û ZÎN nava gelê Kurd de pirr qedirbilinde.Gelê Kurd bo peyitandinên wî yên li ser civaka Kurd,çareserkirina kêþeya kurd ya sîyasî,civakî,aborî rûmeteka pir mezin dide wî.Ehmedê Xanî li gorî þertên demê xwe welatparêzekî pirr mezin bû.Berhemekî yê din ya Ehmedê Xanî ferhenga Kurdî-erebî NÛBARe ku bi þêwazekî balkeþ hatiye nivîsandin.Vê konaxê de belkî 2-3 Ehmedê Xanî yên din jî hebûya Kurdistan serxwebûna xwe bi dest bixistaba.Xeterên ku Ehmedê Xanî berîya 400 sal destnîþan dikir niha bi taybetî li Kurdistan Bakur bihin girantir pêk hat.Banga Ehmedê Xanî ku 400 sal berê bo xwedî derketina çand,ziman bi giþtî xwedî derketina Kurdistana xoþewist kiribû ne vê demê de ne jî îro gelê Kurd xwe kerr kir û nebihîst.Em dikarin bêjin ku Ehmedê Xanî heman katê de ramyarekî mezin a Kurdan bû.MEM Û ZÎN îro jî li hemû Kurdistanê pirr navdare,filmêwî hatiye kiþandin,wekî pirtuk hatiye weþandin,þanoya wî hatiye lîstin,opreayê wî hatiye çêkirin.Berhama xwe de Ehmedê Xanî rewþa Kurdistan bi giþtî tîne berçavan.6(*)


MISTEFA BESERANÎ(1641-1702)

Bi zaravaya Hewremanî.


ÞEREFXAN (1689)

Li Hekkarî ji dayik bûye.Gelek þiîr û tiþtên edebî bi kurdî nivîsye.


ÎSMAILÊ BAYEZÎDÎ(XAMIL)(1660)

Bi navê GULÎZAR ferhengekê bi kurdî,erebî û farisi amade kirîye.Gelek helbest û beytên bi Kurdî jî nivîsîye.


SIYAH PUÞ (?..)

Helbestên Kurdî nivîsîye. Zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.Xwedî bîr û ramanên neteweyî bû.


AXAYOK-AXAYÊ BÊDARÊ(?..)

Hin dûrikên Axayok bi dest ketine.


MIHEMED QULÎ KONDALAYÎ(Dawîya Sesdala 17an)

Bi zaravaya Hewremanî.


MEKÎ(?..)

Navê wî tenê di þiîrên Siyah Puþ de derbas dibe.Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.


ÞÊXÊ BABEÞÎR(?..)

Navê wî tenê di kovara Hawarê de derbas dibe.Zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.


MARUF EL NUDHÎ(?..)

Ferhenga Erebî-Kurdî amade kirîye.Navê berhema xwe kir “el ahmediye” ji ber ku navê bavê wî Ehmd bû.Ji tarîkata Kadirîye.


MELE YAHYAYÊ MIZÛRÎ(?..)

Bi qasê ku tê zanîn ji Duhokê ye.Zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.


MELE XELÎLÊ SÊRTÎ(?..)

Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.

AXAYÊ BÊDARÎ: Tu eserên vî þahirî neheatîyê dîtin.

MELA ÛNISÊ ERQETÎNÎ Daye pey Elî Teremaxî û kitebên tesrîf, zirûf û terkîbê bi zmanê kurdancî nivîsandine.

MELAYÊ ERWASÊ. Melayê Erwasê kitêbeke piçuk nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweþî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweþiyan dike û dermanê her nexweþiyê û çêkirina dermanên jî dibêje.

ÞÊX EVDILQADIRÊ GÊLANÎ(?..):Bi qasê ku tê zanîn ji Mêrdînê ye.Zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.

ÞEYHUL-ÎSLAM EBUS’SUUD (?..)

Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.


GANCÎ (1600?..) : Li Bedlêsê jiyaye..Li gor agahîyên ku Evliya Çelebî dide gelek beryemên Kurdî a Gancî hebûye.


MUHAMMED ZENGANA GAMNAKÎ KERKÛKÎ(Destpêka sedsala 18)

Bi goranî heweramnî/laki


HANA QUBADÎ (1700-1759)

Bi goranî heweramnî/laki


SERHANG ELMAS(Derdora 1700an)

Bi goranî heweramnî/laki


MÎRZA ÞAFÎ DÎNAWARÎ (Derdora 1700an): Bi goranî heweramnî/laki


IBN-UL HAC(1700?..)

Berhemêkî wî ya bi navê “mehdîname” heye.


MELAYÊ JABA(1700?..)

Pirtuka wî di sala 1860î de ji alîye kurdnasekî Rûsî hatiye çap kirin.Bi kurdî helbestên wî hene.


XANEY QÛBADÎ(1700-1759)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye.


WELÎ DÎWANE(1747-1798)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye.


MURAD XAN(1737-1785)

Muradxan li bajarê Bayazidê ji dayika xwe bûye.Murad Xan gelek helbest û Xezelên bi Kurdî nivîsîye.


XARIS BIDLISÎ (1758)

Xaris Bedlisî li Bedlisê hatiyê dinê.Derbarê berhemên wî agahîyênzêde nîne.Zaravaya Hewremanî bikaranîye.


WEDAYÎ (1790-1850)

Cihê buyîna wî nayê zanîn.Wedayî helbestên bi Kurdî û Farisî nivîsye.Çîrokên Kurdî jî nivîsîye.Berhemên wî ji ber sdemek ne dîyar di nava gel de belav nebûye û di medreseyan de nehatiye xwendin. Xwedî bîr û ramanên neteweyî bû.


MÎRZA ÞAFÎ KÛLYAYÎ(1763)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye.


EHMED BEG KUMASÎ(1796-1889)

Bi goranî heweramnî/lakî nivîsîye


SAYDA HEWRAMÎ(1784-1852)

Bi goranî heweramnî/laki nivîsîye


MACIN(?..)

Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.


BEKIR BEGÊ ERZÎ (?..)

Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.


MENSURÊ GIRGAÞÎ (?..)

Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.


MÎNA (?..)

Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.


EHMED BEGÊ ZENGENE (?..)

Di dema dugelê Baban de jiyaye.


MELE MUHAMEDÊ QUTUB (1750?.)

Bi Kurdî pexþanan nivîsîye.


ZIYADDIN MEVLANA XALID EL ÞAHRIZORÎ (1779)

Navê berhemê vî "Akidenameyî Kurdî" ye.Ev kes sofîyek bû û bi qasê ku tê zanîn bi Kurdî pexþanên wî jî heye.


MELE XALIDÊ SÊRTÎ(1835)

Bi zaravaya Kurmancî.


MESTURA MEH-ÞEREF XATÛN QADIRÎ ZEND(1805-1851)

Bi goranî heweramnî/laki nivîsîye.


PERTEW BEGÊ HEKKARÎYÊ (Derdora 1800)

Ji xeynî çend helbestên wî berhemên wî negihîþtîye roja me ya îro.


ÞÊX NUREDÎNÊ BRIFKANÎ (Derdora 1800)

Çîroka wî ya bi navê Siltan Ebubekirê Þiblî heye.


EVDIREHMANÊ AXTEPÎ(Derdora 1800)

Pirtukekê wî bi navê REWZEL NEÎM heye.


ABDURRAHMAN PAÞA (Derdora 1800)

Di dema dugelê Baban de jiyaye.


NALÎ (1800-1856)

Di dema dugelê Baban de jiyaye.Listenbolê perwede buye.Gelek berhemên wî ên bi Kurdî heye.


SALIM (Derdora 1800)

Di dema dugelê Baban de jiyaye.


KURDÎ- MISTEFA BEGÊ SAHIBKARAN(Derdora 1800)

Di dema dugelê Baban de jiyaye.


EHMED BEGÊ KOMASÎ(1793-1876)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye nivîsîye.


MISTEFA KURDÎ (1809-1866)

Yekemîn kese ku bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr). berhem afirandinîye. Zaravaya soranî encax vê demê de berhem daye.


SEYDAYÊ HEWRAMÎ(1784-1852)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye.


EHMEDÎ KOR(1856)

Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr).


ABDULRAHMAN SALIM(1800-1866)

Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr).


MELAYÊ ERWASÊ (Derdora 1800)

Pirtûkek kurdî ser nexweþî û dermanên wan nivîsîye.


MELAY CEBARÎ (1806-1876)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye.


ABDULRAHÎM MEWLEWÎ(1806-1882)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye.


WASMAN H.ÎSMAÎL:1796-1889)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye.


PIRTÛKEKE HESABÎ (Derdora 1850)

Di vê pitukê de beytên wek “Neh caran ney bi xwe hesap ke biltemam,Heþtêûyek in,tu bi zan ya ez xulam,Heþtê caran çar çendin eya þîrînbira...” heye.Nivîskara wî ne diyar e.


SEDAT(1837-1906)

Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr) nivîsîye.


MELE MARIFÎ KOKEYÎ(1830-1904)

Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr) nivîsîye.


MIHEMED MEHWÎ SALIH HERÎQ(1952-1907)

Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr) nivîsîye.


ABDULLA EDEB(1859-1912)

Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr) nivîsîye.


ABDULREHÎM WEFAYÎ(1844-1914)

Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr) nivîsîye.


TAHIR BEG CAF(1875-1917)

Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr) nivîsîye.


M.NUR ELÎ KONDOLAYÎ(Sedsala 19an)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye.


PIRÊMERD

Navê wî yê eslî Tefiq Mahmud bû. Perwerdehiya olî dît. Piþtre li Stenbolê fakulteya dadê xelas kir. Di sala 1907'an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistan de cih girt. Di sala 1909'an de li Colemêrgê (Hakkari), 1918 li Amasya bû qeymaqam. 1923 dîsa vegerand Silemaniyê. Nav salên 1926 û 1950 seroke rojnameyên "Jiyannewe" û "Jin" bû. Ser folklor gelek lêkolîn kir. Pîremêrd wekî pêþevanê helbestvaniya kurdî ya nûjên jî tê hesibandin.


MIHEMMED WELÎ KIRMANÞAHÎ: (Sedsala 19an)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye.


MIHEMED EMÎN SAY’UL(Sedsala 19an)

Bi zaravaya Hewremanî nivîsîye.


HECI QADIRÊ KOYÎ(1817-1897)

Kesayetîyeke pirr mezine.Li stenbolê perwede bûye.Dîwaneke wî bi qasê 800 rûpel heye.Di wejêye Kurdî de cihê wî gelek girînge.Hecî Qadirê Koyê li ser þopa ehmedê Xanî çû.Hacî li stenbolê çû koça xwe ya dawî.


MELE EHMEDÊ XASÎ(1866-1951)

Bi zaravaya Zazakî Mewlida wî heye.

OSMAN EFENDÝ (Derdora 1850)

Li Siwergê jiyaye.Bi zaravaya Zazakî Mewlida wî heye.


SEY QAJÎ (1871-1936)

Berhemên xwe bi zaravaya zazakî nivîsîye. Di devera Dêrsîmê de helbesvaneke navdar bûye.

MELE MAHMUDÊ BAYAZÎDÎ (1799-1867)

Mele Mahmudê Bayazîdî bi lêkolînerekê rûsî Aleksanr Jaba re ser edebÎta Kurdî lêkolînên kûr dike.Nivîsekî amade dike û vê nivîsê de navê heþt þairên Kurd rêz dike.Di vê nivîsê de Elî Herrirî wekî “þairê kurdan ê pêþî” bi nav dike.Xebatên Mele Mahmudê Bayazîdî bo edebîyata Kurdî gelek bi nirx e.Wî pirtûkek Kurdî bi navê ADETÊN KURDAN jî nivîsîye.Her wiha Mele Mahmudê Bayazîdî nivîskara yekem çîroka Kurdîye.Þerefname wergerandîye kurmancî.


ÞÊX RIZAYÊ TALEBANÎ 1835-1909)

Þêx Rizayê Talebanî kurê Þêx Evdirrehman Talebanî ye, di 1835an de li hêla Kerkukê li Qirixê hatîye dunyayê. Pêþî li ber destê bavê xwe xwendîye. Paþê ji bo xwendine çûye Kerkuk, Koye û Sîlêmanîyê. Þêx Riza di 1860î de diçe Helebê, paþê diçe Îstenbolê. Du salan li Îstenbolê dimîne, pîþt re vedigere Kerkukê. Þêx Rizayê Talebanî di 1909an de di 74 salîya xwe de li Bexdayê wefat dike. Wî li Bexdayê nêzîkî gorra(mezelê) Þêx Evdilqadirê Geylanî vediþêrin. Þêx Rizayê Talebanî bi kurdî, farisî, erebî û tirkî helbest nivîsîne. Ev helbestên wî hemû wek dîwan cara pêþî di 1935an de li Bexdayê hatîye çapkirin.


JÊDER
??.. : Dirok baþ naye zanîn lê berîya salên 1700'î ne.
M. : Mirin
1(*)Berhema Baba Tahirê Uryan ji alîye weþanên Nûbiharê li Kurdistana Bakur hatiye weþandin.
2(*)Berhema Melayê Cizirî j alîye weþanên Fýrat li Kurdistana Bakur hatiye weþandin.
3(*)Berhema Feqîyê Teyran ji alîye weþanên Nûbiharê li Kurdistana Bakur hatiye weþandin.
4(*)Berhema Þerefxan Bidlisî ji alîye weþanên Deng li Kurdistana Bakur hatiye weþandin.
5(*)Berhema Melayê Batê ji alîye weþanên Fýrat li Kurdistana Bakur hatiye weþandin.
6(*)Berhemên Ehmedê Xanî ji alîye weþanên Fýrat,Avesta,Deng û hin weþanxaneyên din li Kurdistana Bakur hatiye weþandin.,
ÇAVKANÎ
Nêrînek Li Dîroka Kurdistanê(Zekî Borzaslan -Weþanên DOZ-2004-)
Kürt Kültürünün Kaynaklarý ve Uygarlýklar beþiði Kürdistan(Çavkanîya Çanda Kurdî û Dergûþa Þaristanîyan Kurdistan)(J.Kurdo-Weþanên OZGE –1993-)
Lisan-ul Kurd(Mesud Muhammed)
Nivîsa Celaled Elî Bedirxan(Klasîkên me-An Þahir û Edîbên me ên Kevin-Hejmara 33 a Hawarê)
Hin hejmarên Kovara Nûdem
Xebatên Sêîde Dêreþî
Xebatên Zeynelabîdîn Zinar



serhadbrenas@yahoo.com



 


   
  Biçe Jora Rûpelê                                                                                                     

 

 

 

 

 

 

 

 

Girêdanên Sponsor                                                  

 

 
 

 

Girêdanên Sponsor

 

 

 

 

 

           

 

 

Servîs »

  

Rewþa Hewa

Ji kurdo rewþa hewayê bi avayekî rast û rast

 

Reklam Dayîn

Mercen reklam dayine

 

 

              

 

 

 

 

 
©  Kurdistannetew.net  |   Peywêndî  |  Kunye  Arþîw  |  Derbarê KN de  |  Hiþyarî  |  Reklam      HKMG